SERÊ 16
Li ser Aliyê Hebandina Rast Bisekine
-
Çi hîn dike Kitêba Pîroz derheqa vê yekê, ku di hebandinêda şikil bidine xebatê?
-
Nihêrandina mesîhiya hindava eyd-qeydên rêlîgiyava girêdayî, çi cûreyî ye?
-
Ça tu dikarî derheqa baweriya xwe, tevî meriya bi merîfetî xeberdî, ku wana eciz nekî?
1, 2. Paşî hîştina hebandina nerast, tu gerekê çi pirsê bidî xwe û bi texmîna te çira ferz e ku evê pirsê bidî xwe?
BIDE hesabê xwe, ku kesek dizîkava jer kiriye kaniya ava te. Û niha gele xof e tu evê avê vexwî. Tuyê çi bikî? Hilbet tuyê destpêkî bigerî kaniya avêye temiz. Lê dibek jî paşî wê yekê tuyê pirsê bidî xwe: ‘Dibek îda jer gihîştiye min û ez îda nexweş ketim e?’
2 Evê yekê em dikarin derheqa hebandina nerast jî bêjin. Di Kitêba Pîrozda tê gotinê ku hebandina nerast bi hînkirin û eyd-qeydên ne temiz hatiye levitandinê (2 Korintî 6:17). Ahan çira usa ferz e, wekî em ji “Babîlona Mezin”, ku heye teşkîleta hemû hebandinên nerast, derên (Eyantî 18:2, 4). Lê te îda ev yek kiriye? Hergê belê, gele baş e, tu hêjayî pesina. Lê seva ku tu ji hebandina nerast derêyî, lazim e hê zêde tişt bikî. Ferz e wekî tu dişirmîş bî: ‘Gelo ez ji wan hemû tişta çi ku bi hebandina nerastva girêdayî ye, aza bûme?’ Were em binihêrin çend mesela.
ŞIKIL Û HEBANDINA MIRIYA
3. (a) Çi dibêje Kitêba Pîroz derheqa xebitandina şikila, û çira seva hineka çetin e evê hînkirinê qebûl kin? (b) Çi tu gerekê bikî tevî wan hemû tişta, yên ku hebandina qelpva girêdayî ne?
3 Gelek meriv bi gelek sala di malên xweda xwey dikin tiştên seva hebandinê. Mesele hinek şikila xwey dikin, hinek jî tiştên zîyaretiye mayîn, û ber van tişta serê xwe datînin. Hinek jî talîsma xweva dikin, wekî çev wan nekevin. Dibek ewana van tişta îda gelekî qîmet dikin. Lê bi rastiyê tenê Xwedê dikare safî ke, ku ça meriv gerekê wî bihebîne. Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê naxwaze wekî wî bi saya şikila bihebînin (Bixûne Derketin 20:4, 5; Zebûr 115:4-8; Îşaya 42:8; 1 Yûhenna 5:21). Lema jî hergê tu dixwazî xwe li hebandina rast bigirî, tu gerekê ew hemû tiştên ku hebandina qelpva girêdayî ne, kuta kî. Em gerekê li ser van tişta usa binihêrin ça Yahowa dinihêre. Yahowa van tişta heram hesab dike (Qanûna Ducarî 27:15).
4, 5. (a) Ji ku em zanin ku nerast e miriya bihebînin? (b) Çira Yahowa îzin nedida cimeta Îsraêlî, wekî ewana bicêribînin tevî miriya xeber din?
4 Meriyên ji gelek rêlîgiya miriya dihebînin. Hinek meriv Destpêbûn 23:1, 2, PKM). Çaxê Aqûb pêxember mir, kurê wî Ûsiv “emir li xulamên xweye hekîm kirin, ku bavê wî zimir kin” û gişk “heftê rojî şîna wî kirin”. “Temamiya mala Ûsiv û birayêd wî” dixwestin ku Aqûb bi qedir bê defin kirinê, ewana haqas giriyan û kirin qare-qar, wekî hela hê xelqên dor-ber jî derheqa şîna Aqûb pêhesiyan (Destpêbûn 50:1-11, PKM). Usa jî, berê merî paşî definkirinê jî diçûne li ser mezel û şîna miriyên xwe dikirin (Yûhenna 11:31).
