Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Xwedayê Hezkirinê û Heqiyê

Em rengê dê-bavê xweda nin

Xwedayê Hezkirinê û Heqiyê

Miraz, ji Ahmed û Xezalê pirs dike: “Dibeke hûn tevî min qayîl bin, ku zar rengê dê-bavê xweda nin, usa nîne?”

Ahmed lê vegerand û gotê: “Belê ev usa ne. Ez jî timê dibêjim, ku qîza me hema rengê diya xweda ye. Xeyset-hunurên wê jî mîna yê dê ne”.

Miraz berdewam kir: “Bi rastî jî ev usa ne. Ev yek em dikarin derheqa Efirandarê xwe jî bêjin. Hergê em bifikirin ser wê yekê ku çawa merî hatine çêkirinê û ser efrînên Xwedêye din, wî çaxî emê bikaribin xeyset-hunurên Yehowa bivînin, dêmek Ew, yekî ça ne”.

Ahmed got: “Pey, ev çiqas hewas e. Ez tu car derheqa vê yekê nedifikirîm”.

Miraz gotê: “Kitêba Pîroz jî evê yekê dibêje. Binihêre kitêba Romayî 1:20-da çi nivîsar e: ‘Rast ji efirandina dinyayêda hunurên wîye nexuya, awa gotî qudreta wîye heta-hetayê û Xwedêtîya wî bi efirîna xuya dibin, zelal têne dîtinê’”. Ahmed dixwest mena van giliya pêbihesiya.

Miraz berdewam dike: “De pak, werên em bifikirin ser wê yekê, ku çawa bav hindava zarên xwe hezkirinê dide kifşê. Tu xwexa jî zanî wekî bavê baş mîna te, timê xem dike bona zarên xwe. Rast e carna zar ne guhdar in, yan jî hindava bavê xwe bêqedir in, lê yeke bav dîsa jî wana hez dike û seva wan xem dike. Gelo çira bav hindava zara, usa xwe kifş dike? Çimkî Yehowa dê-bav usa efirandine, wekî hezkirinê hindava zarên xweda bidine kifşê û heleqetiya nêzîk xwey kin. Û ji wê yekê hezkirina Yehowa hindava meda tê kifşê”.

Yehowa bi hezkirinê dide me ev hemû tişt, çi ku seva emirê me lazim e

Miraz zêde dike: “Hergê me Yehowa nas nekira jî, ew wê yeke derheqa me xem kira. Kitêba Metta 5:45-da usa nivîsar e: ‘Bavê . . . Ezmana . . . teva xwe derdixe hin ser qenca, hin jî ser xiraba û baranê dibarîne hin ser rasta, hin jî ser nerasta’. Her kes ji me hewcê baran û tevê ye, usa nîne? Çimkî emirê me van tiştava girêdayî ye, û bi alîkariya wan tişta berên seva xwarinê şîn dibin. Û firqî tune hela em razîbûna xwe Yehowara didine kifşê, yan na. Ew dîsa jî berdewam dike derheqa me xem dike. Dêmek ev yek îzbat dike, ku Yehowa, Xwedayê hezkirin e. Usa nîne? Xêncî vê yekê, Kitêba Pîroz jî dibêje, ku hezkirin ev hunurê wîye sereke ye, û ew xeysetê wî dide kifşê. Kitêba 1 Yûhenna 4:8-da em dixûnin, ku ‘Xwedê hizkirin e’”.

Paşê Miraz dîna Ahmed da ser hunurekî usa çawa heqî, û gotê: “Çawa bavê baş, tu jî zarên xwe hez dikî û seva wan xem dikî. Tu usa jî wana hîn dikî, ku qedirê meriya bizanibin, û hemû tiştî dikî ku ewana usa mezin bin, wekî bibine merivên cabdar. Her kes hin seva xwe, hin jî seva malbeta xwe, heqiyê dixwaze. Lema jî em hîviyê ne, ku meriv hindava me bi heqiyê xwe kifş kin, û hesta meye heqiyê, hildin hesab. Ça tu dişirmîş dibî, çira? Çimkî em xeyset-hunurên Efirandarê xwe didine kifşê”.

