Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 13

Aqûb û Esaw Hev Hatin

Aqûb û Esaw Hev Hatin

Yehowa soz da Aqûb, wekî wê wî xwey ke çawa Birahîm û Îshaq xwey dikir. Aqûb şeherê Haranêda cî-war bû û wêderê zewicî. Ew bû xweyê malbeteke mezin û yekî dewletî bû.

Paşê Yehowa gote Aqûb: “Vegere ser erdê xwe”. Û Aqûb tevî malbeta xwe rêket. Rêva çend meriv nêzîkî Aqûb bûn û gotine wî: “Birê te Esaw berbi te tê, û 400 mêr tevî wî tên!” Aqûb tirsiya, wekî Esaw ziyanê nede wî û neferên wî. Ewî Yehowara dua kir: “Lava dikim min ji birê min xwey ke”. Roja din, Aqûb birê xwey Esawra gelek berx, bizin, çêlek, dewe û ker, çawa pêşkêş şand.

Wê şevê çaxê Aqûb tenê bû, ewî melek dît! Melek kete gulaşê tevî wî, heta ku sibeh safî bû. Rast e Aqûb ziyan stand, lê dîsa jî terka wî neda. Melek gote Aqûb: “Min berde ez herim”. Lê Aqûb gote wî: “Na, heta ku tu min kerem nekî, ez te bernadim”.

Axiriyê, melek Aqûb kerem kir. Û hingê Aqûb fem kir, wekî Yehowa wê îzinê nede Esaw ziyanê bide wî.

Sibehê zû, Aqûb dîna xwe dayê û dûrva dît ça Esaw tevî 400 mêra berbi wî tê. Aqûb pêşiya malbeta xwe berbi Esaw çû û heft cara serê xwe ber wî daxist. Lê Esaw berbi birê xwe revî û xwe avîte pêsîra wî. Her du kele-kel giriyan, usa wana edilayî xwey kirin. Ça tu dişirmîş dibî, Yehowa çi texmîn kir, gava Aqûb wê derecêda xwe rast da kifşê?

Paşî wê yekê Esaw xwest vegere mala xwe, lê Aqûb riya xwe berdewam kir. Aqûb bû bavê 12 kura. Navê kurên wî usa bûn; Rûbên, Şimhûn, Lêwî, Çihûda, Dan, Neftelî, Gad, Aşêr, Îsaxar, Zebûlon, Ûsiv û Binyamîn. Yehowa bi destê kurekî wî, dêmek Ûsiv, cimeta xwe xilaz kir. Zanî çi cûreyî? Werên em pêbihesin.

“Dijminêd xwe hiz bikin û bona wan dua bikin, yêd ku we dizêrînin, wekî hûn bibine zarêd Bavê xweyî Ezmana” (Metta 5:44, 45).