Xebat
Orta xebat û şabûnê çi hevgirêdan heye?
Wz. 2:24; 3:13, 22; Îş. 65:22
Çira ferz e em xebata xwe bi dil û can û rind bikin?
Mtl. 22:29
-
Meselên Kitêba Pîroz:
-
1 Sm. 16:16-23—Dawidê cahil nas bû ça sazbendekî hoste, lema jî ew hatibû teglîfkirinê, wekî bona Şawûl Padşa lîrê xe gava fikirên xirab dihatine serê wî
-
2 Dr. 2:13, 14—Hûram-Abîv hostekî cêribandî bû, lema jî Silêman Padşa wî teglîfî ser avakirina paristgeha Yehowa kir
-
Çira xizmetkarên Yehowa dixwazin ça xebatçiyên xîret bêne naskirinê?
Ef. 4:28; Kl. 3:23
-
Meselên Kitêba Pîroz:
-
Dsp. 24:10-21—Rêvêka keçikeke xîret bû, ya ku timê hazir bû alî kesên din bike, û ewê bona xulamê Birahîm diha zêde kir, ne ku ewî xwest
-
Flp. 2:19-23—Pawlosê şandî Tîmotêyo cahilra cabdarîke ferz da, çimkî ew yekî milûk bû û hazir bû alî meriva bike
-
Çira xizmetkarên Yehowa gerekê xweranedîtî nîbin?
Mtl. 13:4; 18:9; 21:25, 26; Wz. 10:18
-
Mesela Kitêba Pîroz:
-
Mtl. 6:6-11—Silêman bi mesela mûristangê şirovekir, ku çira ferz e xebatêda xîret bin û xweranedîtî nîbin
-
Em çira gerekê xebatêda xîret bin, wekî bona hewcên xwe xem kin?
2 Ts. 3:10-12; 1 Tîm. 5:18
Em çira gerekê xebatêda xîret bin, wekî bona hewcên malbeta xwe xem kin?
1 Tîm. 5:8
-
Meselên Kitêba Pîroz:
-
Rt. 1:16, 17; 2:2, 3, 6, 7, 17, 18—Rût paşî mirina mêrê xwe giran dixebitî, wekî bona xasiya xwe Nahomiyê xem bike
-
Mt. 15:4-9—Îsa wan meriva sûcdar dikir, yên ku xizmetî dikirine menî, wekî bona dê-bavê xwe xem nekin
-
Çira em gerekê hazir bin matêrîalîda alî kesên din bikin?
Rm. 12:13; 2 Kr. 8:1-4; 9:5, 7, 11; 1 Tîm. 6:17, 18
Çira nihêrandina me hindava pera gerekê rast be?
Mtl. 30:8; 2 Ts. 3:12; 1 Tîm. 6:6-10; Îbr. 13:5
Em ji ku zanin, wekî Yehowa dixwaze alî me bike, ku em xebathez bin û bona hewcên xwe xem kin?
Mt. 6:25, 30-32; Lq. 11:2, 3; 2 Kr. 9:10
-
Meselên Kitêba Pîroz:
-
Dsp. 31:3-13—Aqûb cem Laban dixebitî, yê ku hindava wîda bêrem bû, lê Yehowa bona xîreta wî ew kerem kir
-
Dsp. 39:1-6, 20-23—Ûsiv him mala Potîfar, him jî kelêda yekî xebathez û xîret bû, lema jî Yehowa wî kerem kir
-
Çira şixulê xizmetiyê bona me gerekê diha ferz be, ne ku xebat?
Zb. 39:5-7; Mt. 6:33; Yn. 6:27
-
Meselên Kitêba Pîroz:
-
Lq. 12:15-21—Îsa mesele anî, wekî bide kifşê, ku çiqas bêaqilayî ye riyê hebûkêda heleqetiya xwe tevî Xwedê xirab kin
-
1 Tîm. 6:17-19—Pawlosê şandî Mesîhiyên dewlemendra got, ku kubar-babax nebin û wana hêlan kir, wekî “bi kirinên qenc dewletî bin”
-
Kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz wê alî me bikin rast xebatê bijbêrin?
-
Drk. 20:4; Kr.Şn. 15:29; Ef. 4:28; Ent. 21:8—Gelo ser vê xebatê tê dewakirinê wan tişta bikin, çi ku ber çevê Xwedê nerast e?
-
Drk. 21:22-24; Îş. 2:4; 1 Kr. 6:9, 10; 2 Kr. 7:1—Hergê ez vê xebatê bikim, gelo wê bê hesabê, ku ez tevî wan şixula dibim, kîjan ku ber çevê Xwedê reş in û gelo kesên din jî wê çev nedine min?
-
Rm. 13:1-7; Tît. 3:1, 2—Gelo ser vê xebatê ezê qanûnên dewletê neteribînim?
-
2 Kr. 6:14-16; Ent. 18:2, 4—Gelo ev xebat tiştekîda piştgiriya dînên qelp dike?
Şixulên bona Yehowa
Bona Mesîhiya xebata lape ferz kîjan e?
Mt. 28:19, 20; Lq. 9:2; 2 Tîm. 4:2, 5
Çira xizmetiyêda em çi ji destê me tê dikin?
Lq. 13:24; Rm. 12:11; 1 Kr. 15:58; Îbr. 6:10-12
Usa jî binihêrin 1 Tîm. 3:1
Çira em gerekê hîviyê nîbin, wekî hemû xizmetkarên Xwedê wê wek hev xizmetiyêda kar bikin?
Gl. 6:3-5
-
Meselên Kitêba Pîroz:
-
Mt. 25:14, 15—Ça ji meteloka Îsa tê kifşê, ew hîviyê nîne, wekî hemû peyçûyên wî xizmetiyêda weke hev qewatê û wede xerc kin
-
Lq. 21:2-4—Rast e qurbankirina jinebiya belengaz gelek biçûk bû, lê dîsa jî Îsa ev gelek qîmet kir
-
Em ji kîderê dikarin qewatê bistînin, wekî xizmetiyêda cûre-cûre cabdariya bînin sêrî?
2 Kr. 4:7; Ef. 3:20, 21; Flp. 4:13
-
Mesela Kitêba Pîroz:
-
2 Tîm. 4:17—Pawlosê şandî fem dikir, ku jêra diha zêde qewat lazim e, wekî bikaribe bi temamî xizmetiyêda kar bike
-
Çira gava em bi temamî xizmetiyêda kar dikin, ev yek mera şabûnê tîne?
Zb. 40:8; Yn. 13:17; Aqb. 1:25
Usa jî binihêrin Mt. 25:23