pêşiya ku destpêkirana hîn bûna Kitêba Pîroz, bawer dikirin ku mirî dijîn û dikarin yan karê, yanê jî zîyanê bidine meriya. Dibek tu jî gelek cefa dikişînî, wekî miriyên xwe razî kî. Çaxê kesekî me dimire, tebiyetî ye ku em şîna wî bikin û bona wî bigirîn. Mesele, çaxê jina Birahîm pêxember, Sera mir, “Birahîm hat ser Serayê giriya û şîna wê kir” (5 Ça tê kifşê, di van yekada tiştekî xirab tune ku em şîna miriyên xwe bikin, bi qedir defin kin û paşî definkirinê jî bêne li ser mezel. Lê di serê 6-da em usa jî pêhesiyan, wekî çaxê meriv dimire, ew îda najî. Lema nabe ku em tevî miriya xeber din û ew me bibihên. Dibek jî tu niha dişirmîş dibî: “Lê wekî usa ne, ev elametî ku me tirê ji miriyên me ne, ji kî ne?” Bi rastiyê ev elametî ji cina tên. Lema Yahowa îzin nedida cimeta Îsraêlî, wekî ewana bicêribînin tevî miriya xeber din, û girêdana tevî cina tu cûreyî îzin tune bû. (Bixûne Qanûna Ducarî 18:10-12.)
6. Hergê te timê bi şikila Xwedê diheband, yan jî te timê mirî dihebandin, niha çi tu gerekê bikî?
6 Lê hergê te timê bi şikila Xwedê diheband, yan jî te timê mirî dihebandin, niha çi tu gerekê bikî? Bixûne û dişirmîş be derheqa wan hînkirinên Kitêba Pîroz, yên ku nîşan dikin wekî Xwedê ça dinihêre li ser van tişta. Her roj dua bike Yahowa Xwedêra û derheqa xwestina xweye li ser aliyê hebandina rast bisekinî, wîra bêje. Di duakirinêda usa jî ji Xwedê bixwaze, wekî ew alî te bike tu bikaribî li ser tişta usa binihêrî, ça ew dinihêre (Îşaya 55:9).
EYD-QEYDÊN NAVDAR Û ROJA BÛYÎNÊ
7-9. (a) Ji kîderê tên eyda Serê Salê û Newroz? (b) Çira qulixkarên Yahowa Xwedê gerekê tevî wan eyd-qeyda nîbin, yên ku tevî eyda Serê Salê û Newrozê girêdayî ye?
7 Hinek merî biharê eyda Serê Salê derbaz dikin. Wî çaxî cimet top dibin û destpêka Sala Teze kifş dikin. Lê zanî ev eyd ji kîderê tê? Zandar evê yekê bi cûre-cûre şirovedikin. Mesele kitêba: “Êzdî-Dînê Wan, û Milet” usa dibêje: “Ça mîfolojiya Êzdiya dibêje, roja eyda Serê Salê xwedan ji ezmana peya dibin li ser erdê. Wê êvarê Xwedê rûdinê ser textê xwe, dor-berê wî xwedanên din (milyaket) disekinin, wekî şixulên tevî erdê girêdayî safî kin . . . û wî çaxî ewana safî dikin ku di sala tezeda, bextê meriya wê çawa be”. Paşê di vê kitêbêda tê şirovekirinê hine qeydên derbazkirina vê eydê, û xilaziyê usa tê nivîsar: “Qeydên derbazkirina eyda Serê Salê mîna yê eyda Sala Teze ne, yên ku di Babîlona berêda dihate derbazkirinê”.
8 Eyda Newroz jî yên ku di gelek welatada tê derbazkirin, mîna eyda Serê Salê ye. Lê gelo Newroz ji kîderê hatiye? Di kitêba “Lêkolînkirina Eyd-Qeydên Farisa” rûpêla 217-da usa tê gotinê: “Mesela lape berê, bona derbazkirina Sala Teze, di Aziyaye Roavada hatiye dîtinê û ev eyd girêdayî bûye tevî malbeta padşayê pêşin di şeherê Ûrda. Wedê vê eydê dewata xwedanê avê û berdariyê derbaz dibû . . . ev eyd paşê bi Babîloniya hate xweykirinê”. Hine Antropolog bawer dikin, ku eyda Newroz serê-sêrîda eyda cotkariyê bû. Di vê kitêbêda tê gotinê, ku ev eyd “girêdayî ye tevî ‘mirina’ xwedanê Şûmêriya Dûmûz [yan Tamûz]. Ev xwedan her xilaziya salê dihate kuştinê, û destpêka salêda dihate saxkirinê. Saxbûna wî, yan çi, dibû menî ku hemû tişt şîn be, lema meriv şa dibûn û eyd dikirin”.
