Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Zewac

Zewac

Zewac ça pêşda hat?

Dsp. 1:27, 28; 2:22-24; Mt. 19:4-6

Mesîhî gerekê xwera ça hevalzewac bijbêre?

Çira Mesîhiyê rast gerekê qebûl neke zewaca kur yan qîza xwe tevî wî kesî, yê ku xwe tesmîlî Yehowa nekiriye û nehatiye nixumandinê?

1 Kr. 7:39; 2 Kr. 6:14, 15

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Dsp. 24:1-4, 7—Birahîm bona kurê xwe Îshaq jin, nava wan merivada digeriya, yên ku Yehowara xizmet dikirin, ne ku nava Kenaniyada, yên ku xudanên qelp dihebandin

    • Dsp. 28:1-4—Îshaq gote kurê xwe Aqûb, wekî ew xwera jinê nava xizmetkarên Yehowada bigere, ne ku nava Kenaniyada

Yehowa çi texmîn dike, çaxê xizmetkarekî wî, merivekî usara dizewice, yê ku Wîra xizmet nake?

Qn.Dc. 7:3, 4

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 1 Pd. 11:1-6, 9-11—Yehowa gelek ser Silêman Padşa hêrs ket, çimkî ewî Qanûna Xwedê teriband û jinên xerîbra zewicî, û bin hukumên wanda destpêkir xudanên qelp bihebîne

    • Nm. 13:23-27—Mîna Yehowa, Nehemiya gelek ser mêrên Îsraêlî hêrs ket, çaxê wana jinên xerîb xwera jintî anîn, yên ku Yehowara xizmet nedikirin, û ewî li wan hilat û şîret kir

Çira bi bîlanî ye, wî kesîra bizewicin, yê ku bi aminî Yehowara xizmet dike û navekî baş qazanc kiriye?

Mtl. 18:22; 31:10, 28

Usa jî binihêrin Ef. 5:28-31, 33

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 1 Sm. 25:2, 3, 14-17—Nabal merivekî dewletî bû, lê ew yekî zulm û sert bû. Jina wî Abîgayl destê wîda gelek diçerçirî

    • Mtl. 21:9—Hergê em ne bi bîlanî xwera hevalzewac bijbêrin, emê nikaribin bextewar bin û edilayêda bin

    • Rm. 7:2—Pawlosê şandî şirovekir, ku çaxê jinek mêr dike, ew dikeve bin hukumê mêrê qisûrdar, lema jî kulfeta bîlan fesal xwera hevalzewac dijbêre

Hazirbûna bona Zewacê

Çira Mesîhî pêşiya ku bona zewacê bifikire, ew gerekê îzbat be, ku wê bikaribe bona malbeta xwe xem bike?

1 Tîm. 5:8

  • Mesela Kitêba Pîroz:

    • Mtl. 24:27—Pêşiya ku mêr bizewice û bibe xweyê zara, ew gerekê bi xîret bixebite, ku bikaribe ebûra malbeta xwe bike

Çira gava qîz û xort rastî hev tên, ewana gerekê dîna xwe bidine hunurên hev, ne ku bejn-bala hev, û ji Mesîhiyên ruhanîda gihîştî şîreta bixwazin?

Mtl. 13:10; 1 Pt. 3:3-6

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Rt. 2:4-7, 10-12—Bowaz dîna xwe dayê, wekî Rût yeke xebathez e, Yehowa hez dike û bona xasiya xwe Nahomî xem dike. Usa jî ew ji merivên bi îtbar pêhesiya, wekî ew yeke baş e, û bi saya vê yekê ewî rind lê nas kir

    • Rt. 2:8, 9, 20—Rût dîna xwe dayê, wekî Bowaz yekî merd û qenc e û Yehowa hez dike, usa ewê rind wî nas kir

Çira Yehowa dewa dike, wekî qîz û xortên ku rastî hev tên, yan jî îda nîşankirî ne, aliyê nav-namûsiyêda temizayê xwey kin?

Gl. 5:19; Kl. 3:5; 1 Ts. 4:4

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Mtl. 5:18, 19—Hine cûrên eyankirina hezkirinê, qîz û xort tenê paşî zewacê dikarin hindava hevda bidine kifşê

    • St.Sl. 1:2; 2:6—Çaxê qîzika ji Şûnemê rastî şivan dihat, wana hestên xwe hevdura didane kifşê, lê normên Xwedê nediteribandin

    • St.Sl. 4:12; 8:8-10—Qîzika ji Şûnemê yeke xwegirtî bû û aliyê nav-namûsiyêda temizayî xwey dikir. Ew mîna baxçeke dadayî bû

Çira qîz û xort gerekê li gora qanûnên dewletê zewaca xwe destûr kin?

Mt. 22:21; Rm. 13:1; Tît. 3:1

Cabdariyên mêra

Yehowa kîjan cabdariyên ferz daye mêra?

Ef. 5:23, 25, 28-31, 33

Mêr gerekê çev bide kê, gava rola malxê malê tîne sêrî?

1 Kr. 11:3; Ef. 5:23

Çira mêr gerekê jina xwera bide kifşê, ku lê hez dike û usa jî hest û hewcên wê hildide hesab?

Kl. 3:19; 1 Pt. 3:7

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Dsp. 21:8-12—Rast e, çi ku Serayê gote Birahîm, dîlê wî xweş nehat, dîsa jî Yehowa gote wî, wekî gura Serayê bike

    • Mtl. 31:10, 11, 16, 28—Mêrê bîlan, yê ku jineke baş xwera dîtiye, wê lê kontrol neke û şaşiyên wê negere. Ewê îtbariya xwe lê bîne û payê wê bide

    • Ef. 5:33—Çawa ji giliyên Pawlosê şandî tê kifşê, bona jin ferz e bizanibe, ku mêrê wê lê hez dike

Cabdariya jina

Yehowa kîjan cabdariyên ferz daye jina?