Miraz usa jî Ahmed û Xezalêra, hine rêzên ji Kitêba Pîroz derheqa Yehowa Xwedê nîşan kir:

  • “Hemû rîyên wî heqî ne. Xudan amin e, neheqî cem wî tuneye” (Qanûna Ducarî 32:4).

  • “Ew rastîyê û heqîyê hiz dike” (Zebûr 33:5).

Belê, em heqiyê hez dikin, çimkî Yehowa Efirandarê me heqiyê hez dike. Û em dilqê wîda hatine efirandinê, dêmek nav meda gelek xeyset-hunurên Yehowa hene, yên ku em dikarin cûre-cûre derecada bidine kifşê (Destpêbûn 1:27). Lê Yehowa nedaye destê me ku xwexa safî kin, çi ye heqî û çi ye neheqî. Ewî, norm û qanûn kifş kirin, û dixwest ku meriv bi van norm û qanûna bijîn. Çimkî çaxê qanûnên Yehowa têne înkarkirinê, heqî jî tê pêpeskirinê.

Miraz zêde kir: “Ez dixwazim ku hûn dîsa ser tiştekî bifikirin. Hûn zanin ku qanûnên gelek dewleta mîna wan qanûna nin, derheqa kîjana Kitêba Pîrozda hê hezar sal pêşda hatibûn nivîsarê?” Ahmed û Xezal ecêbmayî man.

Miraz dîsa jî got: “Mesele, qanûnên gelek dewleta, qedexe dikin kuştinê, diziyê û qaviyê. Qanûnên vî cûreyî Kitêba Pîrozda hê weke 3 500 sal pêşda hatibûn nivîsarê. Çaxê em li gora van qanûnên heqiyê dijîn, bi vê yekê em heqiya Yehowa didine kifşê. Û emirê me hê gelek bextewar û halxweş dibe”.

Qanûnên gelek dewleta, heqiya Yehowa didine kifşê

Niha Ahmed û Xezalê îda fem kirin, ku Yehowa Xwedayê hezkirinê û heqiyê ye. Ewana berê jî dişirmîş dibûn, ku hezkirin û heqî ev hunurên gelek ferz in, û wekî meriv gerekê van xeyseta hindava meriya bidine kifşê. Ahmed û Xezalê her gav ji aliyê xweda hemû tişt dikirin ku bibine dê-bavê usa, yên ku hezkirinê û heqiyê didine kifşê. Lê niha wana fem kir ku ev xeyset-hunur, bi rastiyê xeyset-hunurên Yehowa Xwedê didane kifşê.

Çaxê Ahmed derheqa hunurên Yehowa pêhesiya, ev yek gelek dilê wî girt. Çimkî niha Yehowa seva wî bûye kesê zêndî, û ev yek usa qayîm ser wî hukum kir, ku ewî xwest hê rind çev bide Yehowa. Ew fikirî, ku gerekê ji aliyê xweda hemû tiştî bike, wekî hê zêde hezkirinê bide kifşê hindava kulfet û zarên xwe. Û wekî hindava merivên din jî hezkirinê û heqiyê bide kifşê.

Miraz bi şabûn dibêje: “Zef baş Ahmed. Kitêba Pîroz jî, xût evê yekê dibêje. Ez dixwazim ji Kitêba Pîroz gilî-gotineke ku gelekara nas e tera nîşan kim”. Miraz Kitêba Pîroz vedike û Ahmedra dixûne:

  • “Her çi ku hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanara bikin” (Metta 7:12).

Miraz usa jî got, ku xêncî hezkirinê û heqiyê, cem Yehowa dîsa gelek xeyset-hunurên baş hene. Ahmed û Xezalê xwestin hê zêde pêbihesin derheqa xeyset-hunurên Yehowayî baş.