Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Cin bi Derewiyê Didine Kifşê, Yan Çi Mirî Berdewam Dikin Dijîn

Cin bi Derewiyê Didine Kifşê, Yan Çi Mirî Berdewam Dikin Dijîn

Di Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku Şeytan Mîrê-cina temamiya dinê dixalifîne (Eyantî 12:9). Şeytan û cinên wî naxwazin wekî em baweriya xwe Xebera Xwedê, dêmek Kitêba Pîroz bînin. Ewana meriya mecbûr dikin baweriya xwe wê yekê bînin, yan çi mirî berdewan dikin dinya ruhanîda dijîn. Werên em binihêrin, ku ça ewana evê yekê dikin.

Rêlîgiya Qelp

Xilaziya meriya, heywana, mesiya û çivîka mirin e

Gelek rêlîgiya hîn dikin, ku cem hemû meriya tiştek heye çi ku paşî mirinê berdewan dike dijî. Ewana dibêjin wekî çaxê meriv dimire, ev tişt paşî mirinê derdikeve û diçe li wî ciyî, kîderê ku mirî dijîn.

Lê Xebera Xwedê evê yekê hîn nake. Mesele derheqa efirandina Adem Kitêba Pîroz usa dibêje: “Xudan Xwedê ji axa erdê qalibê mêr çêkir, bîna jîyînê hulmî poza kir û mêr bû bînberekî sax” (Destpêbûn 2:7, PKM). Ji vir tê kifşê ku Xwedê tu tişt nekire bedena Adem, çi ku paşî mirinê wê bikaribûya bijîta.

Kitêba Pîroz dibêje ku çaxê meriv dimire tu tişt paşî mirinê îda najî. Çimkî merî bi temamî dimire, û paşî mirinê mirî îda nikarin li ser emirê merivên din hukum kin. Di Xebera Xwedêda usa nivîsar e:

  • “Dema ruhê wî derdikeve, ew bi xwe li şûnda vedigere axa xwe ya rûyê erdê û hema di wê rojêda, tevahiya fikrên wî tune dibin” (Zebûr 146:4, DO).

  • “Yên ku dijîn dizanin ku . . . bimirin; lê belê mirî bi tiştekî nizanin û êdî bona wan mîşe nîne; ji ber ku bîranîna wan hatiye ji bîr kirin. Tiştê ku bona li ser xebat kirinê te dîtiye her çi be, bi hêza xwe li ser wê bixebite; ji ber ku li warê miriyan, ya ku tuyê herê kar û raman, zanîn û zanyarî nîne (Waîz 9:5, 10).

Kitêba Pîroz dibêje ku çaxê meriv dimire, tu tişt ji wî dernakeve û najî

Rêzên din jî didine kifşê, ku çawa heywan usa jî meriv dimire, dêmek axiriya wan yeke (Waîz 3:19, 20). Ewên ku mirine tu tişt nizanin. Dêmek çaxê meriv dimire, tu tişt ji wî dernayê û najî.

Heger tu Kitêba Pîroz ji destpêbûnê heta xilaziyê bixûnî, tuyê li vir nevînî tu tiştî derheqa wê yekê, ku mirî cîkîda berdewan dikin dijîn. Ew hînkirin ku ruhên miriya cîkîda berdewan dikin li dinya ruhanîda dijîn, li ser hîmê Kitêba Pîroz nîne. Ev hînkirina Şeytan Mîrê-cina û cinên wî ye. Yehowa Xwedê nefret dike hemû hînkirinên rêlîgiya qelp (Metelok 6:16-19).

Xeberdan Tevî Ruha

Cin xwe dewsa ruhên miriya didine kifşê

Şeytan Mîrê-cina seva ku meriya bixalifîne, dîsa mêtodekê dide xebatê. Mesele ew koçeka dide xebatê, yên ku raste-rast ji dinya ruhanî dikarin elametiya bistînin, û tevî ruha xeber din. Heçî zef ji meriya û xwexa koçek jî bawer dikin, ku ewana bi rastiyê jî tevî ruhên miriya xeber didin û elametiya ji wana pêdihesin. Lê çawa ku me ji Kitêba Pîroz dît, ev yek nikare usa bibe (Waîz 9:5, 6, 10).

Lê gelo ev elametî ji ku tên? Ji cina! Çaxê meriv hê sax e, hingê cin rind dîna xwe didine wî. Ewana zanin ku meriv ça xeber dida, bejin-bala wî çi cûreyî bû, ewî çi dikir û çi zanibû. Lema jî cin hêsa dikarin xwe dewsa merivê mirî bidine kifşê, û mîna wan bikin (1 Samûyêl 28:3-19).

Serhatiyên Derew

Lê mêtoda din bi kîjanî ku Şeytan meriya dixalifîne, serhatiyên derew in û çilovîsk in. Serhatiyên vî cûreyî, meriya ji rastiya Kitêba Pîroz dûr dixin (2 Tîmotêyo 4:4).