Dsp. 2:18; Kl. 3:18; Tît. 2:4, 5

Gelo dikarin bêjin, ku rola jina hine tiştada nimiz e?

Dsp. 1:26-28, 31; 2:18

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Mtl. 1:8; 1 Kr. 7:4—Yehowa malbetêda hine hukum daye jina û dayîka

    • 1 Kr. 11:3—Pawlosê şandî got, ku xêncî Xwedêyê Himzor, serê her kesî heye

    • Îbr. 13:7, 17—Civatêda, him jin him jî mêr gerekê gura wan bira bikin, yên ku cabdarî hildane ser xwe

Ça kulfeta xwedêxof, mêrê kîjanê ku Yehowara xizmet nake, dikare dilê Xwedê şa ke?

1 Kr. 7:13-16; 1 Pt. 3:1, 2

Çira kulfet gerekê qedirê mêrê xwe bigire?

Ef. 5:33

  • Mesela Kitêba Pîroz:

    • Dsp. 18:12; 1 Pt. 3:5, 6—Serah gelek qedirê mêrê xwe digirt û wî ça axayê xwe hesab dikir

Kitêba Pîrozda derheqa kîjan hunurên kulfetêye baş tê gotinê?

Mtl. 19:14; 31:10, 13-31

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Dsp. 24:62-67—Rêvêkayê alî mêrê xwe Îshaq kir, wekî paşî mirina diya xwe dilrihetiyê bistîne

    • 1 Sm. 25:14-24, 32-38—Abîgaylê bi milûktî ji Dawid lava kir, ku dilremiyê bide kifşê, û usa ewê mêrê xwe û hemû mêrên mala xweda xwey kir

    • Es. 4:6-17; 5:1-8; 7:1-6; 8:3-6—Esterê emirê xwe kire bin xofê û bê teglîfkirin du cara çû bal mêrê xwe Ahaşveroş Padşa, û lavaya wî kir, wekî cimeta Xwedê biparêze

Safîkirina problêma

Kîjan prînsîp dikarin alî jin-mêra bikin, wekî problêmên zewacêda safî kin?

1 Kr. 13:4-8; Ef. 5:33; Kl. 3:12-14

Kîjan prînsîp dikarin alî cotê zewicî bikin, wekî nihêrandina wan hindava pera rast be?

Lq. 12:15; Flp. 4:5; 1 Tîm. 6:9, 10; Îbr. 13:5

Usa jî binihêrin “Pere

Kîjan prînsîp dikarin alî jin-mêr bikin, wekî problêmên xwe, yên ku dê-bav û merivên wanva girêdayî ne, safî kin?

Zb. 34:14; Mt. 19:5, 6; 1 Kr. 13:4, 5

Jin-mêr kîjan prînsîpa dikarin hildin hesab, wekî pirsên ku heleqetiya wane sêksûalîva girêdayî ne safî kin?

Mtl. 5:15-20; Mt. 5:27, 28; 1 Kr. 7:3-5; 10:24; Flp. 2:4; Îbr. 13:4

Çira jin û mêr gerekê dîna xwe bidine hunurên hevduye baş, ne ku xirab?

Zb. 103:14; 130:3, 4; Mtl. 17:9; 1 Pt. 4:8

Çira gava ku problêm pêşda bên, diha baş e zû-zû bi hezkirinê wan problêma safî kin, ne ku ser hevdu hêrs kevin û bixeyîdin?

Zb. 37:8; Mtl. 14:29; Ef. 4:26, 27; Aqb. 1:19, 20

Çira Mesîh gerekê ser hevdu hêrs nekevin, nekine qare-qar, giliyên tel hevdura nebêjin û tu ziyana fîzîkî nedine hev?

Zb. 11:5; Gl. 5:19-21; Ef. 4:31, 32; Tît. 3:2

Jin-mêr gerekê çi nêtê daynin pêşiya xwe, gava orta wanda nefemdarî pêşda tê?

Zb. 34:14; Mt. 5:9; Rm. 12:17, 18, 21

Jin-mêr zewaca xweda çi kerema dikarin bistînin, hergê heleqetiya tevî Yehowa bona wan ser ciyê pêşin be?

Wz. 4:9-12

Normên zewacê

Kitêba Pîrozda derheqa heleqetiya sêksûalî û zewacê çi tê gotinê?

Mtl. 6:32; Mt. 5:27, 28; 1 Kr. 6:9, 10; Îbr. 13:4

Nihêrandina Mesîhiya hindava pirejiniyê gerekê çawa be?

Mt. 19:8, 9; 1 Kr. 7:2; 1 Tîm. 3:2, 12

Em ji ku zanin, wekî zewac gerekê tenê orta jin û mêrda be?

Dsp. 2:18, 22, 24; Mt. 19:4-6; Rm. 1:23-27

Çira jin-mêr gerekê ji hev neqetin?

Mk. 10:6-9; Rm. 7:2, 3; 1 Kr. 7:10, 11

Li gora Kitêba Pîroz, meniya tek bona hevqetandinê kîjan e?

Çaxê jin-mêr ne li gora Kitêba Pîroz ji hev diqetin, Yehowa ça ser vê yekê dinihêre?

Mlx. 2:13-16

Gelo, meriv dîsa dikare bizewice, gava cotê wîye zewacê dimire?

Rm. 7:2, 3; 1 Kr. 7:39