Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

PARA 11

Kilamên ku ji Bîna ber Xwedê Hatine Nivîsarê

Kilamên ku ji Bîna ber Xwedê Hatine Nivîsarê

Dawid û yên din kilamên hebandinê dinivîsin. Kitêba Zebûrda 150 kilamên usa hatine nivîsarê

KITÊBA lape mezin, Kitêba Pîrozda ev heye topkirina kilamên pîroz. Seva hazirkirinê û nivîsara vê kitêbê, weke 1 000 sal lazim hat. Vê kitêba Zebûrada, gelek kilamên dilgerm hene, û usa jî kilamên derheqa baweriyê. Ev kilam derbazî me dikin cûre-cûre êmosiyên wan meriya, yên ku ev zebûr nivîsîne. Mesele, nav wanda hene kilamên derheqa şabûnê, razîbûnê, duakirinê, berxweketinê û tobekirinê. Ça tê kifşê zebûrbêja îtbariya xwe Xwedê dianîn, û heleqetiya wane nêzîk tevî Xwedê hebû. Were em niha binihêrin, van Zebûrada derheqa çi tê gotinê.

Yehowa hukumdarê qanûnî ye, yê ku hêja ye wekî em wî hurmet kin û wîra xizmet kin. Zebûra 83:18-da, em dixûnin: “Navê te Yehowa ye, û li ser temamiya erdê yê Herî Jorin tenê tu yî, DT”. Hine zebûr, navê Yehowa pîroz dikin seva efrînên wî, mesele seva keremetên tebiyetê, steyrkên ezmana û efirandina bedena meriya (Zebûr 8, 19, 139, 148). Hinek jî Yehowa Xwedê hurmet dikin, ça Xwedêyê ku xilaz dike û xwey dike wan meriya, kî ku wîra amin in (Zebûr 18, 97, 138). Yên din jî Yehowa hurmet dikin seva rastiya wî, çimkî ew meriya ji çetinaya xilaz dike, û merivên xirab jî ceza dike (Zebûr 11, 68, 146).

Yehowa alîkariyê û berdiliyê dide wan meriya, yên ku wî hiz dikin. Zebûra 23-da, yê ku ji zebûrên dinêna gelek navdar e, Dawid, Yehowa himberî şivanekî dilgerm dike, yê ku rêberiya berxên xwe dike, wana xwey dike û miqatî wan dibe. Zebûra 65:2 dîna me dide ser wê yekê, ku Yehowa ew Xwedê ye, “yê ku duaya dibihîze, ÎM”. Gelek ji wan meriya yên ku gunê giran kirine, hêsabûnê û dilgermiyê divînin ji Zebûra 39 û 51. Van Zebûrada tê şirovekirinê, ku Dawid ji gunên xweyî giran poşman dibe û tobe dike, usa jî gumana wî hebû, wekî Yehowa wê bibaxşîne wî. Zebûra 55:22 jî me hêlan dike, wekî timê îtbariya xwe Yehowa bînin û hemû barên xwe tesmîlî wî bikin.

Bi saya Padşatiya Mesîh, Yehowa wê halê dinyayê biguhêze. Zebûrada hine ciya, derheqa Mesîh, Padşayê sozdayî hatine nivîsarê. Zebûra 2-da nivîsar e, wekî ev Padşa wê qir ke wan mileta, yên ku miqabilî wî diçin. Zebûra 72 dibêje, wekî ev Padşa wê birçîbûnê, nerastiyê û zulmiyê bide hildanê. Zebûra 46:9-da tê gotinê, wekî Xwedê wê bi saya Padşatiya Mesîh, hemû şera bide sekinandinê û hemû çeka jî bide hildanê. Zebûra 37-da jî em dixûnin, ku merivên zulmkar wê bimirin, lê meriyên qenc wê li ser erdê heta-hetayê bijîn û edilayêda û bextewariyêda şa bin.

—Ser hîmê kitêba Zebûr.