Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

PARA 25

Şîret Derheqa Baweriyê, Rabûn-Rûniştinê û Hizkirinê

Şîret Derheqa Baweriyê, Rabûn-Rûniştinê û Hizkirinê

Nemên Aqûb, Petrûs, Yûhenna û Cihûda, Mesîhiya hêlan dikin

AQÛB û Cihûda ji aliyê dêda birê Îsa bûn, lê Petrûs û Yûhenna şagirtên wî bûn. Ji nemên ku ketine nava Nivîsarên Yûnaniya, heft hev wana nivîsî ye. Her nemek bi navê nivîskarê xwe ye. Şîretên van nemada ku ji bîna ber Xwedê ne, alî Mesîhiya dikin, wekî himberî Yehowa û Padşatiya wî aminiyê xwey kin.

Baweriya xwe pê şixul îzbat kin. Bes nîne tenê bêjin, em Xwedê bawer dikin. Baweriya rast pê şixula îzbat dibe. Aqûb nivîsiye: “Bawerî bêyî kira mirî ye” (Aqûb 2:26). Baweriya ku cêribandinada şidiyayî ye, teyaxbûnê pêşda tîne. Mesîhî gerekê ji Xwedê bîlaniyê bixwazin û bawer bikin, wekî ew wê eseyî xwestina wan, bîne sêrî. Kî ku heta xilaziyê sebir dike, Xwedê wana qebûl dike (Aqûb 1:2-6, 12). Hergê em baweriyêda dudilî nebin, Yehowa wê kêleka me be. Aqûb dibêje: “Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire” (Aqûb 4:8).

Bawerî gerekê usa qewî be, wekî em bikaribin miqabilî cêribandina û bênamûsiyê bisekinin. Çimkî meriyên xirab û bênamûs, dor-berê Mesîhiya zêde dibûn, lema jî Cihûda ewana hêlan dikirin, wekî qayîm xwe bigirin, û seva baweriyê şer bikin (Cihûda 3).

Rabûn-rûniştina rast û temiz. Yehowa dixwaze wekî xizmetkarên wî hemû aliyava, xwe temiz xwey kin. Petrûs dinivîse: “Pîroz bin nava hemû rabûn-rûniştina xweda. Çawa nivîsar e: ‘Pîroz bin, çimkî ezî [Yehowa] pîroz im’” (1 Petrûs 1:15, 16). Vê yekêda, Îsa meseleke mezin hîşt seva Mesîhiya. Petrûs got: “Mesîh xwexa jî bona we cefa kişand û nexşek wera hişt, wekî hûn pêgeha wîda herin” (1 Petrûs 2:21). Rast e, seva pêkanîna qanûnên Xwedê, Mesîhî dikarin biçerçirin, lê bi vê yekê ewana “îsafa rihet” xwey dikin (1 Petrûs 3:16, 17). Petrûs Mesîhiya hêlan dike, wekî ewana temiz û helal bimînin, hîviya roja dîwana Xwedê û dinya sozdayî bin, “kîjanada rastiyê bimîne” (2 Petrûs 3:11-13).

“Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire” (Aqûb 4:8).

Hizkirinê nîşan kin. Yûhenna nivîsiye: “Xwedê hizkirin e”. Ewî da kifşê, wekî Xwedê hizkirineke mezin da kifşê bi vê yekê, çaxê Îsa şand ça qurban, dêmek “çawa mecala baxşandina gunên me”. Mesîhî çi cûreyî gerekê caba hizkirina Xwedê bidin? Yûhenna şirovedike: “Delalno, heger Xwedê aha em hiz kirin, wekî usa ye gerekê em jî hevdu hiz bikin” (1 Yûhenna 4:8-11). Ji van hizkirina yek, mêvanhizî ye (3 Yûhenna 5-8).

Lê Mesîhî ça dikarin hizkirina xwe hindava Yehowa nîşan kin? Yûhenna cabê dide: “Em hizkirina xwe hindava Xwedêda didine kifşê, gava em temîyên wî diqedînin. Û temiyên wî ne giran in” (1 Yûhenna 5:3; 2 Yûhenna 6). Kitêba Pîroz dibêje, kî ku usa gura Xwedê dike, wê nava hizkirina Xwedêda be û “jîyîna heta-hetayê” bistîne (Cihûda 21).

​—Ser hîmê kitêbên Aqûb; 1 û 2 Petrûs; 1, 2, û 3 Yûhenna; Cihûda.