Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

PARA 1

“Ezê li yê ku Unda Bûye Bigerim”

“Ezê li yê ku Unda Bûye Bigerim”

Berxik unda bûye. Ev tevî keriyên pêz diçêriya û texmîn nekir, çawa ji wan dûr ket. Niha ew ne şivan divîne ne jî pêz. Îda terî dikeve erdê. Berxik cîkî usada ne, kîderê terewil hene, û niha ew bin xofêda ye. Nişkêva berxik dengekî nas dibihê, dengê şivanê xwe, yê ku direve berbi wê, hildide hema xwe û dibe mal.

YEHOWA xwe beramberî wî şivanî dike. Ew Xebera xweda me dide bawerkirinê: “A vay, ez, ezê mîhên [berxên] xwe bipirsim û lêkolînê li wan bikim” (Hezeqêl 34:11, 12).

“Û Hûn, Mîhên Min” in

Berxên Yehowa kê ne? Kin bêjin, berxê Yehowa ew meriv in, kê wî hiz dikin û wîra xizmet dikin. Kitêba Pîroz dibêje: “Em ta bin, deverûya herin, ber Xudan Efirandarê xwe çok din. Çimkî Ew e Xwedêyê me, em jî cimeta mêrga wî ne û pezêd ber Wî ne” (Zebûr 95:6, 7). Xizmetkarên Yehowa, mîna berxên ku pey şivanê xwe diçin, bi rezedilî xwe riya Xwedê digirin. Gelo ewana bêqisûr in? Na. Carna usa dibe, wekî xizmetkarên Xwedê dibine mîna berxên “belavbûyî”, “undabûyî” û “xalifî” (Hezeqêl 34:12; Metta 15:24; 1 Petrûs 2:25). Lê çaxê meriv ji Yehowa dûr dikeve, Ew hesab nake, wekî hêvî tune, lê hîviyê ye, wekî ew vegere.

Lê gelo tu texmîn dikî, wekî Yehowa dîsa jî Şivanê te ye? Yehowa roja îro ça Şivantiyê dike û miqatî berxên xwe dibe? Werên em sê dereca şêwir kin:

Ew ruhanîda me têr dike. Yehowa dibêje: “Ezê wan di çêregeha qencda bajom . . . wê li wir, di çêregeha qencda rakevin û wê li . . . çêregeha qencda biçêrin” (Hezeqêl 34:14). Yehowa her gav wededa mera xwarina ruhanî dide, ya ku me qewat dike. Lê tu dikarî bînî bîra xwe, gotarek yan vîdêoyeke usa, ji kîjanî te caba duayên xwe stand? Gelo ewê yekê tu nedayî bawerkirinê, wekî Yehowa şexsî bona te xem dike?

Ew miqatî me dibe û piştgiriya me dike. Yehowa soz dide: “Yê ku unda bûye bigerim û yê ku hatiye ajotin şûnda bînim û ezê yê şikestî bipêçim û yê ku nexweş e xwurt bikim” (Hezeqêl 34:16). Yên ku ji bo çetinaya sist bûne, Yehowa bona wan xem dike û wana qewî dike. Ew birînê wan derman dike û alî wan dike, wekî ewana qenc bin, wî çaxî jî gava xûşk-bira dilê wan dêşînin. Ew yên undabûyî paşda vedigerîne û alî wan dike, yên ku tevî fikirên xweye nerast şer dikin.

Ew bona me xwe cabdar hesab dike. Yehowa dibêje: “Ji heçî cîhên ku di roja bi ewr û terîda belav bûyîne, ezê wan xelas bikim”, “ezê li yê ku unda bûye bigerim” (Hezeqêl 34:12, 16). Çaxê berxa Yehowa unda dibe, Ew hesab nake, wekî hêvî tune. