Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çawa Dikarin Efirandarê Her Tiştî Nas kin

Çawa Dikarin Efirandarê Her Tiştî Nas kin

Ahmed gelek şa bû çaxê pêhesiya derheqa hemû sozên Yehowa. Lê ewî heta xilaziyê fem nedikir, ku çawa qewata kesekî dikare bigihîjê, wekî ev hemû soza bîne sêrî. Miraz destpêkir şiroveke, ku çawa Yehowa dikare hemû sozên xwe bîne sêrî. Lema jî ewî gote Ahmed, ku ewana dikarin bifikirin ser fikireke usa, wekî tu tişt bê menî û xwexa nehatiye çêkirinê.

Miraz gotê, wekî derheqa vê yekê Kitêba Pîrozda tê şirovekirinê, û dîna wî da ser vê rêzê ji Kitêba Pîroz:

  • “Her malek bi destê yekî tê çêkirinê” (Îbranî 3:4).

Ahmed got: “Belê, ev yek rast e. Çimkî qe malek jî xwexa nayê çêkirinê, hergê kesek ava neke”.

Miraz berdewam kir: “Dîsa jî serda dikarim meseleke usa bînim, wekî tu xwarinek jî xwexa nayê hazirkirinê, hergê kesek çêneke”.

Paşî vê yekê, Miraz kire bîra Ahmed, ku hemû tiştên dor-berê me, ji xanî diha mezin in û çêkirinêda jî diha çetin in. Ewî gotê: “Hela dîna xwe bide kulîrkên bedew û nazik, çiyayên mezin, bera nerihet, û ser dinya meye mezin û mexsûs. Hergê seva ku xanî ava be lazim e sazkar, û bona hazirkirina xwarinê aşpêj, lê tiştên din dinyayêda ça hatine çêkirinê? Gelo bona wan Sazkar yan jî Efirandar ne lazim bû?”

Ahmed giliyê Mirazra qayîl bû, çimkî çi ku ewî digot rast bû.

Miraz berdewam kir: “Kitêba Pîroz dibêje, ku bi rastî heye Sazkar yan jî Efirandar, yê ku hemû tişt efirandiye. Femdarî ye ku Efirandarê hemû tişta, gerekê pir qewî û himzor be. Lema jî Kitêba Pîroz ser wî dibêje Xwedê. Ser zimanê Kitêba Pîroze orîjînalê, ev xeber tê hesabê ‘Yekî Qewat’ yan jî ‘Himzor’. Rast e îro merî gelekara dibêjin ‘xwedê’, lê çimkî Yehowa hemû tişt efirandiye, lema jî tenê ew hêja ye, wekî bê navkirinê çawa Xwedayê Himzor”.

Efirandar û Sazkarê hemû tişta heye

Ahmed gelek ecêbmayî ma, ku çawa Kitêba Pîroz şirovedike gelek kirên Yehowayî baş. Ahan ev hine mesele ne, yên ku Miraz nîşanî Ahmed kir:

  • “Destpêbûnêda Xwedê erd û ezman efirandin” (Destpêbûn 1:1).

  • “Bizanibin ku Xudan e [Yehowa ye, DT] Xwedê, ewî em xuliqandin, em milkê Wî ne” (Zebûr 100:3).

  • “Ezman bona rûmeta Xwedê dibêjin, erşê ezmên şixulên destê Wî kifş dikin” (Zebûr 19:1).

  • “Yê ku odeyên xweyî jorîn li ezmana ava kiriye û quba xwe ser erdê daniye û yê ku bangî [gazî] avên berê dike û wan li rûyê erdê rijandine ew e; navê wî Xudan e [Yehowa ye, DT]” (Amos 9:6).

Belê, Yehowa Xwedê Efirandarê hemû tişta ye. Ewî ne ku tenê tebiyet efirandiye, lê usa jî emir daye. Derheqa Yehowa, Kitêba Pîroz usa dibêje: “Çimkî kanîya jîyanê li cem Te ye” (Zebûr 36:9). Lema jî ew e Jîyîndar û Efirandarê me. Û çimkî Yehowa ye Efirandar û Kaniya jîyînê, lema jî em dikarin bêjin ku ev Bavê meyî ezmana ye. Ahan çira Kitêba Pîroz usa dibêje: Gelo “bavê me hemûya ne yek e? . . . Xwedayekî me ne efirandin?” (Malaxî 2:10).

Yehowa ye Efirandar û Kaniya jîyînê

Ahmed qayîl bû û got: “Bi rastî jî ev usa ne. Çaxê ser tiştên dor-berê xwe dinihêrî û difikirî ser van tişta, hingê fem dikî ku tu tişt bê menî û xwexa nehatiye çêkirinê. Çimkî Efirandar, yan jî Jîyîndarê van tişta gerekê hebûya”.

Kulfeta Ahmed, Xezalê jî bi şabûn zêde kir: “Belê, hergê ewî karibû hemû tiştî biefirîne, dêmek qewata wî digihîje wê yekê, ku wan hemû sozên xwe jî bîne sêrî, derheqa kîjana ku Kitêba Pîrozda tê gotinê!”

Hemû tiştên ku Ahmed û Xezal wê rojê bihîstin, gelek bi logîkî û femdarî dihatine kifşê. Lê ewana dixwestin pêbihesiyana, ku ev Efirandarê Himzor yekî çawa ne.