DERSA 15
Çira Tu Gerekê Berdewan kî hê Zêde Pêbihesî Derheqa Mizgîniya Xwedê?
1. Heger tu berdewan kî hînbûna Kitêba Pîroz, tuyê çi karê bistînî?
Ev hînkirinên ji Kitêba Pîroz, yên ku tu îda pêhesiyayî, hilbet hizkirina te hindava Xwedê qewî kiriye. Lê seva ku vê hizkirinê hê qewî kî, lazim e dîsa qewatê bidî xebatê (1 Petrûs 2:2). Emirê teyî heta-hetayê tevgirêdaye bi vê yekê, hela tuyê berdewan kî bi hînbûna Kitêba Pîroz nêzîkî Xwedê bî, yan na. Bixûne Yûhenna 17:3; Cihûda 21.
Heger tu berdewan kî bistînî zanebûnê derheqa Xwedê, baweriya te jî wê qewî be. Bawerbûn wê alî te bike, wekî dilê Xwedê şa bikî (Îbranî 11:1, 6). Ev yek wê hêlana bide te, wekî gunên xwe bidî riyê xwe û emirê xwe berbi başbûnê biguhêzî. Bixûne Karêd Şandiya 3:19.
2. Ça zanebûna te derheqa Xwedê, dikare karê meriyara bîne?
Hilbet tuyê bixwazî meriyara gilî kî derheqa wê yekê, çi ku tu hîn bûyî. Em gişk jî şan e derheqa mizgîniya Xwedê xeber din. Wedê hînbûna Kitêba Pîroz, tuyê usa jî hîn bî ça Kitêba Pîroz bidî xebatê, wekî baweriya xwe hindava Yahowa Xwedê û mizgîniya wî, meriyara rind şirovekî. Bixûne Romayî 10:13-15.
Gelek meriya îda destpêkirin bona mizgîniya Xwedê hevalên xwera yan jî bira-pismamên xwera gilî kin. Lê fesal be. Dewsa wê yekê ku meriyara bêjî, wekî hebandina wana nerast e, hê baş e wekî wanara derheqa sozên Xwedê xeber dî. Usa jî bira di bîra teda be, wekî li ser meriya diha zef hukum dibe ne ku giliyên me, lê şixulên meyî baş û merîfetbûna me. Bixûne 2 Tîmotêyo 2:24, 25.
3. Çi mecal tera vedibe?
Hînbûna Xebera Xwedê wê alî te bike, wekî heleqetiya te tevî Yahowa Xwedê hê qewî be. Bi saya vê yekê tuyê bikaribî hê nêzîkî wî bî. Tê bibî para wî, dêmek bi rastiyê jî bibî neferê malbeta Xwedê. Bixûne 2 Korintî 6:18.
4. Ça tu dikarî hê pêşda herî?
Heger tu berdewan bikî hînbûna Xebera Xwedê, tuyê hîn bî çawa qanûn û şîretên Kitêba Pîroz biqedînî (Îbranî 5:13, 14). Ji Şedên Yahowa kesekîra bêje, wekî tevî te hînbûna Kitêba Pîroz derbaz be, bi kitêba “Çi hîn dike Kitêba Pîroz?”. Çiqas hê zef tu ji Xebera Xwedê hîn bî, haqas emirê te wê hê bextewar be. Bixûne Zebûr 1:1-3; 73:27, 28.
Yahowa heye Xwedayê bextewarbûnê û xweziliyê, hemû mizgînî û elametiyên baş ji wî tên. Heger tu nêzîkî cimeta Xwedê bî, bi wê yekê tê nêzîkî Xwedê bî (Îbranî 10:24, 25). Heger di aliyê xweda tu hemû tiştî bikî, wekî Yahowa Xwedê şa bikî, tuyê emirê heta-hetayê qazanç kî. Bi rastiyê jî, meriv nêzîkî Xwedê be, ji vê çêtir tu tişt ne heye, ne jî wê hebe. Bixûne 1 Tîmotêyo 1:11; 6:19.