Pêşxebera Para 1
Kitêba Pîroz destpêdibe ji wê yekê, ça her tişt ser erdê û ezmana hatiye efirandinê, û nîşan dike ku çawa Xwedê her tiştên bedew çêkir. Hergê zarên we hene, hûn dikarin alî wan bikin, wekî ewana bedewbûna cûre-cûre efirîna bivînin. Dîna zara bidin ser wê yekê, ku Xwedê meriv usa çêkirine, wekî ewana ji heywana cude dibin. Xwedê feresetên usa daye me, wekî em dikarin xeber din, bifikirin, tişta çêkin, kilama bistirên û dua bikin. Alî zarên xwe bikin razîbûnê bidine kifşê bona qewat û bîlaniya Xwedê, usa jî bona hizkirina wî, ya ku ew her efirînekî xwera dide kifşê.
VÊ PARÊDA
DERSA 1
Xwedê Erd û Ezman Çêkir
Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî Xwedê erd û ezman çêkir. Çira Xwedê Îsa pêşiya hemû tiştî çêkir?
DERSA 2
Xwedê Mêr û Jina Pêşin Çêkir
Xwedê mêr û jina pêşin çêkir û wana kire baxçê Êdênê. Ewî dixwest, wekî ewana bibine malbeta pêşin û erd bikine cinet.