Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

ELAMETIYA ZÊDE C

Ça Hînbûna Kitêba Pîroz Derbaz kin bi Saya Kitêba Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!

Ça Hînbûna Kitêba Pîroz Derbaz kin bi Saya Kitêba Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!

Bira gelek dua dikirin û rind lêkolîn dikirin, ku çi înformasiya gerekê hebe vê kitêbêda bi navê Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê! Seva ku hê zêde karê ji vê kitêbê bistînin, wedê derbazkirina hînbûna Kitêba Pîroz, bidine xebatê mêtodên ku jêrê hatine dayînê.

Pêşiya hînbûnê

  1. 1. Bi temamî xwe hazir kin. Wedê hazirbûnê, bifikirin derheqa hewcên şagirtê xwe, dereca wî û nihêrandina wî. Bifikirin derheqa wan tişta, çi dikare bona wî çetin be fem ke, yan jî bide xebatê. Usa jî dişirmîş bin, ku ça para “Hê Zêde Pêbihese” dikare alî şagirtê we bike. Hazir bin wedê hînbûnê evê parê bidine xebatê li gora hewcê şagirtê xwe.

Wedê hînbûnê

  1. 2. Hergê şagirtê we qayîl e, pêşiya û paşî hînbûnê dua bikin.

  2. 3. Wedê hînbûnê gelek xeber nedin. Dîna xwe bidine têmayê, ya ku hûn derbaz dibin û bira şagirt fikirên xwe bêje.

  3. 4. Çaxê para teze destpêdikin, pêşxebera vê parê bixûnin û navê çend seriya şêwir kin.

  4. 5. Çaxê hûn evê parê xilaz kin, bidine xebatê para “wekilandin”, wekî alî şagirtê xwe bikin wan rastiya bîra xweda xwey ke, çi ku ew pêhesiya.

  5. 6. Wedê hînbûna her serîkî, tevî şagirtê xwe:

    1. a. Abzasê bixûnin.

    2. b. Wan rêza bixûnin, kîderê nivîsiye “Bixûne”.

    3. c. Hergê lazim be, rêzên din jî bixûnin.

    4. ç. Hemû vîdêoya binihêrin, kîderê ku nivîsiye “Vêxe” (hergê tê standinê).

    5. çʹ. Her pirsên ku hatine dayînê bidine şagirt.

    6. d. Dîna şagirtê xwe bidine hemû şikila ji para “Kûr Lêkolîn ke” û bira ew wan şikila şiroveke.

    7. e. Para “Nêt” bidine xebatê, wekî alî şagirtê xwe bikin ruhanîda pêşda here. Hûn dikarin wî hêlan kin, wekî vê nêtê bide pêşiya xwe, ya ku hatiye dayînê, ku bikaribe bigihîje nêtên xweye din jî.

    8. eʹ. Ji şagirtê xwe bipirsin, ku ji para “Hê Zêde Pêbihese” çi gelek wî xweş hat, gava ewî xwe bona dersê hazir dikir.

    9. ê. Hergê tê standinê carekêra dersekê derbaz kin.

Paşî hînbûnê

  1. 7. Berdewam kin derheqa şagirtê xwe bifikirin. Yehowara dua kin, wekî pêşdaçûyîna şagirtê we kerem ke û bîlaniyê bide we, ku bizanibin ça alî wî bikin.