Xwedayê ku bi Bîlaniyê û Qewatê Tije ye
Miraz xeberdana xwe dirêj kir û got, wekî çi ku Xwedê efirandiye xeyset-hunurên wîyî din jî eyan dikin. Ewî Ahmed û Xezalêra ji Kitêba Pîroz rêzek xwend.
-
“Xudano, çiqasî gelek in kirên Te! Her tişt bi serwaxtîya Te çêbûye, efirînên Teva erd tijî ye” (Zebûr 104:24).
“Xêncî vê yekê, hela hê kêzikên biçûk jî derheqa bîlaniya Yehowa Xwedê şedetiyê didin. Mesele, Kitêba Pîroz dîna me dide ser wê yekê, ku bîlaniya mûristanga înstînktî ye, yan zikmakî ye”.
Miraz usa jî kire bîra Ahmed, û got ku hergê em dîna xwe bidine mûristanga, emê bivînin wekî çawa ewana pê devê xwe belga ker dikin, paşê hildidin ser pişta xwe, û dibine malên xwe. Lê bi texmîna te, ewana ji kîderê zanin çi bikin? Yek ji nivîskarên Kitêba Pîroz usa şirovekir, wekî “yê here serwaxt in”. Lê gelo kî mûristang usa efirandin? Kî ev bîlanî kire nava wan? Kitêba Pîroz dibêje, wekî Yehowa, Efirandarê erd û ezmên wana bi vî cûreyî efirandine (Metelok 30:24, 25).
Ahmed wekiland: “Belê, ez tevî te qayîl im. Çimkî efrînên usa, çawa mûristang bi înstînktî bîlan in, û ewana nikaribûn xwexa bê Efirandar bihatana çêkirinê”.
Paşê Miraz pirseke usa da Ahmed û Xezalê, çi ku li ser wan gelek hukum kir: “Gelo hûn fem dikin wekî ew ku em hene, bîlaniya Yehowa Xwedêva girêdayî ye?”
Miraz gilî kir, wekî ew xwexa gelek ecêbmayî ma, gava pêhesiya ku emir ser erdê bi kesekî hatibû çêkirinê. Mesele, ew ku erd dor-berê xwe û dor rêgeha tevê dizivire, mecalê çêdike wekî em germ bin. Lê ew yek usa jî mecalê dide, wekî ser erdê çawa zivistan usa jî havîn hebe. Xêncî vê yekê, ser erdê gelek av heye, kîjan ku gelek ferz e seva jîyîna meriya. Xaliyêda tiştên usa kêrhatî hene, ku çaxê av tev dibe, hêşnayî dikişîne xwe û şîn dibe.
“Lema jî ez bawer nakim, wekî ew hemû tişt xwexa hatiye çêkirinê. Çimkî ez bawer dikim, wekî hema Yehowa Xwedê, heye Kaniya bîlaniya mezin. Û ewî hemû tişt usa efirandin, ku ser erdê bikaribin bijîn”.
Ahmed û Xezal tevî wî qayîl dibin.
Ser wana dîsa hunurekî Xwedê hukum kir, dêmek qewat. Ahmed xwest bivîne hela Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa qewata Xwedê. Lema jî Miraz Kitêba Pîroz vekir û wîra ev rêz xwend:
-
“Ax, ya Xudan [Yehowa, DT] ... Te ezmana û erdê bi hêza xweyî mezin ... efirandin” (Yêremya 32:17).
Miraz berdewam dike: “Seva ku em bikaribin hinekî pêbihesin ku qewata Yehowa çiqasî mezin e, werên em pêbihesin hela qewata tevê çiqas e. Çaxê derva gelek germ e û hûn ber tevê ne, gelo hingê hûn dikarin texmîn kin ku qewata tevê çiqasî mezin e?”
Ahmed caba xwe da: “Belê ber tevê gelek germ e, îlahî wedê demsala barana”. Xezal jî pêra qayîl bû.
Miraz wanara gilî kir, wekî carekê ewî xwendibû, ku orta tevêda germa wê digihîje weke 15 mîlyon Selsiyus. Û hergê hûn qasî serê derziyê, kerîk ji tevê hildin û daynin ser erdê, hûnê nikaribin ji 150 kîlomêtr hê nêzîk bisekinin! Her senî, tev gelek ênêrjiya derdixe, û ev ênêrjiya beramberî qewata teqandina seda mîlyona bomba dibe.
Miraz pirs dike: “Hergê qewata tevê usa mezin e, lê gelo qewata Efirandar çiqasî mezin e? Em nikarin bidine hesabê xwe qewata wî. Mesele çaxê em ser tevê dinihêrin, hingê em dikarin bivînin ku tev ev tiştekî biçûk e beramberî wê qewatê, kîjan ku cem Efirandarê me, Yehowa heye”.
Ahmed û Xezal tevî Miraz qayîl bûn, ku ev hemû tişt, yên ku pir baş in, xwexa nikaribûn bihatana çêkirinê. Lê bona efirandina van tişta Efirandar lazim bûye. Xêncî vê yekê, ewana fem kirin, wekî rast e Yehowa ruh e û nayê dîtinê, lê ew bi rastiyê kes e û xeyset-hunurên wîyî qedandî çawa hezkirin, heqî, bîlanî û qewat, nava hemû efrînên wîda têne kifşê.