9 Lê çi em dikarin bêjin derheqa çêkirina Kloç, wedê eyda Serê Salê? Ça kitêba “Êzdî-Dînê Wan, û Milet” dibêje eva qeyda hanê “hate zêdekirinê rêlîgiya Êzdiyada bi hukuma miletên din . . . Mesele dibek jî ji miletê cihû, ya mesîhiya hate hildanê, wedê kîjanî totika çêdikin”. Firqî tune menî çi bû ku meriya eyda Serê Salê û Newroz dikirin, seva me eyan e ku qeydên derbazkirina wan eyda girêdayî ne tevî rêlîgiyên qelp, û tevî hînkirina nerast derheqa emirê paşî mirinê. Lema jî pirs pêşda tê: ‘Îzin e wekî qulixkarên Xwedê Yahowa tevî wan eyd-qeyda bin?’
yên ku wedê cejina derbazbûnê, dêmek cejina Nanê Şkeva, nanê pîroz çêdikirin . . . yan dibek jî ji cejina Nanê Şkeva,10. a) Şagirtên Îsaye berê, ça dinihêrîn li ser eyda roja bûyînê? (b) Şiroveke, çida eyda roja bûyînê tevî baweriyên nerast girêdayî ye.
10 Lê ça Yahowa dinihêre li ser eyda roja bûyînê? “Ensîklopêdiya Kitêba Dinyayê” dibêje, ku mesîhiyên berê “eyda roja bûyîna kesekî didane hesabê ça eyda pûtparista”. Di Kitêba Pîrozda derheqa eyda roja bûyînê, tenê du cara hatiye nivîsarê û her du jî roja bûyîna wan padşa bû, yên ku Yahowa Xwedêra qulix nedikirin (Destpêbûn 40:20; Marqos 6:21). Eyda roja bûyînê usa jî girêdayî ye tevî hurmetkirina xwedanên pûtparista. Mesele, 24 meha Gulanê miletê Romayî eyda roja bûyîna xwedanê Dîana derbaz dikirin. Roja dinê jî, wana eyda roja bûyîna Apollo derbaz dikirin, yê ku xwedanê tevê dihate hesabê. Eyda roja bûyînê usa jî girêdayî ye tevî baweriya nerast. Mesele, Romayên û Yûnaniyên berê bawer dikirin ku wedê bûyîna her merîkî ruhek tê, wekî nava temamiya emirê wî lê xwey ke. Di kitêbekêda, yê ku derheqa eyda roja bûyînê dibêje, hatiye nivîsarê ku “ev ruh girêdayî ye tevî xwedanekî, yê ku roja bûyîna wî merivî hatiye bûyînê” (“The Lore of Birthdays”). Yahowa tu car wê qebûl neke wan qeyda, yên ku tevî baweriya nerast girêdayî ne (Îşaya 65:11, 12). *
GELO ESEYÎ YE BIDINE HESABÊ HÎM Û DESTPÊBÛNA EYDA
11. Çira hine meriv eyda derbaz dikin, lê çi seva me gerekê hê ferz be?
11 Hine meriv qayîl dibin ku eyda Kloça Serê Salê û Newroz ji rêlîgiyên qelp tên, lê yeke berdewan dikin wan eyda bikin. Ewana dîna xwe nadine wê yekê, ku gelek eyd û cejin tevî rêlîgiyên qelp girêdayî ne. Eyd û cejin seva wan mecaleke baş e, wekî tevî neferên malê û bira-pismama top bin. Tu jî usa dişirmîş dibî? Hergê belê, dêmek ne ku hizkirin himberî rêlîgiya qelp riya te digire, wekî tu li ser riya rast bisekinî, lê hizkirin hindava malbeta te. Lê bawer ke wekî Xwedayê ku malbet saz kiriye, dixwaze wekî orta te û nefêrên mala te baş be (Efesî 3:14, 15). Bi rastiyê tu dikarî heleqetiya xwe tevî malbeta xwe jî qewî kî, û miqabilî qanûnên Xwedê jî dernekevî. Pawlosê şandî got, ku em timê gerekê dişirmîş bin, wekî “bizanibin ku çi li Xudan xweş tê” (Efesî 5:10).
