Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pêşgotin

Pêşgotin

Daûde gilî dike, ku ew di şeherekî Afrîkayêda, gundekî biçûkda mezin bûye. Ew dibêje: “Carekê çaxê ez hê zar bûm, orta malbeta me û malbeteke din, seva erdekî şer diçû. Her du malbet jî, ev erd dixwestin. Lema jî, seva ku safî kin hela ev erd wê para kê bikeve, gazî koçek kirin. Hingê koçek gazî merivekî din kir, neynik da destê wî, û perçê sipî avîte ser. Nişkêva mêrê ku bin perçeda bû, destpêkir bilerize û xûdan ji wî kişiya. Çaxê ewî li neynikê nihêrî destpêkir şiroveke: ‘Ez divînim ku kalemêrekî kincên sipîda, nêzîk dibe! Ew bejnêda bilind e û zef kal e, porên wî sipî ne û ew kûze-kûz rê tê’”.

“Evî mêrî derheqa kalikê min gilî dikir! Paşê jî ewî destpêkir tepa xwe xe û kire qare-qar: ‘Heger hûn min bawer nakin, werên û xwexa binihêrin!’ Hemikî tu kes ji me newêribû nêzîk bûya! Koçek derdana xwe derxist kîjanêda ku ava ji pincara çêkirî hebû, li ser wî hinek reşand, û bi vê yekê ew hêsa kir”.

“Bi saya wî merivî yê ku li neynikê dinihêrî, ‘kalik’ got, wekî erd para malbeta me dikeve. Xêncî vê yekê, ewî got ku pîrika min dikare arxayîn li ser vî erdî bixebite û bêcar ke. Lê malbeta ku tevî me şer dikir, vê safîkirinêra qayîl bû. Bi vî cûreyî, ev pirs hate safîkirinê”.

Qewimandinên vî cûreyî nav temamiya dinyayêda, di gelek ciyada diqewimin. Bi mîlyona merî bawer dikin, ku mirî berdewan dikin li dinya ruhanîda dijîn, û ji wê derê ewana dikarin me bivînin û li ser emirê me jî hukum kin. Lê gelo ev yek rast e? Mirî bi rastiyê sax in? Heger usa nîne, lê kî dewsa miriya xwe nîşan dike? Gelek ferz e, wekî em cabên rast li ser van pirsa bistînin. Çimkî emirê me, vê yekêva girêdayî ye.