Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kitêbeke Mexsûs

Kitêbeke Mexsûs

Çaxê êvarê Ahmed ji xebatê vegeriya malê, Xezalê wîra gilî kir derheqa wê yekê, çi ku Nazê gotibû. Ahmed difikirî, ku çi jî hebe ev yek bi rastî hewas e. Ewî gelek tişt bihîstibû derheqa wê yekê, ku çawa gerekê bivînin riya edilayê û bextewariyê, lê qe yek ji van tişta nikaribûye problêmên meriya safî kirana. Lema jî ew hinekî dudilî bû hindava vê yekê. Lê Ahmed yeke safî kir, wekî Şemiya ku tê, tevî Miraz xeber de.

Miraz gotê: “Belê, ev kitêb çawa Kitêba Pîroz tê navkirinê, û carna merî ser vê kitêbê dibêjin Tewrat, Zebûr, Mizgînî yan jî Încîl. Ez xwexa evê kitêbê dixûnim, û bi temamî îzbat bûme, wekî ev rast e û em dikarin îtbariya xwe lê bînin”.

Ahmed cab da: “Lê hergê em dor-berê xwe binihêrin, hemû ciya kesîbbûn û kul-derd hene, hemûşk diçerçirin û xilaziya van tişta tune. Xêncî wê yekê, haqas gelek rêlîgiya û fîlosofiya hene, yên ku dibêjin wekî riya rastiyê zanin. Lê bi rastî qewata wana jî negihîştê ku şera û kesîbbûnê bidine sekinandinê, û hemû problêmên meriya jî safî kin. Ewana ne jî safî kirin ev problêm, ku meriv miletê xwe ser miletê dinra bilind negire. Lê çima tu difikirî, ku ev kitêb ji van hemû hînkirinên rêlîgiya û fîlosofiya cuda dibe?”

Hingê Miraz, ji Kitêba Pîroz Ahmedra hine rêz nîşan kirin. Mesele, ku serwêrtiya mêriv ser yekî dinra, tenê zirarê tîne, û wekî meriv nikare rêberiya “gavê xwe” bike. Ji bo vê yekê Ahmed ecêbmayî ma. Xêncî vê yekê, Ahmed qayîl bû ku ev gilî sed selefî rast in. Çimkî ev rêz didane kifşê ne ku tenê halê welatê wan, lê usa jî halê welatên Roavayê.

Miraz berdewam kir: “Heyneser, hene gelek menî, seva ku tu îtbariya xwe Kitêba Pîroz bînî. Kitêba Pîroz, ne ku tenê rêberiya kêrhatî dide seva emirê meyî herrojî, lê ew usa jî zelal şirovedike mena wan hemû problêma, kîjan ku rastî însanetê tên. Xêncî wê yekê, dixwazim bêjim, wekî ev kitêb aliyê zandariyêda jî rast e”.

Ahmed dîsa bi dudilîbûnê pirs kir: “Gelo çawa kitêbeke usa kevin dikare derheqa problêmên roja îroyîn bêje, û xêncî wê yekê aliyê zandariyêda jî rast be?” Ewî usa jî dixwest pêbihesiya, wekî kî ev kitêb nivîsiye.

Miraz gotê: “Kitêba Pîroz ji 66 kitêbên biçûk e. Û ev kitêb ne ku tenê merîkî nivîsiye, lê 40 merivên cûre-cûre, yên ku nava 1 600 sala dinivîsîn. Û nivîsandina vê kitêbê, weke 1 900 sal pêşda hatiye xilazkirinê. Rast e zanebûna van meriya derheqa zandariyê hindik bû, lê vê kitêbêda ewana derheqa tiştên usa dinivîsîn, yên ku tenê hezar sal şûnda hatibûn eyankirinê. Mesele, nivîskarekî Kitêba Pîroz nivîsiye, wekî erd nava hewêda ne, tiştekîva dardakirî nîne. Lê yekî din nivîsî, wekî erd girover e. Wedê nivîsandina Kitêba Pîroz, ev tişt îzbatkirî nîbûn û nenas bûn. Tenê van axiriya, ev yek ji aliyê zandara hatibû îzbatkirinê”.

Ahmed ecêbmayî ma: “Pey! Ev bi rastî jî çiqas hewas e”. Xêncî vê yekê, Miraz dîna wî da ser hine tiştên din jî.

“Kitêba Pîrozda hê 200 sal pêşda hatibû pêxembertîkirinê derheqa wêrankirina welateke pir qewî, dêmek Babîlonê. Kitêba Pîrozda hatibû pêxembertîkirinê, ku çi cûreyî ev şeher wê bê altkirinê. Û pir hewas ew e, ku vê kitêbêda, usa jî tê eyankirinê navê wî padşayî, yê ku ew şeher gerekê zeft kira! Derheqa navê wî, hê pêşiya bûyîna wî hatibû pêxembertîkirinê. Xêncî vê yekê, Kitêba Pîrozda dîsa bi seda pêxembertî hene”.

Ahmed destpêkir bifikire ser wê yekê, çi ku ewî bihîst. Lê Miraz dîsa tiştekî usa gote wî, çi ku ser Ahmed gelek hukum bû: “Te qe zanibû, wekî derheqa wan çetinaya, kîjanî ku roja îroyîn rastî me tên, hê 1 900 sal pêşda Kitêba Pîrozda hatibû pêxembertîkirinê?” Paşê Miraz hine tişt ji Kitêba Pîroz Ahmedra xwend, yên ku dilê wî girtin:

  • Gelek problêmên roja îroyîn Kitêba Pîrozda hatibûn pêxembertîkirinê

    “Vê yekê zanibe ku rojên axiriyêda zemanên xirab wê bên. Merivê bibine xwehiz, perehiz, kubar, babax, kifir, ne gura dê-bavada, bêşêkir, heram, dilsar, bêrem, buxdanbêj, temsist, zulmkar, neyarên qenciyê, nemam, culet, xwerazî, rihetîhiz, ne ku Xwedêhiz. Pişkê xwedênasiyê wê li wan keve, lê wê qewata wê înkar kin”.

Miraz usa jî gote Ahmed, wekî Kitêba Pîrozda parên dinda jî, tê pêxembertîkirinê, wekî temamiya dinyayêda wê kul-derd û xezeb hebin: şer, xelayî-celayî, nexweşî, erdhej û usa jî bêqanûnî.

Ahmed ne jî haş ji wê yekê bû, ku gelek çetinayên ku cem wî û kulfeta wî Xezalê hebûn, Kitêba Pîrozda hê gelek sal pêşda usa raste-rast hatibûn pêxembertîkirinê.

Ahmed bi şabûn gotê: “Rastî jî ev usa ne!”

Waîz 8:9; Yêremya 10:23

Îbo 26:7; Îşaya 40:22; 2 Tîmotêyo 3:1-5