12. Bi mesele nîşan ke ku çira em gerekê ji wan eyd-qeyda xwe dûr bigirin, yên ku ji netemizayiyê derketin e?
12 Dibek tu dişirmîş dibî ku roja îroyîn eyda bi cûrekî mayîn derbaz dikin û mena van eyda usa nîne ça berê. Lê gelo ferz e bizanibin ku ev eyd ji ku tên? Belê ferz e! Were em meselekê bînin. Bide hesabê xwe wekî te derva ava genîda şîrinayîk dît. Teyê ev şîrinayî hilda û bixwara? Femdarî ye na, çimkî ev şîrinayî qirêj e. Evê yekê em dikarin beramberî eyda bikin. Mîna vê şîrinayiyê ewana dikarin seva me hewas û xweş bêne kifşê, lê bi rastiyê ev eyd ji netemizayê derketin e. Hergê em dixwazin xwe li hebandina rast bigirin, nihêrandina me gerekê mîna nihêrandina Îşaya pêxember be, yê ku qulixkarên Xwedêyî rastra got: “Li tiştêd heram nekevin” (2 Korintî 6:17; Îşaya 52:11).
CABÊN WE Û ŞIXULÊN WE BIRA BI MAQÛLTÎ BE
13. Hergê te safî kir ku eyd-qeyda derbaz nekî, ji bo vê yekê tu rastî kîjan çetinayiya dikarî bêyî?
13 Ew yek ku tu eyda derbaz nakî, dikare seva te bibe cêribandin. Mesele, bira-pismamên te dikarin ecêbmayî bimînin ku çira tu tevî wana eyda derbaz nakî. Yan jî kesek dikare xêra miriya bîne mala te. Wî çaxî tuyê çi bikî? Gelo wê rast be evê xêrê hildî? Lê tê çi bikî hergê mêrê te, yan jina te usa Xwedê nahebîne ça tu dihebînî? Ça tu dikarî alî zarên xwe bikî, wekî ewana dişirmîş nebin ku tiştek ji wana kêm dibe rûyê vê yekêda, ku tu van eyd-qeyda derbaz nakî?
14, 15. Tu çi gerekê bikî hergê kesek ji bo cejinê te bimbarek dike, yan jî pêşkêşekê dide te?
14 Lazim e em di hemû derecada serwaxt û maqûl bin. Hergê nişkêva kesek ji bo cejinê te bimbarek dike û qenciyê tera dixwaze, tu dikarî tenê razîbûna xwe jêra elam kî. Lê hergê merîke ku tera rind nas e, yan jî hevalê teye li ser xebatê, te bimbarek dike, di vê derecêda dibek tu safî kî hinek zêde tişt elamî wî kî. Çi jî hebe, di hemû derecada fesal û maqûl be. Kitêba Pîroz şîret dike: “Bira xeberdana we merîfetî û xwêkirî be û bizanibin ku çawa cayîz e caba her kesî bidin” (Kolosî 4:6). Fesal be wekî tevî meriya bê qedir nîbî. Dewsê bi maqûltiyê derheqa nihêrandina xwe wanara şiroveke. Û zelal ke, wekî tu miqabilî wê yekê nînî ku qedirê miriya bigirin, yan jî tevî merivên xweye nêzîk top bin, lê te safî kiriye evê yekê di wedekî dinda bikî.
15 Lê tu çi dikarî bikî hergê kesek dixwaze ji bo eydekê pêşkêşekê bide te? Di vê pirsêda gelek tişt derecêva girêdayî ye. Ew, kî ku tera pêşkêşê dide dikare usa bêje: “Ez zanim wekî tu eyda roja bûyînê derbaz nakî. Ez tenê dixwazim wekî evê pêşkêşê hildî”. Dibe tu safî kî ku hergê evê pêşkêşê hildî ev wê neyê hesabê ku tu eydê derbaz dikî. Lê hergê ew merî derheqa nihêrandina te nizane, tu dikarî bêjî ku evê eydê derbaz nakî. Ev yek wê alî te bike meriyara şirovekî ku çira tu jî pêşkêşa nadî wan. Aliyê dinva jî wê bi
aqlayî be, ku evê pêşkêşê hilnedî hergê zanî, wekî ev merî evê pêşkêşê dide seva ku îzbat ke, wekî tu hindava baweriya xwe amin nînî, yan jî kara xwe digerî.HINDAVA NEFERÊN MALBETA XWE GEREKÊ ÇAWA BÎ?
