Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Mera Lazim e Rêberî bona Jîyînê

Mera Lazim e Rêberî bona Jîyînê

Ahmed gelek ber xwe dikeve, ji bo wê yekê ku dike-nake nikare xwera xebata her tim bivîne, seva ku bona malbeta xwe xem bike. a Ew dixwaze wekî zarên wî hînbûna baş bistînin, seva ku axiriya wan baş be. Lê ev difikire ku ev hemû nêtên wî, wê pêk neyên. Gumana wî tenê ew e ku sihet-qewata wî wê têra wî bike, wekî bikaribe berdewam ke xwarinê bîne zarên xwera û perê kirê jî tesmîl ke. Xêncî vê yekê, dîsa fikirek ji serê wî dernayê: gelo kî wê bona zarên wî xem bike, hergê tiştek bê serê wî?

Kulfeta Ahmed, Xezal jî ber xwe dikeve. Van paşwextiya heleqetiya wê û mêrê wê gelek xirab bûye. Xezal gelek dixwaze wekî Ahmed alî wê bike xeyset-hunurên baş nava zarada mezin ke, lê Ahmed usa westiyayî ji xebatê vedigere mal, ku îda serê wî zarara tune. Xezal usa jî ber xwe dikeve ku ew tevî Ahmed gelek car şer dikin, û zar jî evê yekê divînin. Lê hergê yek ji zara nexweş keve, gelo ewana wê ji kîderê pera destxin ku zara xwe qenc kin? Xezal bona vê yekê ditirse bifikire jî!

Ahmed û Xezal usa jî divînin, wekî emir mihala wanda hatiye guhastinê, çimkî wedê meriya bona hev hindik dimîne û alî hevdu nakin, çawa ku berê dikirin. Xêncî vê yekê, ewana divînin ku problêmên heval û pismamên wan jî gelek in, û ewana jî ber xwe dikevin ji bo wê yekê, hela axiriya wan wê çawa be. Rihetî û dilbîniya meriya tune. Hizreta Xezalê ew e, ku safîkirina van problêma bivîne û bistîne edilayê û rihetiyê. Lê heta niha, ew çi ku Ahmed û Xezal ji aliyê xweda dikirin, boş-betal bû.

Carekê Ahmed û Xezal derheqa çetinayên xwe xeberdan.

Ahmed usa got: “Wê çiqas baş bûya hergê me riya edilayê û bextewariyê bidîta”.

Xezalê cab da: “Ax, xwazil! Rastî jî, wê pir baş bûya. Hingê wê hemû çetinayên me safî bûna”.

Ahmed dibêje: “Lê dor-berê me haqas rêlîgî û fîlosofî hene. Gelo ça em dikarin têderxin, hela kîjan ji wan wê me berbi riya edilayê û bextewariyê bive? Em nikarin evan hemû rêlîgiya û fîlosofiya lêkolîn bikin! Çimkî her kes ji wana dibêje, ku dikarin problêmên meriya safî kin. Lê bi rastî, ji wana qe yek halê meriya aliyê başda neguhast. Ez difikirim, wekî em gerekê xwe nedine ber wî şixulî”.

Xezal mêrê xwera qayîl bû, lê ew dilê xweda difikirî, ku îlac yeke heye wekî halê malbeta wê xweş be.

Mîna Ahmed û Xezalê, dibek hûn jî rastî çetinayên usa tên. Çimkî çetinayên vî cûreyî, hemû dera hene. Rast e meriv hizreta sihet-qewata baş in, dixwazin rihetiyê bistînin û malbeta wan jî bextewar be, lê wana tirê ku ev hemû tişt wê neyêne standinê. Lê gelo bi rastî dibe, ku meriv riya edilayê û bextewariyê bivîne?

a Ev edebyet hatiye nivîsarê mîna xeberdanê, yê ku orta du cotên zewicîda ne.