Serwêrên Dewletê
Mesîhî bi dil û can hindava kîjan serwêrtiyê amin û guhdar in?
Usa jî binihêrin Dn. 7:13, 14
-
Meselên Kitêba Pîroz:
-
Zb. 89:18-29—Van rêzada derheqa Padşê Padşatiya Mesîhîtî tê gotinê. Yehowa wî kifş kiriye ça Padşê temamiya erdê
-
Ent. 12:7-12—Destpêka rojên xilaziyê Îsa Mesîh bû Padşê Padşatiya Xwedê û Mîrê-cina ji ezmên avît
-
Rola Mesîhiyên bi ruh kifşkirî hindava Padşatiya Xwedê çi ye?
2 Kr. 5:20; Flp. 3:20, 21
Mesîhî qedirê serwêrên vê dinê digirin
Çira em gura qanûnên dewletê dikin û xerca didin?
Rm. 13:1-7; Tît. 3:1; 1 Pt. 2:13, 14
Usa jî binihêrin Kr.Şn. 25:8
-
Mesela Kitêba Pîroz:
-
Mt. 22:15-22—Çaxê ji Îsa pirsîn, hela peyçûyên wî gerekê xerca bidin yan na, ewî cabeke bîlan da wan
-
Çira em heyfê hilnadin çaxê pey me dikevin?
Yn. 18:36; 1 Pt. 2:21-23
Usa jî binihêrin “Peyketin”
Mesîhî tevnebûyînê xwey dikin
Rast e em qedirê serwêra digirin, dîsa jî çira em înkar dikin guh bidine wan, gava ewana mera dibêjin, ku gura Yehowa nekin?
-
Meselên Kitêba Pîroz:
-
Dn. 3:1, 4-18—Sê xortên Îbranî înkar kirin gura qanûna Babîloniya bikin, çimkî ev yek miqabilî qanûna Xwedê bû
-
Dn. 6:6-10—Daniyêl pêxember, yê ku emirda mezin bû, înkar kir guh bide fermana serwêr, yê ku qedexe kir wekî ew dua bike
-
Ça Îsa peyçûyên xwera mesele hîşt, ku tevnebûyînê xwey kin û nekevine nava şixulên polîtîkî?
Çira qanûnên Xwedê derheqa pûtparistiyê alî Mesîhiya dike tevnebûyînê xwey kin?
Drk. 20:4, 5; 1 Kr. 10:14; 1 Yn. 5:21
-
Mesela Kitêba Pîroz:
-
Dn. 3:1, 4-18—Nebûkedneser Padşa heykeleke ji zêr danî, diqewime ev heykel xudanê qelp Mardûkra hatibû tesmîlkirinê, û ferman da wekî her kes serê xwe ber wî dayne
-
Kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz dikarin alî Mesîhiya bikin, gava serwêrên dewletê ji wana dewa dikin, piştgiriya şer bikin, yan jî şerda kar bikin?
Îş. 2:4; Yn. 18:36
Usa jî binihêrin Zb. 11:5
-
Meselên Kitêba Pîroz:
-
Mt. 26:50-52—Îsa zelal nîşan kir, wekî peyçûyên wî gerekê şerada kar nekin
-
Yn. 13:34, 35—Gelo Mesîhî wê nîşan kin, wekî gura vê temiya Îsa dikin, hergê miqabilî welatên din şer bikin, û diqewime bawermendên xwe jî bikujin?
-
Çira Mesîhî înkar dikin, protêstada kar bikin, yên ku miqabilî serwêrên dewletê ne?
Mtl. 24:21, 22; Rm. 13:1-7; 1 Pt. 2:17
Em ji ku zanin wekî serwêr wê şer bavêjine me û bêjin, ku em miqabilî serwêrên dewletê diçin û problêma pêşda tînin?
-
Mesela Kitêba Pîroz:
-
Kr.Şn. 16:19-23—Pawlosê şandî û Sîlas dihatine zêrandinê, çimkî wana şixulê belakirina Mizgîniyêda kar dikir
-