Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Cin Dev Didin ku Miqabilî Xwedê Derên

Cin Dev Didin ku Miqabilî Xwedê Derên

Hine edet li ser hîmê wê derewiyê ne, ku yan çi mirî dikarin me bivînin

Lê gelo çira Şeytan Mîrê-cina û cinên wî ji aliyê xweda hemû tiştî dikin, ku meriya bixalifînin? Çimkî ewana dixwazin wekî em tevî wan bibine yek, miqabilî Xwedê derên û wanara qulix kin. Ewana usa jî dixwazin ku em baweriya xwe derewiya wan bînin, û wan tişta bikin çi ku Yehowa nefret dike. Heçî zef ji wan tişta qeydên usa nin, yên ku miriyava tevgirêdayî ne.

Mirina merivên nêzîk, ev derdekî gelek giran e. Meriv ku şîna miriyên xwe bike, ev tiştekî bi tebiyetî û normal e. Mesele çaxê Lazar hevalê Îsa mir, “Îsa giriya” (Yûhenna 11:35).

Di temamiya dinyayêda gelek qeyd hene, yên ku mirinêva tevgirêdayî ne. Hene gelek qeydên usa jî, kîjan ku miqabilî Kitêba Pîroz dernayên. Lê hine qeyde li ser hîmê wê yekê ne, yan çi mirî berdewan dikin dijîn, û dikarin me bivînin. Mesele ber cinyaz dimînin ranazên, bi dengê qayîm digirîn, û wedê şînê cûre-cûre edet tînin sêrî. Û ev hemû tişt ji bo tirsa miriya dikin, seva ku wana razî kin. Lê bi rastiyê mirî “tiştekî nizanin”, lema jî ew kî ku qeydên usa dikin, piştgiriya derewiya Şeytan dikin (Waîz 9:5).

Edetên din jî li ser hîmê wê derewiyê ne, ku mirî hewcê alîkariya me ne

Qeyd û edetên din jî li ser hîmê baweriya usa ne, yan çi mirî hewcê alîkariya merivên sax in, û heger wana razî nekin, ewana dikarin ziyanê bidine me. Di hine welatada qeydekî usa heye. Mesele çaxê merî dimire, çilê wî û sala mirina wî kifş dikin, usa jî xêra wî didin û cûre-cûre eyd-qeydên din jî derbaz dikin. Ewana dişirmîş dibin ku ev hemû tişt alî mirî dike, wekî ew bikaribe bikeve li dinya ruhanî. Dîsa edetekî belabûyî heye, ku miriyara xwarin û vexwarinê datînin.

Ev hemû edet nerast in, çimkî ewana piştgiriya derewiya Şeytan dikin, ku mirî dijîn. Gelo, Yehowa Xwedê wê qebûl ke, heger em van eyd-qeyda bikin yên ku li ser hîmê hînkirina cina ne? Yehowa tu car evê yekê wê qebûl neke! (2 Korintî 6:14-18).

Qulixkarên Xwedayê rast nakin eyd-qeydên usa, yên ku piştgiriya derewiya Şeytan dikin. Dewsê, ewana derheqa merivên sax xem dikin, wana dilgerm dikin û alî wan dikin. Qulixkarên Xwedaye rast, zanin wekî paşî mirinê, tenê Yehowa dikare alî miriya bike (Îbo 14:14, 15).

Xwedê Sêrbaziyê Sûcdar Dike

Hine merî xwexa, yan jî bi alîkariya koçeka dikevine heleqetiyê tevî cina. Ev yek tê navkirinê sêrbazî. Koçektî, felikvekirin, magî, pîresêrtî, yan jî xeberdana tevî ruha, ev hemû tişt dikeve nava şixulên sêrbaziyê.

Xwedê van kirên xirab nefret dike. Ew dixwaze wekî em wîra amin bimînin (Derketin 20:5).

Kitêba Pîroz şixulên usa sûcdar dike: “Bira nava teda yê usa tune be ... ne koçek, ne sêrbaz, ne remildar, ne jî pîresêr, ne nifirkir, ne yê ku gazî ruha dike, ne xweyîhunir, ne jî yê ku gazî miriya dike. Çimkî li ber çevê Xudan yê ku vê yekê dike kirêt e” (Qanûna Ducarî 18:10-12, PKM).

Gelo çira Yehowa mera dibêje, ku eseyî ye wekî ji şixulên vî cûreyî xwe dûr bigirin?

Yehowa qenciyê mera dixwaze, lema jî ew temiyê me dike wekî tevî tu şixulên sêrbaziyê, tevgirêdayî nîbin. Yehowa Xwedê meriya hiz dike û derheqa wan xem dike. Û ew zane wekî ewên ku tevî cina dibine yek, kul-derda xwera tînin.

Mesela Nîldayê ji Brazîlî evê yekê rind dide kifşê. Nîlda koçek bû û gazî ruha dikir. Cina gelek kul-derd wêra anîn û ew diçerçirandin. Nîlda dibêje: “Ruha . . . ez girtibûme destê xwe, wana rêberiya min dikir û digotin çi gerekê ez bikim. Ez dixeriqîm û min hişê xwe unda dikir, lema jî ez kirime nexweşxana psîkiyatrî. Cina usa ez diçerçirandim, ku min nikaribû xwe bigirta. Xêncî vê yekê min dermanên usa vedixwarin yên ku min hêsa dikirin, û axiriyêda jî min destpêkir îçkê vexwim û cixarê bikişînim. Ev yek çend sala kişand”.

Ewên ku sêrbaziyê dikin, gelek car zef diçerçirin. Ewana dikarin mal, azabûnê û emirê xwe jî unda kin

Wede şûnda Nîlda bi alîkariya Yehowa û Şedên wî, karibû ji hukumkirina cina aza be û destpêkir bi emirekî bextewar bijî. Ew dibêje: “Ez hemûşka hêlan dikim wekî tu car tevî ruhên [zulm], tu tiştîda û hela hê heleqetiya biçûkda jî, nebine yek”.