Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Serê 5

Tu Çi Karê Dikarî Bistînî ji Civata Me?

Tu Çi Karê Dikarî Bistînî ji Civata Me?

Ergêntîna

Sierra Leone

Bêljîk

Malazya

Gelek merî hesab dikin ku Xwedê gerekê dilê xweda bawer ­bi­kin, û eseyî nîne herin civata, dêra yan paristgeha. Lê kara te çi ye, tu bêyî li ser civata Şedêd Yahowa?

Nava merivêd qenc û dilovan tuyê şabûnê bistînî. Mesî­hiyêd di qurna yekêda, tevayî top dibûn û civat saz dikirin, seva ku Xwedêra qulix kin. Li wir ewana Xebera Xwedê hîn dibûn û dil didane hev (Îbranî 10:24, 25). Çimkî di civatêda hezkirin hebû, lema jî wana texmîn dikir ku ewana di nava hevalêd qencda nin, bi rastiyê jî di nava xûşk-birêd xweye ruhanîda nin (2 Têsalonîkî 1:3; 3 Yûhenna 14). Mesîhiyêd berê mera meseleke baş hîştine, lema em jî mîna wan civata derbaz dikin, û li ser civatê em şabûneke mezin distînin.

Kar ew e, ku li civatê tuyê hîn bî ça prînsîpêd ji Kitêba Pîroz bidî xebatê. wedê berê, ça jî di Kitêba Pîrozda tê gilî­kirinê, mêr, jin û zar timê diciviyan. Îro jî gava em tevayî top dibin, mêrêd cêribandî û maqûl li ser hîmê Kitêba Pîroz me hîn dikin û alî me dikin hê kûr pêbihesin, hela ça em dikarin şîret û prînsîpêd ji Kitêba Pîroz di emirê xweda bidin xebatê (Qanûna Ducarî 31:12; Nehemiya 8:8). Li ser civatê her kes dikare caba xwe bide û pê kilama pesinê Xwedê bide, bi saya vê yekê baweriya me tê kifşê (Îbranî 10:23).

Heger tu gomana xwe bidî ser qewata Xwedê, tuyê karê bis­tînî. Derbekê Pawlosê şandî civatekêra giliyêd usa gotibû: “Ez gelekî heyra dîtina weda me, . . . ku hûn baweriyêda bişidin. Awa gotî ez jî tevî we, em dil bidin ber hev, bi wê baweriya min û weye her du aliyava” (Romaî 1:11, 12). Belê, gava em têne civatê û timê hev dibînin, em di baweri­yêda dişidin û qewata me jî zêde dibe, wekî em ber çevê Xwedê rast bijîn.

Hûn jî dikarin nêtê daynin pêşiya xwe, bêne civatêd me, wekî seva xwe karê bistînin. Em bi dil û eşq te teglîf dikin. Were ser çeva! Derê civata me seva hemûya vekiriye û li wir pera top nakin.

  • Me çev daye kê, ku em dicivin?

  • Kara me ji civata Şedêd Yahowa çi ye?