Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 81

Xizmetkirina ser Çiyê

Xizmetkirina ser Çiyê

Paşî wê yekê çaxê Îsa 12 şagirt xwera jibart, ew nêzîkî elaletê bû, kîjan ku ser çiyê hîviya wî bûn. Ew meriv ji Celîlê, Cihûstanê, Sûrê, Saydayê, Sûryayê hatibûn û ji cûre-cûre ciyên Ûrdunê. Wana merivên nexweş û cinaketî dianîn bal Îsa, û ewî wan qenc dikir. Paşê Îsa rûnişt û destpêkir meriva hîn ke. Ewî şirovedikir, wekî çi gerekê bikin seva ku bibine dostê Xwedê. Em gerekê bîr nekin, wekî em hewcê rêberiya Yehowa ne û gerekê hîn bin hizkirina xwe wîra bidine kifşê. Lê hergê em meriva hiz nakin, em nikarin Xwedê hiz bikin. Em gerekê merivne heyf bin û hindava yên din helal bin, hela hê hindava wan jî kê himberî me neheqiyê dike.

Îsa got: “Bes nîne tenê hevalên xwe hiz bikî. Tu usa jî gerekê dijminên xwe hiz bikî û bi dil bibaxşînî wan. Hergê kesek ser te xeydî ye, pêra-pêra here û ji wî baxşandinê bixwaze. Hindava yên din usa be, çawa tu dixwazî, wekî ewana hindava te bin”.

Îsa usa jî şîretên baş dida, wekî hindava tiştên matêriyalî, nihêrandina rast xwey kin. Ewî got: “Dostiya tevî Xwedê ji hebûnê çêtir e. Diz dikare hebûna te bidize, lê tu kes nikare dostiya te tevî Xwedê biqetîne. Lema jî, bona emirê xwe xema neke, wekî tuyê çi bixwî, çi vexwî û çi xwe kî. Dîna xwe bide teyredên ezmana. Xwedê hertim risqê wan digihîne wan. Xemkirin, emirê te wê dirêj neke. Bîr neke, wekî Yehowa zane tu hewcê çi yî”.

Tu kesî pêşda mîna Îsa cimet hîn nedikir, hela hê serwêrên rêlîgiya jî. Çira Îsa dersdarekî usa baş bû? Çimkî tiştên ku ewî hîn dikir ji Yehowa bûn.

“Nîrê min hildine ser xwe û ji min hîn bin, çimkî ez şkestî me û dilmilahîm im û hûnê xwera rihetiyê bibînin” (Metta 11:29).