ŞAGIRTA HAZIR KIN
DERSA 12
Raste-Rast Xeber din
Prînsîp: “Rûn û bixûr dil şa dikin, şîrinaya hevaltîyê jî ji şîretên qenc” (Metlk. 27:9).
Mesela Îsa
1. Binihêrin VÎDÊO, yan jî bixûnin Markos 10:17-22. Paşê van pirsa şêwir kin:
Em ji Îsa Çi Hîn Dibin?
2. Em gerekê şagirtên xwera hezkirinê bidine kifşê, lê dîsa jî lazim e jêra zelal nîşan kin, ku ew gerekê çi bike, wekî ruhanîda pêşda here.
Çev Bidine Îsa
3. Alî şagirtê xwe bikin ku ew nêta dayne pêşiya xwe û bigihîje wan nêta.
-
Bidine xebatê para “Nêt” ji her derseke kitêba Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!
-
Alî şagirtê xwe bikin, wekî ew fem ke, ku çi gerekê bike, wekî bigihîje him nêtên biçûk, him jî yên mezin.
4. Pêbihesin çi riya şagirtê we digire pêşda here û alî wî bikin.
-
-
“Hergê şagirtê min berbi nixumandinê gava navêje, gelo çi riya wî digire?”
-
“Gelo çida ez dikarim alî wî bikim?”
-
-
Bona mêrxasiyê dua bikin, ku hûn bikaribin raste-rast û bi hezkirinê bêjin, wekî ew gerekê çi gava bavêje.
5. Hergê şagirt ruhanîda pêşda naçe, hînbûnê bidine sekinandinê.
-
Seva ku bizanibin hînbûnê berdewam kin yan na, ji xwe bipirsin:
-
“Gelo şagirtê min çi ku hîn dibe, emirê xweda dide xebatê?”
-
“Gelo ew tê ser civata û derheqa baweriya xwe kesên dinra dibêje?”
-
“Hergê ew îda gelek wext Kitêba Pîroz hîn dibe, gelo xwestina wî heye bibe Şedê Yehowa?”
-
-
Hergê xwestina wî tune ye pêşda here:
-
Ji wî bipirsin hela çi riya wî digire.
-
Bi nermî şirovekin ku çima hûn dixwazin hînbûnê bidine sekinandinê.
-
Jêra bêjin ku çi gava ew gerekê bavêje, hergê ew paşê dîsa bixwaze hînbûnê berdewam ke.
-
USA JÎ BINIHÊRIN
Zeb. 141:5; Metlk. 25:12; 27:6; 1 Korn. 9:26; Kols. 4:5, 6