Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Serê 3

Çawa Rastiyêd ji Kitêba Pîroz Hatin Eyankirinê?

Çawa Rastiyêd ji Kitêba Pîroz Hatin Eyankirinê?

Lêkolînkarêd Kitêba Pîroz di salêd 1870-da

«Birca Qerewiliyê” neşirkirina pêşin, ya sala 1879

Jûrnala “Birca Qerewiliyê”, roja îroyîn

Di Kitêba Pîrozda hatibû pêxembertîkirinê, ku paşî mirina Îsa Mesîh dersdarêd nerast wê pey şagirtêd Îsa Mesîh kevin, rastiyêd ji Kitêba Pîroz wê biguhêzin, û nerast derbazî meriya bikin (Karêd Şandiya 20:29, 30). Ev yek rastî jî qewimî. Wana hînkirinêd Îsa Mesîh tevî hînkirinêd pûtparista û ne cihûya, lev xistin, û usa pêşda hat Mesîhîtiya nerast (2 Tîmotêyo 4:3, 4). Lema jî pirs pêşda tê, ji ku em dikarin bizanibin, hela femkirina me derheqa hînkirinêd Kitêba Pîroz rast in, yan na.

Xwedê Yahowa rastiyê eyan dike. Xwedê pêxembertî kir, ku di rojêd axiriyêda zanebûna rast wê zêde bibe (Daniyêl 12:4). Di sala 1870-da, komeke biçûk, yê ku rastiyê digeriyan, tê derxistin ku hînkirinêd awa gotî Mesîhiya, ne bi Kitêba Pîroz bûn. Lema jî wana destpêkir bigerin femkirina rast, derheqa hînkirinêd Kitêba Pîroz. Yahowa kerema xwe da wana û alî wan kir, wekî ewana Nivîsarêd Pîroz rast fem bikin.

Mêrêd milûk Kitêba Pîroz hîmgirtî hîn dibûn. Lêkolînkarêd Kitêba Pîroz, yêd ku îro eyan in ça Şedêd Yahowa, bi cûrekî usa baş destpêkirin hîn bin Kitêba Pîroz, wekî hela hê îro jî em vê mêtodê didine xebatê. Wana derheqa hînkirinêd Kitêba Pîroz tevî hev şêwir dikirin û pirs safî dikirin. Çaxê ewana rastî hînkirinêd usa dihatin, ku çetin dihate femkirinê, wana derheqa vê yekê di Kitêba Pîrozda ciyêd din jî dinihêrîn, seva ku ev pirs wanara hê eyan be. Çaxê ewana dihatin li ser femkirineke usa, yê ku tevî temamiya Kitêba Pîroz lev dihat, wî çaxî wana ev hînkirin dinivîsîn. Bi saya şirovekirina wan, cûre-cûre hînkirinêd rast eyan bûn, mesele, hînkirin derheqa: navê Xwedê û Padşatiya wî, qirara Xwedê bona însanetê û erdê, halê miriya, û gumana saxkirina miriya. Bi saya lêkolîna wan, ewana ji gelek hînkirinêd nerast aza bûn (Yûhenna 8:31, 32).

Di sala 1879-da, Lêkolînkarêd Kitêba Pîroz texmîn kirin ku wede gihîşt, wekî rastî seva geleka bê eyan kirinê. Lema jî di wê salêda wana derxist jûrnala «Birca Qerewiliyê, Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike”, ya ku heta roja îroyîn jî tê derxistinê. Niha em rastiyê ji Kitêba Pîroz di 239 zêdetir welatada bela dikin, û li ser 700 zimana zêdetir dannasîn dikin. Belê, nava terîxiya dinyayê zanebûna rast tu car usa nehatibû belakirinê, ça îro!

  • Derheqa rastiyêd ji Kitêba Pîroz em çi pêdihesin, çi qewimî paşî mirina Îsa Mesîh?

  • Bi saya çi, me rastiyêd ji Kitêba Pîroz eyan kir?