Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Sozên ku Dikarin Îtbariya Xwe Lê Bînin

Sozên ku Dikarin Îtbariya Xwe Lê Bînin

Ahmed gelek difikirî derheqa wê yekê, çi ku Miraz gotibû. Rast e ev cara pêşin nîbû çaxê Ahmed derheqa Kitêba Pîroz bihîstibû, çimkî ewî timê zanibû, ku ev kitêbeke pîroz e. Lê niha ewî destpêkir bifikire ku hergê Kitêba Pîrozda hene pêxembertiyên rast, dêmek derdikeve, wekî ev ne ku tenê kitêbeke kevin û pîroz e. Çi jî hebû, Ahmed yeke dixwest pêbihesiya, hela ewên ku Kitêba Pîroz dinivîsîn, ji ku ev hemû îzbatkirinên aliyê zandariyêda û qewimandinên terîxiyê zanibûn. Û gelo çawa ewana ev zanebûn distandin?

Roja din Ahmed tevî kulfeta xwe, hatin cem Miraz û Nazê. Ahmed ev pirsa xwe da Miraz: “Gelo ewên ku Kitêba Pîroz dinivîsîn, ji ku haqas sal pêşda zanibûn, wekî ev hemû tişt wê biqewimin?”

Xwedê xem kiriye, wekî sozên wî seva halxweşiya me bêne nivîsarê

Miraz destpêkir şiroveke: “Ewên ku Kitêba Pîroz dinivîsîn, avtorên Kitêba Pîroz nîbûn. Evê yekê em dikarin beramberî wê yekê bikin, ça bêjî kalik neviyê xwera dibêje, wekî ew dewsa wî nemê lêke. Kalik dibêje, lê nevî nêt-fikirên wî dinivîse. Lema jî dikarin bêjin ku bi rastî avtorê Kitêba Pîroz merî nîne, lê Bavê hemû însanetê ye”.

Ahmed pirsî: “Bavê hemû însanetê? Gelo ev kî ye?”

Miraz şirovedike: “Ev ew e, yê ku destpêbûnêda emir daye hemû meriya. Û navê wî jî heye, çawa ku navê her bavekî”. Miraz Kitêba Pîroz vekir, û ji Zebûra 83:18 wîra xwend:

  • “Bira meriv bizanibin ku navê te Yehowa ye, û li ser temamiya erdê yê Herî Jorin tenê tu yî (DT)”.

Paşê Miraz dîsa rêzek ji Kitêba Pîroz nîşanî Ahmed kir, kîderê ku derheqa Yehowa tê gotinê, ku ew ji destpêbûnêda dêmek ji zemanên kevinda zane û gilî dike derheqa wê yekê, çi ku axiriyêda wê biqewime (Îşaya 46:10). Seva ku evê rêzê şiroveke, Miraz gotê: “Çawa ku bav ji zara xwe emirda hê zêde cêribandî ye û zanebûna wî gelek e, usa jî Yehowa Bavê hemû însanetê hê zêde zane. Ew bi zanebûn û bîlaniyêva tije ye. Û tu kes ji me nikare vê yekêda beramberî wî be. Ew hela hê dikare derheqa axiriyê jî pêxembertiyê bike. Lema jî em dikarin bêjin, ku Yehowa dikaribû, elametiya derheqa axiriyê derbazî nivîskarên Kitêba Pîroz bikira”.

Ahmed pirs dike: “Dêmek usa dertê, wekî Yehowa zane çi axirî hîviya min û Xezalê ye?”

Miraz caba wî da: “Zanî bi rastî Yehowa axiriya her merivekî pêşda kifş nake. Lê mîna bav, ew zane çetinayên me, û dixwaze alî me bike”.

Miraz usa jî gote Ahmed, ku ji Kitêba Pîroz ewana dikarin pêbihesin, hela çi Yehowa wê bike seva ku malbeta wan bextewar be, û edilayê jî bikaribe xwey ke. Xêncî vê yekê, ewana dikarin bivînin ku çawa safîkirinên wan, dikarin îro û axiriyêda jî ser emirê wan hukum kin.

Ev hemû soz dilê Ahmed girtin. Û ewî rind ev yek fem kir, çimkî xwexa jî bav e, û ji aliyê xweda hazir bû hemû tişt bikira, seva ku axiriya zarên wî baş bûya. Hingê Miraz bi şabûn dîna Ahmed û Xezalê da ser wan hinek sozên ji Kitêba Pîroz:

  • Ew “şera dide sekinandinê, her çar qulbên dinyayê” (Zebûr 46:9).

  • “Xaniya ava bikin û rûnin û reza daynin û mêwa wê bixwin . . . ew ava bikin û wekî din kes rûnenê; ji ber ku . . . rojên netewa [miletê] min bibe mîna rojên darê” (Îşaya 65:21, 22).

  • “Genimê welêt bibe bir-ber, deremetên wî serê çîya bihejin” (Zebûr 72:16).

  • “Ewê ji çevên wan hemû hêsirên wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştên berê derbaz bûn” (Eyantî 21:4).

Kitêba Pîroz soz dide ku axirîke baş hîviya me ye

Ev sozên Kitêba Pîroz, gelek dilê Ahmed girtin. Ewî wê bixwesta bijîta dinyake usada, kîderê ku neheqî, nexweşî, mirin wê tune bûya. Û kîderê ku xwarina her kesî wê têr-tije bûya. Ev gilî, Xezalê jî gelek xweş hatin, lê wêra çetin bû baweriya xwe wan sozên baş bianiya.

Miraz gotê: “Ez te rind fem dikim Xezal. Lê hela bifikire: hergê gelek pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz hûr bi hûr îda hatine sêrî, ne axir ev pêxembertî jî wê bêne sêrî, usa nîne? Çimkî xwexa avtorê Kitêba Pîroz, bi giliyê usa me dide bawerkirinê: ‘Binivîse, çimkî ev xeberne amin û rast in’” (Eyantî 21:5).