Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 32

Rêberê Teze û du Kulfetên Mêrxas

Rêberê Teze û du Kulfetên Mêrxas

Yêşû gelek sal rêberî cimeta Yehowa dikir, ew 110 salî bû çaxê mir. Heta Yêşû sax bû, Îsraêliya Yehowara xizmet dikirin. Lê paşî mirina wî, ewana çev dane Kenaniya û destpêkirin mîna wana serê xwe ber pûta daynin. Seva wê yekê ku Îsraêlî Yehowara amin neman, Ewî îzin da padşê Kenanê, bi navê Yawîn, wekî emirê wan çetin ke. Cimeta Îsraêl lava dikir, wekî Yehowa alî wan bike. Lema jî Yehowa rêberê teze, bi navê Barak, ser wan kifş kir. Barak gerekê alî cimetê bikira, wekî ewana vegerin bal Yehowa.

Kulfeteke pêxember, navê kîjanî Debora bû, meriv şandin, wekî elametîke ferz ji Yehowa bêjine Barak. Wana gote Barak: “Tevî xwe 10 000 mêr hilde, here ber çemê Kîşonê, û tevî eskerên Yawîn şer bike. Wêderê tuyê Sîsera, serwêrê eskerê Yawîn alt kî”. Barak gote Deborayê: “Ezê herim, tenê hergê tu tevî min bêyî”. Ewê gote wî : “Ezê tevî te bêm. Lê bizanibe, wekî tu ne ew î, yê ku gerekê Sîsera bikuje. Yehowa got, wekî ewê ji destê kulfetekê bê kuştinê”.

Debora tevî Barak û eskerên wî çû ser Çiyayê Tebor, wekî bona şer xwe hazir kin. Gava Sîsera bihîst derheqa wê yekê, ewî esker û erebên wan top kir û çû ber meydana nêzîkî çemê Kîşonê. Deborayê gote Barak: “Îro ew roj e, kengê Yehowa wê Sîsera bide destê te”. Barak û 10 000 eskerên wî ji çiya peya bûn, wekî rastî Sîsera û eskerên wîye qewî bên.

Wî çaxî Yehowa usa kir, wekî ava çemê Kîşonê rabû û ji çem derket. Erebên eskerên Sîsera ji heriyê nikaribûn derên. Sîsera ereba xwe hîşt û ji wêderê revî. Barak tevî eskerên xwe eskerên Sîsera alt kirin, lê Sîsera xwe veşart! Ew revî û xwe çadira kulfetekêda, navê kîjanê Yaêl bû, veşart. Ewê şîr da wî û orxan avîte ser. Sîsera vestiyayî bû û xewra çû. Paşî wê yekê Yaêl tele-tel nêzîkî wî bû û singek kuta cênîka wî û ew kuşt.

Wî çaxî Barak Sîsera digeriya. Yaêl ji çadira xwe derket û got: “Were bikeve hindur. Ezê nîşanî te kim wî merivî, kîjanî tu digerî”. Barak kete çadirê û dît, wekî Sîsera miriye. Barak û Debora pê kilama pesin didane Yehowa seva wê yekê, ku ewî alî Îsraêliya kir, wekî dijminên xwe alt kin. Paşî wê yekê Îsraêlî 40 sala edilayêda dijîtin.

“Xudan dike fermanî, kulfet dibine mizgîndarêd piranî” (Zebûr 68:11).