Hinek bawer in, wekî dîtine ew meriv yên ku ji miriya vegeriyane

Di Afrîkayêda gelek serhatiyada tê gilîkirinê, ku meriva yên mirî sax didîtin. Mesele meriv dibêjin, wekî miriyên xwe li ciyên usa didîtin ku dûrî mala wan bû. Werên em pirseke usa bidine xwe: heger meriv ji mirinê dikare vegere, gelo çira ew nayê nav nefer û hevalên xwe, lê ji wana dûr diçe?

Xêncî vê yekê, dibeke ew merivê ku dîtine, mîna wî merivî ye kîjan ku mirî ye. Mesele, du qulixkarên mesîhî, yên ku di gundekîda dannasîn dikirin, dîna xwe danê ku kalemêrek weke çend siheta pey wan diçû. Hine wede şûnda, ewana pêhesiyan ku ev kalemêr, yek ji van qulixkara dewsa birê xwe hesab dike, yê ku îda çend sal e mirî bû. Bi rastiyê ev birê wî nîbû, lê evî kalemêrî nikaribû bawer kira, ku ev birê wî nîne. De niha bidine hesabê xwe, ku evî kalemêrî paşê heval û cînarên xwera derheqa vê yekê, çi gilî kiriye.

Dîtinok, Xewn û Deng

Cin bi xewna, dîtinoka û denga meriya dixalifînin

Dibeke te bihîstiye, wekî hine meriv dibûne şedên tiştên ecêb, mesele dîtinok, xewn û deng. Tiştên usa ecêb, meriya didine tirsandinê. Marêyîn kîjan ku di Afrîka Roavayêda dijît, timê êvara dengê pîrika xweye mirî dibihîst, ya ku gazî wê dikir. Marêyînê ji tirsê usa dikire qare-qar, ku malbeta xwe pêda radikire ser niga. Xilaziyê jî ew dîn bû.

Heger mirî bi rastiyê jî paşî mirinê berdewan dikin dijîn, gelo ewana wê merivên xweye nêzîk bidine tirsandinê? Femdariye wekî na. Ev dengên bi tirsê tije, ji cina tên.

Lê gelo em çi dikarin bêjin derheqa wan elametiya, yên ku usa têne kifşê yan çi kêrhatî ne û berdiliyê didine meriya? Mesele çaxê Gbasay ji Sîêrra Lêonê nexweş ket, bavê wêyî mirî hate xewna wê. Ewî şîret da qîza xwe ku here ber darekê, belgê wê darê biçine, paşê avêda bihincirîne û vexwe. Lê pêşiya vê yekê ewê gerekê tevî tu kesî xeberneda. Ewê hema usa jî kir, û zûtirekê qenc bû.

Lê kulfeteke mayîn gilî kir, ku paşî wê yekê çaxê mêrê wê mir, ewê hema roja duda dîtinokêda mêrê xweyî mirî dît. Bi giliyê wê, kincên bedew li mêrê wê bûn û beşera wî jî xweş bû.

Elametî û dîtinokên vî cûreyî usa têne kifşê, tê bêjî kêrhatî ne û ne xirab in. Lê gelo ev tişt ji Xwedê ne? Na! Yehowa “Xwedayê rastiyê” ye (Zebûr 31:5, DO). Yehowa wê tu car me nexapîne û ne jî bixalifîne. Tenê cin dikarin tiştên usa bikin.

Lê gelo cinên baş hene? Na. Dibeke car-cara tê kifşê ku ewana alîkariyê didin, lê çi jî hebe ewana hemûşk jî zulm in. Çaxê Şeytan Mîrê-cina Hêwayêra xeber da, ewî xwe usa da kifşê, ku yan çi yekî qenc e (Destpêbûn 3:1). Lê çaxê Hêwayê gura gotina Şeytan kir, hingê tevî wê çi qewimî? Ew mir.

Şeytan gote Hêwayê ku ewê nemire. Hêwayê baweriya xwe wî anî, û axiriyê mir

Dibeke tu zanî ku çaxê merîkî xirab dixwaze kesekî bixapîne yan jî bixalfîne, hingê ew xwe çawa yekî qenc û hevalhez dide kifşê. Gilî-gotina kurmancî usa dibêje “Xeberxweş e dil qelp e”. Xebera Xwedê jî dibêje ku: “Mîrêcin, xwexa jî xwe dike dilqê milyaketê ronayî” (2 Korintî 11:14).

Xwedê îda elametiya ji dinya ruhanî, bi xewna, dîtinoka yan denga, elamî meriya nake. Yehowa rêberî û şîreta bi Kitêba Pîroz dide, yên ku dikarin me “bona hemû kirinên qenc hazir” kin (2 Tîmotêyo 3:17).

Lema jî çaxê Yehowa pêşda mera derheqa telikên Mîrê-cina dibêje, bi vê yekê ew hezkirinê hindava me dide kifşê. Çimkî ew zane wekî cin dijminên xof in.