Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 74

Îsa Dibe Mesîh

Îsa Dibe Mesîh

Yûhennayê Nixumdar elam dike: “Kesê hê mezin pey min tê”. Çaxê Îsa weke 30 salî bû, ew ji Celîlê hate ber çemê Ûrdunê, kîderê ku Yûhenna meriv dinixumandin. Îsa dixwest, wekî Yûhenna wî binixumîne, lê Yûhenna got: “Ez nikarim te binixumînim. Tu gerekê min binixumînî”. Îsa gote wî: “Yehowa dixwaze, wekî tu min binixumînî. Paşê ewana ketine çemê Ûrdunê û Yûhenna Îsa pêda nuqî avê kir.

Paşî nixumandinê Îsa dua kir. Wê demê ezman vebû û ruhê pîroz mîna kevotkê dakete ser Îsa. Û Yehowa ji ezmên got: “Tu yî Kurê minî delal, ez ji te razî me”.

Gava ruhê pîroz hate ser Îsa, ew bû Mesîh. Ewî îda dikaribû wî şixulî destpêke, seva kîjanî Yehowa wî şandibû ser erdê.

Hema paşî nixumandinê Îsa çû beriyê û 40 roja wêderê ma. Û kengê paşda vegeriya, çû bal Yûhenna. Yûhenna got: “Ewa ye Berxê Xwedê, yê ku wê gunê dinyayê hilde”. Bi wan xebera Yûhenna merivara eyan kir, wekî Îsa ye Mesîh. Lê tu zanî çi qewimî çaxê Îsa beriyêda bû? Serê dinda emê pêbihesin.

“Û dengek ji ezmana hat ku digot: ‘Tu yî Kurê minî delal, ez ji te razî me’” (Marqos 1:11).