Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Edilayî û Bextewarî Zûtirekê wê Hebe!

Edilayî û Bextewarî Zûtirekê wê Hebe!

Ahmed û Xezal gelek şa bûn gava pêhesiyan ku ser erdê tenê merivên qenc û helal wê bijîn, û yên ku wê hevdu hez bikin. Ewana usa jî difikirîn derheqa wê yekê, ku emir wê çiqasî baş bûya, hergê birçîbûn, nexweşî û mirin dinyayêda tune bûya, û kîderê ku her kes wê edilayêda û bextewariyêda bijîta. Û wana xwest wekî ev hemû tişt hê zû biqewimiya!

Ahmed xwest pêbihese: “Gelo ev hemû tişt kengê wê bê sêrî?”

Miraz caba wî da: “Belê ev pirseke gelek baş e. Lê ez jî dixwazim tiştekî ji te bipirsim. Te qe derheqa Îsa bihîstiye?”

Ahmed got: “Belê min bihîstiye, û ez zanim wekî ewî tiştên bîlanî digot. Lê ku Îsa û ku ez. Ez fem nakim, ev yek çawa pirsa minva girêdayî ye?”

Miraz destpêdike şiroveke: “Zanî ça, çimkî şagirtên Îsa jî 2 000 sal pêşda, hema ev pirs dane Îsa. Caba xweda, Îsa dîna wana da ser ‘nîşanekê’, kîjanîda gelek qewimandin dikevinê. Ewî got ku çaxê hemû qewimandinên vê nîşanê destpêbin hevra biqewimin, hingê wê femdarî be, ku zûtirekê Xwedê wê ewî sozê xwe bîne sêrî, wekî halê dinyayê aliyê başda biguhêze” (Metta 24:3).

Qewimandinên “nîşanê” didine kifşê, ku zûtirekê halê dinyayê wê bê guhastinê. Tu van tişta divînî?

Ahmed pirsî: “Çi? Nîşan? Derheqa kîjan nîşanê dibêjî? Dikarî gilî kî”.

Miraz caba Ahmed dide: “Gelek qewimandinên ku dikevine nava vê nîşanê, Kitêba Pîrozda nivîsar in”. Miraz dîna Ahmed dide ser van qewimandina:

  • “Miletê rabe li ser milet, padşatî li ser padşatiyê” (Metta 24:7).

  • “Cî-ciya wê xelayî-celayê . . . bibin” (Metta 24:7).

  • “Zêdebûna neheqiyê” (Metta 24:12).

  • “Erdhejên mezin” (Lûqa 21:11).

  • “Cî-ciya . . . nexweşiya hal wê bibin” (Lûqa 21:11).

Ahmed û Xezal qayîl bûn ku ev hemû tişt îro diqewimin. Lema jî ewana ber xwe diketin, hela çi axirî hîviya wan e.

Miraz got: “Qedandina vê nîşanê tê hesabê, wekî zûtirekê Yehowa Xwedê wê ser erdêra padşatiyê bike. Ev serwêrtiya teze, Kitêba Pîrozda tê navkirinê ça Padşatiya Xwedê”. Paşê Miraz ji Kitêba Pîroz rêzek Ahmedra xwend, yê ku dide kifşê hela ev Padşatî wê çi bike:

  • “Rojên wan padşada, Xwedayê ezmana wê padşatiyê kifş ke, yê ku wê tu car kuta nebe. Û ev padşatî miletê mayînra wê neyê dayînê. Ew wê ewan hemû padşatiya hûrdexweşî ke û kuta ke, lê xwexa wê heta-hetayê bimîne” (Daniyêl 2:44, DT).

Miraz berdewam dike: “Çaxê Xwedê Padşatiya xwe ser erdê kifş bike, hingê zulmî, neheqî û ruşetî îda wê kuta bin. Bi rastî jî, wê wedekî çiqas baş be!”

Ev hemû soz dilê Ahmed û Xezalê xweş hatin. Û wana xwest dinya tezeda bijîn, kîderê ku edilayî wê hebe.

Ahmed pirs dike: “Lê gelo ez kulfeta xweva çi gerekê bikim, seva ku dinyake usada bijîn?”

Miraz caba wî dide: “Tu û Xezal rind zanin, wekî qîmeta her tiştên hêja biha ye. Hela bikine bîra xwe Adem û Hêwayê çi unda kirin. Lê gelo em çi dikarin hîn bin ji wê yekê, çi ku wana kir?”

Ahmed got: “Ewana emirê bêqisûr cinetêda unda kirin, çimkî dewakirinên Yehowa Xwedê nedianîn sêrî”.

Miraz şirovekir: “Îro jî, Xwedê tiştekî ji me dewa dike. Hergê em dixwazin cinetêda bextewariyêda bijîn, yê ku zûtirekê wê ser erdê hebe, mera lazim e pêbihesin derheqa wî û dewakirinên wî. Em usa jî gerekê ji aliyê xweda bixebitin, wekî li gora dewakirinên wî bijîn”.

Ahmed qayîl bû ku ev hemû tişt rast e, lê yeke hinekî dudilî bû hela ew û kulfeta wî, wê bikaribin usa bijîn çawa ku tê dewakirinê.

Yehowa me teglîf dike ku bi riya edilayê û bextewariyê herin

Miraz, Ahmed guman kir: “Çetin nîne ku gura Yehowa Xwedê bikin, çimkî çawa Bavê bi hezkirinê tije, Yehowa mera dibêje tenê wan tişta bikin, çi ku wê karê mera bîne. Xwedê ne ku tenê riya dinya teze nîşanî me dike, lê ew usa jî mera dibêje, ku wê rêberiya me bike û bi vê riya edilayê me bive”. Miraz ji Kitêba Pîroz wîra dixûne:

  • “Xudan Xwedayê te, yê ku tiştê qenc fêrî [hînî] te kiriye, rêya ku tuyê bimeşeda te ajotiye ez im. Xwezil te emirên min baş guhdarî bikirana! Dê wê gava silameta te mîna çem û baweriya te mîna lêyên berê bibûna û wê nîjada te mîna qûmê û yên ku ji nîjada te derketine bibûna mîna hebên wê; ji ber min navê wî nedihat jêkirin û avîtin û wê helaq nebûna” (Îşaya 48:17-19).

Ahmed û Xezal gelek dilgerm bûn ji bo van rêzên baş. Çimkî ewana bi rastî jî dixwestin bijîn usa, ku temamiya malbeta wan bextewar be. Û ewana difikirîn ku ji vî çêtir tu tişt tune, wekî tevî zarên xwe dinya tezeda bijîn, ya ku wê bi edilayê û heqiyê tije be.

Miraz xeberdana xwe berdewam kir: “Hûnê bistînin van hemû keremên baş, hergê derheqa dewakirinên Yehowa Xwedê pêbihesin û hemû tiştî bikin, ku li gora van dewakirina bijîn”.

Ahmed pirsî: “Lê gelo em ça dikarin derheqa van hemû tişta pêbihesin? Tu tevî Nazê dikarî alî me bikî?”

Miraz şabûna caba xwe dide: “Belê ser çevara! Cem me, hema tiştekî usa heye, çi ku wê alî we bike wekî riya edilayê û bextewariyê bivînin, û vê rêra herin!”