Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Cin Mêrkuj in!

Cin Mêrkuj in!

Şeytan Mîrê-cina û cinên wî timê zulm û xof bûn. Wedê berê Şeytan qira dewar û xulamên Îboyî amin anî. Ewî usa jî bakî qayîm rakir û ew mal hilşand, kîderê ku zarên Îbo top bibûn. Bi vê yekê, ewî zarên Îbo kuşt. Paşî vê yekê, Şeytan Îbo “ji pahniya lingan, heta serê wî bi qunêrên xerabva” nexweş êxist (Îbo 1:7-19; 2:7).

Çaxê Îsa Mesîh li ser erdê bû, hingê cina hine meriv lal û kor dikirin (Metta 9:32, 33; 12:22). Wana merivek usa diçerçirand, ku ewî pê kevira xwe birîndar dikir (Marqos 5:5). Xêncî vê yekê cina xortekî cahil usa mecbûr kir, ku ew bike qare-qar, paşê ew erdê xistin û ew pirpitî (Lûqa 9:42).

Wedê berê cina meriv nexweş dixistin û wana dipirpitandin

Îro jî Şeytan û cinên wî gelek zulm in. Paşî wê yekê çaxê ewana ji ezmên hatine avîtinê, kirên wane xirab hê zêde bûn. Ew qewimandinên ku nav temamiya dinyayêda diqewimin, didine kifşê ku bi rastiyê jî cin çiqasî zulm in. Ewana hine meriva nexweş dixin. Hineka jî, şev bi xewnên xof diçerçirînin û nahêlin ku razên. Lê hine meriva jî, aliyê sêksûaliyêda diçerçirînin. Cin usa jî meriya dîn dikin, û usa dikin ku ewana kesekî, yan jî xwe bikujin.

Îro jî cin hine meriva dev didin, ku zorbetiyê bidine meriya; û hineka jî bi xewnên xof diçerçirînin

Lîntîna ya ku di Sûrînamêda dijî, gilî dike ku cin yan ruhê xirab 16 neferên mala wê kuştin. Lê ew jî, weke 18 sala bi fîzîkî û psîxîkî diçerçirand. Lîntîna xwexa îzbat bû, ku cina xweş tê meriya usa biçerçirînin, heta ku ewana bimirin.

Lê Yehowa yeke dikare qulixkarên xwe ji destê Şeytan Mîrê-cina xilaz ke (Metelok 18:10).