Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Erd wê Bibe Cinet

Erd wê Bibe Cinet

Yehowa Xwedê wê bi temamî kuta ke hemû zulmiyê, kîjan ku Şeytan Mîrê-cina anî. Yehowa, Îsa Mesîh kire Padşe li ser temamiya dinyayê. Bin serwêrtiya Îsa erd wê bibe cinet (Daniyêl 7:13, 14; Lûqa 23:43).

Ev in sozên Yehowa:

  • XWARIN WÊ TÊR-TIJE BE: “Rûyê erdê wê zadê [berê] xwe bide û Xwedayê me, Yehowa, me Pîroz bike”. “Li ser rûyê erdê genim zêde bibe û bilindiya wê li ser serê çiyanra bavêje. Û dexilê wê, bila mîna Lubnanê biber bibe û yên ku ji bajêr in jî, mîna giyayê li ser erdê şîn bibin û zêde bibin” (Zebûr 67:6; 72:16, DO).

  • ŞER WÊ ÎDA TUNE BIN: “Werin û karên Yehowa bibînin, xerakirinên ku wî anîne serê cîhanê [dinyayê]. Ew, li tevahiya hawirdora cîhanê, cengan dide rawestandin [sekinandin]; kevanê hûr dike û riman dişkîne û erebeyên cengê, di êgirda dişewitîne” (Zebûr 46:8, 9, DO).

  • MERIVÊN XIRAB WÊ TUNE BIN: “Ji ber ku kesên xerab wê ji rîçikêva, bêne qutkirin û avêtin; lê yên ku hêviya xwe bi Yehowa, girê dane, wê rûyê erdê bi mîrasî bistînin. Û di demekî nêzîkda, wê dawî li yên xerab bê û heta ku, tu li cihê wan bigerî jî, ewê neyên dîtin” (Zebûr 37:9, 10, DO).

  • NEXWEŞÎ, KUL-DERD Û MIRIN WÊ TUNE BIN: “Dê wê gavê çavên koran vebin, guhên kerran jî vebin. Wê gavê . . . zilamê qop [tupal] mîna askê [gakûvî] hol bibe û . . . zimanê yê lal bistirê” (Îşaya 35:5, 6).

    “Ewana wê bibine cimeta wî û Xwedê jî wê tevî wan bimîne . . . Ewê ji çevên wan hemû hêsirên wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştên berê derbaz bûn” (Eyantî 21:3, 4).

Şeytan û cinên wî meriva dixapînin, lê Yehowa Xwedê meriva naxapîne. Hemû tişt çi ku Xwedê soz dide, wê eseyî bê sêrî (Lûqa 1:36, 37). Yehowa te hiz dike û dixwaze, wekî tu di cinetêda li ser erdê bijîyî. Bêje Şedên Yehowa bira tera gilî kin derheqa rastiyên pir baş, yên ku di Kitêba Pîrozda nivîsar in. Heger tu li gora van rastiya bijîyî, tuyê aza bî ji dîltiya derewiyê, ji baweriya qelp û ji nezanebûnê. Wede şûnda jî, tuyê ji dîltiya gune û mirinê aza bî. Îsa got: “Hûnê rastiyê nas kin û rastiyê we aza ke” (Yûhenna 8:32).