Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Nema ji Koma Rêberiyê

Nema ji Koma Rêberiyê

Xûşk û Birên Delal:

Hezkirina hindava Xwedê û meriva me hêlan dike “herin, merivên ji hemû mileta” bikine şagirt û wana “binixumînin” (Met. 28:19, 20; Mark. 12:28-31). Hezkirina rast, qewî ye. Hergê em hezkirina usa bidine kifşê, emê bikaribin alî wan meriva bikin, dilê kîjana hazir e rastiyê qebûl kin, ya ku dibe berbi emirê heta-hetayê (Kar. Şand. 13:48).

Berê dîna me heçî zef ser vê yekê bû, wekî pêşanîna bîra xweda xwey kin û merivara edebyeta bihêlin. Niha em gerekê ser vê yekê bixebitin, ku ça tevî meriva bikevine xeberdanê. Em dixwazin merivara hezkirinê bidine kifşê bi vê yekê, ku tevî wan derheqa tiştên usa xeber din, çi ku wanra hewas e. Ev yek tê hesabê hazir bin, ku nihêrandin û hewcên her kesî hildin hesab. Gelo eva broşûra ça dikare vê yekêda alî me bike?

Vê broşûrêda 12 ders hene, kîjan ku me hîn dikin wan hunur û fereseta nav xweda pêşda bînin, yên ku wê alî me bikin hezkirinê hindava merivada bidine kifşê û şagirta hazir kin. Her ders ser hîmê dereceke ji Kitêba Pîroz e, kîjanîda Îsa yan jî xizmetkarekî qirna yekê, xizmetiyêda fereseteke mexsûs dida kifşê. Nêta me ew nîne ku pêşanîna ezberî kin, lê ew e, ku hezkirinê merivara bidine kifşê. Ev hemû hunur û fereset bona cûre-cûre derecên xizmetiyêda gelek ferz in, lema jî emê şêwir kin ku ça ev her hunur û fereset alî me dikin, wekî xeberdanê destpêkin, serlêdanên dubare bikin û hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz kin.

Wedê şêwirkirina her dersekê, rind bifikirin derheqa vê yekê, ku ça hûn dikarin mihala xweda filan hunurî yan feresetî, wedê xeberdana tevî meriva bidine kifşê. Her tiştî bikin, wekî hezkirina xwe hindava Yehowa û meriva diha qewî kin. Ev hezkirin ji her tiştî zêdetir wê alî we bike, ku bigihîjine nêta xwe, dêmek şagirta hazir kin.

Em gelek qîmet dikin ku qedirekî usa mezin mera hatiye dayînê, wekî mil bi mil tevî we hevkariyê bikin (Sêfn. 3:9). Bira Yehowa keremên mezin ser weda bibarîne, ku hûn berdewam dikin hezkirinê hindava meriva bidine kifşê û şagirta hazir kin!

Birên we,

Koma Rêberiyê ya Şedên Yehowa