Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Xilaziya Hemû Problêma

Xilaziya Hemû Problêma

Hemû tişt çi ku Miraz derheqa Yehowa gilî kir, ser Ahmed gelek hukum kir. Lê yeke ew dîsa jî derheqa tiştekî ber xwe diket, lema ji Miraz pirsî: “Hergê Yehowa Xwedayê usa Himzor e, û Bavekî bi hezkirinê tije ye, gelo çira ew dihêle ku ser erdê haqas kul-derd hebin? Û çira haqas problêmên me hene?”

Miraz caba Ahmed dide: “Ev bi rastî jî pirseke gelek baş e, û gelek merî derheqa vê yekê difikirin. Çaxê derheqa hunurên Yehowa pêdihesî, hingê fem dikî wekî ew tiştên xirab ku dinyayêda diqewimin, xwestina Xwedê nîbû. Lema jî, seva ku fem bikin wekî çira îro halê dinyayê usa ne, gelek ferz e pêbihesin hela serê-sêrîda nêta Xwedê seva erdê çi bû, û çi ser nêta wî hukum kir”.

Paşê Miraz rêzek ji Kitêba Pîroz Ahmedra xwend, yê ku dida kifşê hela çi Yehowa ser xwe texmîn dikir, çaxê seva meriya erd efirand. Vê rêzêda usa hatiye nivîsarê:

  • “Xwedê dîna xwe da hemû kirina xwe ku va yê ew gelekî qenc bûn” (Destpêbûn 1:31).

Efirandina Yehowaye lapî mexsûs ser erdê, cotê pêşin bû, Adem û Hêwa. Xwedê wana mîna efrînên dinêna bêqisûr efirandin, seva ku ewana bikaribin ser erdê heta-hetayê bijîn. Xwedê wana baxçê bedewda, Êdênêda cîwar kiriye. Wêderê cem wana hemû tişt hebû, çida ku ewana hewce bûn seva ku bi emirekî bextewar bijîn. Tiştek ji wana kêm nîbû (Destpêbûn 2:8, 9). Xêncî vê yekê, Yehowa wanara gotibû, ku li hev zêde bin, erdê tijî kin û xweyîtiyê lê bikin (Destpêbûn 1:28). Ev yek dihate hesabê, ku axiriyêda erd pêda gerekê bibûya cinet, kîderê ku merivên kamil bextewariyêda bijîtana. Bi rastî jî ev axirîke çiqas baş bû!

Ahmêd pirsî: “Lê gelo, çi qewimî?” Hingê Miraz pê Kitêba Pîroz caba wî da:

  • “Awa çawa bi merivekî gune kete dinê û ji gune jî mirin hat, usa jî mirin ser hemû meriva bela bû, çimkî hemûya jî gune kir” (Romayî 5:12).

Mîna Bavekî bi hezkirinê tije, Yehowa Xwedê seva Adem û Hêwayê hine norm yan jî prînsîp kifş kirin. Ev norm û prînsîp dikaribûn alî wan kira, ku bijîtana û xweyîtiya cinetê bikirana (Destpêbûn 2:15-17). Û ça Bavekî bîlan, Yehowa zor nedida wan wekî ewana hema usa bikin, çawa ku ewî digot. Lê Yehowa mecal da wan, ku ewana xwexa hezkirina xwe hindava Xwedêda nîşan kirana, û safî kirana gura wî bikin yan na. Azaya me jî ya bijartinê heye, çawa ku ya Adem û Hêwayê hebû. Lê gelo wana çi bijart?

Yazix, lê Adem û Hêwayê gura Efirandarê xwe nekirin. Ewana bijartin ew, çi ku dilê wan xwest. Bi vê yekê ewana gune kirin û kamilbûna xwe unda kirin. Axiriyê Adem û Hêwa kal pîr bûn, û mirin. Ev yek ji bo neguhdarîkirina wan qewimî, çawa ku Xwedê pêşda wanara gotibû (Destpêbûn 2:17).

Em hemûşk zuretên Adem û Hêwayê ne, lema jî em gunekar in, kal pîr dibin û dimirin. Lê Miraz, Ahmed da bawerkirinê kir, ku nêt-meremê Xwedê bona meriya nehate guhastinê. Yehowa ça Bav bi hezkirinê tije, dixwaze wekî merî cinetêda ser erdê bextewariyêda bijîn. Miraz, rêzek ji Kitêba Pîroz nîşanî Ahmed kir:

  • “Rastê bijîn li ser erdê û kamilê li ser wê bimînin” (Metelok 2:21).

Nêta Xwedêye pêşin seva erdê wê bê sêrî

Miraz kire bîra wan, derheqa hemû sozên Yehowayî pir baş, yên ku Kitêba Pîrozda nivîsar in. Wekî cinetêda nexweşî, êş-êşûk, çerçirandin û mirin wê tune be. Cem her kesî, xwarin wê têr-tije be û malên baş jî wê hebin. Ev hemû kerem, pareke ji wê nêta Yehowaye pêşin e, wekî her kes wê cinetêda heta-hetayê bijîn. Miraz ji Kitêba Pîroz rêzek xwend:

  • “Rastê li erdê war bin û her-heyê wê ser bijîn” (Zebûr 37:29).

Ev e sozê Yehowa Xwedê, û ewê bê sêrî.