DERSA 10
Ça em Dikarin tê Derxin Xwedê Kîjan Hebandinê Qebûl Dike?
1. Hebandina ku Xwedê qebûl dike tenê yek e?
Îsa Mesîh şagirtên xwera tenê hebandinek hîşt, û tenê ewê hebandinê Xwedê qebûl dike. Ev hebandin mîna rêkê ye, yê ku berbi jîyîna heta-hetayê dibe. Îsa Mesîh giliyên usa got: “Hindik in ewên ku wê rêyê dibînin” (Metta 7:14). Xwedê tenê ewê hebandinê qebûl dike, ya ku li ser hîmê Xebera wî ye. Bixûne Yûhenna 4:23, 24; 14:6; Efesî 4:4, 5.
Binihêre vîdêo Gelo Hemû Rêlîgiya Xwedê Xweş Tên?
2. Çi Îsa Mesîh got derheqa mesîhiyêd nerast?
Îsa Mesîh elam kir, ku pêxemberên derew wê mesîhîtiya rast tevîhev xin. Gava li ser wana dinihêrî, te tirê ku ewana qulixkarên rast in. Wana nav daniye li ser xwe ku mesîhî ne. Lê kî ne ewana bi rastiyê em hêsa dikarin tê derxin. Çimkî mesîhiyên rast Xwedêra rast qulix dikin, lema jî tenê cem mesîhiyên rast hene ew hunur û xeysetên baş, bi saya çi jî ewana têne naskirinê. Bixûne Metta 7:13-23.
3. Ça tu dikarî tê derxî kîjan in mesîhiyêd rast?
Niha em pêbihesin derheqa pênc tişta, bi saya çi jî mesîhiyên rast têne naskirinê:
-
Mesîhiyêd rast Kitêba Pîroz hesab dikin Xebera Xwedê û qedirê vê kitêbê digirin. Ewana hemû tiştî dikin, wekî pê prînsîpên Kitêba Pîroz bijîn. Mesîhiyên rast çi ku dannasîn dikin, bi vî cûreyî xwexa jî dijîn. Lê hebandina nerast Metta 15:7-9). Lema jî orta hebandina rast û yên mayîn firqî heye. Bixûne Yûhenna 17:17; 2 Tîmotêyo 3:16, 17.
li ser hîmê nêt û fikirên meriya ye ( -
Mesîhiyêd rast, navê Xwedê Yahowa hurmet dikin. Mûsa û Dawidê pêxember navê Xwedê zanibûn û didane xebatê (Derketin 3:15; Zebûr 8:1). Îsa Mesîh jî navê Xwedê hurmet dikir û eyan dikir. Ewî alî meriva dikir, wekî ewana Xwedê nas bikin. Îsa usa jî ewana hîn dikirin dua bikin, ku navê Xwedê pîroz be (Metta 6:9). Lê niha pirsê bide xwe: Li wan ciya kîderê ku ez dijîm, kî derheqa navê Xwedê xeber dide? Bixûne Yûhenna 17:26; Romayî 10:13, 14.
-
Mesîhiyêd rast derheqa Padşatiya Xwedê dannasîn dikin. Yahowa Xwedê, Îsa şande ser erdê, ku ew mizgîniya xêrê derheqa padşatiya Xwedê dannasîn bike, çimkî tenê ev e gumana meriya. Îsa Mesîh timê derheqa vê padşatiyê xeber dida, û ewî heta ber mirinê jî xeber da derheqa padşatiyê (Lûqa 4:43; 8:1; 23:42, 43). Îsa Mesîh got, wekî şagirtên wî jî gerekê derheqa Padşatiya Xwedê dannasîn bikin. Niha pirsê bide xwe: Îro kî derheqa Padşatiya Xwedê dannasîn dike? Bixûne Metta 24:14.
-
Yêd pey Îsa Mesîh diçin, xwe ji vê dinya neheq dûr digirin. Tu dikarî mesîhiyên rast bi wê yekê nas kî, ku ewana nakevine nav şixulên polîtîkê û şer-dewê vê dinyayê (Yûhenna 17:16; 18:36). Ewana usa jî xwe ji hemû şixulên heram û xirab, yên ku di vê dinyayêda têne kirinê, dûr digirin. Bixûne Aqûb 4:4.
-
Orta mesîhiyêd rast hezkirina mezin heye. Mesîhiyên rast ji Kitêba Pîroz hîn dibin qedirê hemû mileta bigirin. Hebandinên nerast timê piştgiriya şerê orta mileta dikin û wana kerem dikin, lê mesîhiyên rast înkar dikin vê yekê (Mîxa 4:1-3). Mesîhiyên rast wedê xwe û perê xwe xerc dikin, seva ku alî meriva bikin û wana dilgerm kin, û di vê yekêda ewana kara xwe nagerin. Bixûne Yûhenna 13:34, 35; 1 Yûhenna 4:20.
4. Tu dikarî tê derxî kîjan e hebandina rast?
Hînkirina kîjan hebandinê bi temamî li ser hîmê Kitêba Pîroz e? Kîjan hebandin navê Xwedê rûmet dike û dannasîn dike, ku tenê Padşatiya Xwedê dikare hemû problêmên meriya safî ke? Ça tu dişirmîş dibî ev kîjan hebandin e, ku hizkirinê eyan dike û xwe ji şera dûr digire? Bixûne 1 Yûhenna 3:10-12.