Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

PARA 4

Xwe Sûcdarkirin; “Min Paqij ke ji Guneyêd Min”

Xwe Sûcdarkirin; “Min Paqij ke ji Guneyêd Min”

“Ji bo xebata mine teze malbeta minda îda kêmasiya pere tune bû. Lê min destpêkir şixulên usava mijûl bim, çi ku nerast bû. Min destpêkir eyd-qeyda derbaz kim, diketime nav şixulên polîtîkî û hela hê diçûme dêra jî. Weke 40 sala ez ruhanîda sist bûm û min ew yek nedikir çi ku Şedên Yehowa dikirin. Çiqas wede derbaz dibû, haqas hê zêde ez difikirîm, wekî Yehowa wê nebaxşîne min. Hela hê min xwexa jî nikaribû bibaxşanda xwe. Çimkî heta ku min ew tişt bikirana, min riya rast zanibû” (Marta).

XWE SÛCDARKIRIN dikare bibe barê giran. Dawid Padşa got: “Neheqîyêd min ji serê min bilindtir bûne, mîna barê giran ew li ser min giran bûne” (Zebûr 38:4). Hine Mesîhî gelek dilteng bûne, çimkî ewana difikirin, wekî Yehowa wê tu car wana nebaxşîne (2 Korintî 2:7). Lê gelo ew yek rast e? Hela hê hergê te gunên giran jî kiriye, gelo tu ji Yehowa usa dûr ketî, wekî ewê tu car nebaxşîne te? Na, usa nîne!

“Niha Werin û Em li Doza Xwe Binêrin”

Yehowa pişta xwe nade wan, kê tobe dike. Dewsê ew destê xwe çawa alîkarî, dirêjî wan dike! Îsa, meteloka xweda Yehowa beramberî wî bavê hizkirî kir, kurê kîjanî ji mal çû û xwe riya nerast girt. Hine wext şûnda kur safî dike paşda vegere mal. “Lê gava hê dûrva bavê [kur] dît, dilê wî ser şewitî, berbi wî bezî, ew hemêz kir û ramûsa” (Lûqa 15:11-20). Diqewime tu difikirî, wekî ji Yehowa gelek dûr ketî, lê xwestina te heye paşda vegerî? Mîna wî bavê ji meteloka Îsa, Yehowa jî bi hizkirinê, dilşewatiyê û bi sebirê hîviyê ye, gava tu dîsa vegerî cem wî.

Lê diqewime tu difikirî, wekî gunên te gelek mezin û giran in û tu hêja nînî, wekî Yehowa bibaxşîne te? Ji kerema xwe dîna xwe bide teglîfkirina Yehowa ji Îşaya 1:18: “Niha werin û em li doza xwe binêrin; ger sûcên we mîna qirmiz bin jî wê mîna berfê sipî bibin”. Yehowa hela hê jî gunên usa dibaxşîne, yên ku mîna lekê ser perçê sipî ne.

Yehowa naxwaze, wekî îsafa te temamiya emirê teda, te biçerçirîne. Lê tu çi gerekê bikî, seva ku Xwedê te bibaxşîne û îsafa te temiz be? Bifikire derheqa du gava, yên ku Dawid Padşa kir. Ya pêşiyê, ewî got: “Ezê şaşîya xwe li ber Xudan bidime rûyê xwe” (Zebûr 32:5). Bîr neke, wekî Yehowa hîviya te ye, ku tu bi dua nêzîkî wî bî û bi gotina wî doza xwe, dêmek heleqetiya xwe tevî wî rast kî. Teglîfkirina wî qebûl ke. Gunê xwe bide rûyê xwe û dilê xwe bi temamî Yehowara veke. Dawid gelek car dilremtiya Yehowa emirê xweda dîtibû û lema jî bi baweriyê dua dikir: “Min paqij ke ji guneyêd min . . . dilê milûk e, ku Xwedê texsîr nake” (Zebûr 51:2, 17).

Ya duda, Dawid alîkariya Natan pêxember qebûl kir (2 Samûyêl 12:13). Roja îroyîn civatên meda jî hene rûspî, yên ku bi saya hînkirina Yehowa dikarin alîkariyê bidine wan, yên ku gunê xwe didine rûyê xwe, seva ku dîsa bibine dostê Yehowa. Çaxê tu nêzîkî rûspiya bî, ewana wê tevî te fikirên ji Nivîsarên Pîroz şêwir kin û bona te bi dil Xwedêra dua bikin. Ew yek wê alî te bike rihetiya dil bistînî, barê xwe sivik kî û ruhanîda qenc bî (Aqûb 5:14-16).

Yehowa dixwaze, wekî tu dilrihetiyê bistînî ji bo îsafa temiz

“Xwezî li Wî Bendeyî, ku Neheqîyêd Wî Hatine Afûkirinê”

Dibeke tu difikirî, wekî tiştekî lapî çetin ew e, ku gunê xwe ber Xwedê Yehowa û rûspiya bidî rûyê xwe. Diqewime Dawid jî usa difikirî. Wedekî ewî “guneyê xwe neda rûyê xwe” (Zebûr 32:3). Lê axiriyê ewî fem kir, wekî çiqas ferz e gunê xwe bidine rûyê xwe û tobe kin.

Gava Dawid ew yek kir, şabûneke mezin stand. Ewî nivîsî: “Xwezî li wî bendeyî, ku neheqîyêd wî hatine afûkirinê û guneyêd wî hatine baxşandinê!” (Zebûr 32:1). Dawid timê dua dikir: “Xweyo, lêvêd min Tu ji hev veke û devê minê rûmeta Te bilind ke” (Zebûr 51:15). Gava îsafa Dawid îda wî sûcdar nedikir, ew bi razîbûnê tije bû û dixwest derheqa Yehowa merivara gilî ke.

Yehowa dixwaze, wekî îsafa te jî te neçerçirîne û tu pê îsafa temiz wîra xizmet kî. Ew usa jî dixwaze, wekî tu xwe sûcdar nekî, lê pê şabûnê û bi dil û can derheqa wî û normên wî merivara gilî kî (Zebûr 65:1-4). Bîr neke derheqa vê teglîfkirinê: “Berbi Xwedê vegerin, ku gunêd we bêne resîtkirinê” (Karên Şandiya 3:19).

Ew yek hate serê Martayê jî. Ew gilî dike: “Kurê min hertim minra ‘Birca Qerewiliyê’ û ‘Hişyar Bin!’ dişand. Axiriyê ez hêdî-hêdî nêzîkî Yehowa bûm. Diha çetin ew bû, ku ji Yehowa baxşandinê bixwazim bona her guneyên xwe. Lê yeke axiriyê min Xwedêra dua kir û ji wî baxşandin xwest. Çetin e bawer kim, wekî 40 sal derbaz bû û paşê ez vegeriyame bal Yehowa. Mesela min dide kifşê, wekî hela hê paşî haqas sal jî meriv dîsa dikare vegere cem Yehowa, wîra xizmet ke û hizkirina wî ser xwe texmîn ke”.