Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pêşxebera Para 11

Pêşxebera Para 11

Vê parêda wê qewimandinên ji Nivîsarên Yûnanî bêne gilîkirinê. Îsa malbeteke ne dewletîda hatibû bûyînê, yên ku şeherekî biçûkda diman. Bavê Îsa necar bû û Îsa alî wî dikir. Îsa gerekê bibûya xilazkarê însanetê. Yehowa wî jibart, wekî ew bibe Padşê Padşatiya ezmana. Hergê zarên we hene, dîna wan bidin ser wê yekê, ku Yehowa xem kir, wekî Îsa malbeteke xwedêxofda bê bûyînê. Wanara gilî kin, çawa Yehowa, Îsa ji destê Hêrodes xilaz kir û şirovekin, wekî tu tişt nikare riya Yehowa bigire, wekî nêta xwe bîne sêrî. Usa jî tevayî bifikirin derheqa wê yekê, ça Yûhenna pêşda cimet hazir dikir bona hatina Îsa. Û dîna zara bide ser wê yekê, ku Îsa ji zarotiya xwe her tiştîda gura Yehowa dikir.

VÊ PARÊDA

DERSA 68

Êlîzabêtêra Zar Dibe

Çira mêrê Êlîzabêt dibêje, wekî wê nikaribe xeberde heta zar bê bûyînê?

DERSA 69

Cibrayîl Meryemêra Eyan Dibe

Ewî elametiya usa gote wê, bi saya çi emirê wê hate guhastinê.

DERSA 70

Melek Bûyîna Îsa Elam Dikin

Şivanên, ku bihîstin ewê elametiyê, pêra-pêra rê ketin..

DERSA 71

Yehowa Îsa Xwey Dike

Padşê zulm dixwaze Îsa bikuje.

DERSA 72

Îsayê Donzdeh Salî

Çira dersdar paristgehêda ji Îsa ecêbmayî bûn?

DERSA 73

Yûhenna Rê Hazir Dike

Yûhenna mezin dibe wekî bibe pêxember. Yûhenna cimet hîn dike, wekî Mesîh tê. Çawa cimet xwe didane kifşê hindawa gotinên Yûhenna?