16. Ça tu dikarî şehreze bî, çaxê pirs eyd-qeydava tev girêday e?
16 Lê tu çi gerekê bikî hergê hebandina neferên malbeta te û ya te ne yeke? Hindava malbeta xwe jî şehreza be. Ne lazim e wekî tu seva her eyd-qeydekê tevî neferên mala xwe şer bikî. Çimkî îzina wan heye bi cûrê xwe dişirmîş bin û safî kin. Hergê dixwazî wekî neferên mala te qedirê îzina teye safîkirinê bigirin, tu jî gerekê qedirê îzina wane safîkirinê bigirî. (Bixûne Metta 7:12.) Xwe ji wan hemû tişta dûr bigire, çi ku dikare te têke nava şixulên eyd-qeydên rêlîgiyava girêdayî. Lê serwaxt be çaxê pirs derheqa tiştên usa nin ku eyd-qeydên rêlîgiyava girêdayî nînin. Belê, tu gerekê timê usa bikî wekî îsafa te temiz bimîne. (Bixûne 1 Tîmotêyo 1:18, 19.)
17. Ça tu dikarî alî zarên xwe bikî, wekî çaxê ewana dibînin ku dor-berên wan eyd-qeyda derbaz dikin, ji bo vê yekê dişirmîş nebin ku tiştek ji wana kêm dibe?
17 Çi tu dikarî bikî, wekî zarên te dişirmîş nebin ku tiştek cem wan kêm e riyê vê yekêda, wekî van eyd-qeyda derbaz nakin, yên ku ne li ser hîmê Kitêba Pîroz in? Gele tişt girêdayî ye tevî vê yekê, hela wedê din nava salê tu çi bona wan dikî. Hine dê-bav safî dikin wekî wedekî din pêşkêşa bidine zarên xwe. Lê pêşkêşeke lape baş ya ku tu dikarî zarên xwera bidî, ev heye guhdayîn û wedê te.
XWE LI HEBANDINA RAST BIGIRE
18. Ça civatên mesîhiya dikarin alî te bikin, ku xwe li hebandina rast bigirî?
18 Seva ku dilê Xwedê şa bikî, lazim e wekî tu ji hebandina nerast derkevî û bisekinî li aliyê hebandina rast. Ev çi tê hesabê? Di Kitêba Pîrozda nivîsar e: “Bira em bona hevdu Îbranî 10:24, 25). Civatên mesîhiya mecaleke baş didin, ku bikaribî usa Xwedêra qulix kî çawa ew qebûl dike (Zebûr 22:22; 122:1). Li ser van civata, mesîhiyên rast dil didine “ber hev” (Romayî 1:12).
xem bikin, wekî hizkirinê û qencîkirinêda hêlana bidine hev. Bira em dest ji li hevcivînê nekişînin, çawa ku hineka xwera kiriye xeyset, lê em dil bidine hev û hê zêde, çimkî em dibînin ku Roja Axretê nêzîk dibe” (19. Çira usa ferz e ku xeberdî tevî meriya derheqa vê yekê, çi ku tu ji Kitêba Pîroz pêhesiyayî?
19 Xwe li hebandina rast bigirî, ev usa jî tê hesabê wekî xeber dî tevî meriya derheqa wê yekê, çi ku tu pêhesiyayî ji hînbûna Kitêba Pîroz tevî Şedên Yahowa. Îro heçî zef ji meriya “dinalin”, çaxê dibînin ku di dinyayêda çiqas zulmî heye (Hezeqêl 9:4). Dibe tu jî merivên usa nas dikî. Xeber de tevî wan meriya derheqa axirîke baş, yê ku Kitêba Pîroz soz dide. Hergê tu tevî mesîhiyên rast nêzîk bî û meriyara gilî kî derheqa rastiya hewas ji Kitêba Pîroz, tuyê bibînî wekî hêdî-hêdî ji wan eyd-qeydên nerast dûr dikevî, yên ku dilê teda mabûn. Bawer ke hergê tu xwe li hebandina rast bigirî, tuyê bi rastiyê jî bextewar bî û gele kerema bistînî (Malaxî 3:10).
^ abz. 10 Seva ku pêbihesî ça mesîhiyên rast dinihêrin li ser eydên dine navdar, binihêre rûpêla 222-223.