Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

XEBERDANÊ DESTPÊKIN

Kar. Şand. 8:30, 31

DERSA 2

Bi Tebiyetî Xeber din

Bi Tebiyetî Xeber din

Prînsîp: “Çiqas xweşe her xeber wextê xweda!” (Metlk. 15:23).

Mesela Fîlîpo

1. Binihêrin VÎDÊO, yan jî bixûnin Karên Şandiya 8:30, 31. Paşê van pirsa şêwir kin:

  1.    Fîlîpo ça xeberdan destpêkir?

  2.   Çira ev cûrê destpêkirina xeberdanê tebiyetî bû û ça bi saya vê yekê wezîrê Etyopî tiştekî teze pêhesiya?

Em ji Fîlîpo Çi Hîn Dibin?

2. Hergê em bihêlin wekî xeberdan bi tebiyetî berdewam be, dibeke merivra diha hêsa be tevî me bikeve xeberdanê û guh bide me.

Çev Bidine Fîlîpo

3. Dîna we ser her tiştî be. Hûn dikarin derheqa vî merivî gelek tişt pêbihesin, hergê dîna xwe bidine jêst û rêaksiya sifetê wî û cûrê xeberdana wî. Gelo tê kifşê ku ew dixwaze tevî we xeber de? Hûn dikarin pirseke hêsa ser hîmê Kitêba Pîroz bidine wî, mesele “Te zanibû, wekî . . . ?” Destê zorê tevî wî merivî nekevine xeberdanê, yê ku naxwaze xeber de.

4. Sebirê bidine kifşê. Nefikirin wekî hûn gerekê derbêra derheqa rastiya Kitêba Pîroz tevî meriv xeber din. Gava mecal vebe wekî bi tebiyetî vê yekê bikin, wî çaxî hûn îda dikarin derheqa Kitêba Pîroz xeber din. Cara diqewime wedê serlêdana duda mecal bona vê yekê vebe.

5. Bona her dereca hazir bin. Diqewime meriv destpêke derheqa tiştekî usa xeber de, ku hûn ne jî hîviyê bûn. Lema jî hazir bin, wekî derheqa van tişta tevî wî xeber din, çi ku wîra ferz e, ne ku çi we hazir kiriye wekî jêra bêjin.

USA JÎ BINIHÊRIN

Waîz 3:1, 7; 1 Korn. 9:22; 2 Korn. 2:17; Kols. 4:6