Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Serê 4

Çira Me Welgerandina “Dinya Teze” Neşir kir?

Çira Me Welgerandina “Dinya Teze” Neşir kir?

Kongo (Kînşasa)

Rwanda

Pareke ji destnivîsarê kîderê ku navê Xwedê di Zebûra 69:31-da tê nivîsarê, qurna sisiya yan çara d. m.

Nava gelek sala me cûre-cûre welgerandinêd Kitêba Pîroz dida xebatê, me ev kitêb neşir dikirin û meriyara bela dikir. Lê paşê me dîna xwe dayê, wekî mera welgerandina teze lazim e, bi saya kîjanî meriv wê hê rind rastiyêd ji Kitêba Pîroz fem kin, çimkî me zanibû ku qirara Xwedê ew e, wekî her kes zanebûna rast bistîne (1 Tîmotêyo 2:3, 4). Bona vê yekê, di sala 1950-da, me destpêkir welgerandina Kitêba Pîroz bi zimanê îroyîn. Ev welgerandin bi zimanê hêsa, femdarî û rast hate çêkirinê, lema jî navê vê Kitêba Pîroz danîn welgerandina “Dinya Teze” a. Ev Kitêba Pîroz li ser weke 100 zimana zêdetir hatiye welgerandinê.

Kitêba Pîroz gerekê hêsa bihata femkirinê. Kitêba Pîroz li ser zimanê Îbranî, Aramî û Yûnaniya kevin hatibû nivîsarê. Lê wede derbaz dibe qeydê xeberdanê û ziman tê guhastinê, û lema jî di gele welgerandinada giliyêd kevin û nefemdarî hene, ji bo çi jî hine ciyêd ji Kitêba Pîroz çetin têne femkirinê. Lê li vê axiriyê, destnivîsarêd berê hatibûn dîtinê, yêd ku hê rast in û hê nêzîkî orîjînalê ne. Bi saya wan destnivîsara em dikarin zimanê Îbranî, Aramî û Yûnaniya kevin hê hêsa fem bikin.

Kitêba Pîroz gerekê ji orîjînalê, rast û zelal bihata welgerandinê. Gelek ferz e wekî welger bi aminiyê xwe li Kitêba Pîroze orîjînal bigirin. Lê hine terciman, dewsa vê yekê, wedê welgerandina Kitêba Pîroz hine tişt diguhêzin. Mesele di gele welgerandinada navê Xwedê, Yahowa, nehatiye xebitandinê.

Kitêba Pîroz gerekê navê avtorê xwe hurmet-rûmet ke. (2 Tîmotêyo 3:16) Di Kitêba Pîroze orîjînalêda navê Xwedê weke 7 000 car hatiye xebitandinê. Jêrê li ser şikil hûn dikarin binihêrin destnivîsarekê, di kîjanêda navê Xwedê nivîsar e. Lema jî me di Kitêba Pîroze welgerandina “Dinya Tezeda”, kîderê ku navê Xwedê, Yahowa, gerekê hebûya, ev nav nivîsî (Zebûr 83:18). Bi saya lêkolînê û xebatkirina nava gelek sala, Kitêba Pîroze welgerandina “Dinya Teze”, hewas e seva xwendinê û li nav wêda fikirêd Xwedê zelal têne kifşê. Firqî tune li ser zimanê te welgerandina “Dinya Teze” heye yan na, ferz ev e, wekî tu Xebera Yahowa her roj bixûnî (Yêşûa 1:8; Zebûr 1:2, 3).

  • Çira me safî kir ku mera lazim e Kitêba Pîroze welgerandina “Dinya Teze”?

  • Her kes kî dixwaze pêbihese derheqa qirara Xwedê, her roj çi gerekê bike?

a Kitêba Pîroze welgerandina «Dinya Teze”, hê nehatiye welgerandinê li ser zimanê kurmancî. Lema jî heger dixwazî tu dikarî Kitêba Pîroze welgerandina «Dinya Teze” li ser zimanêd dinê bixûnî û karê ji vê yekê bistînî.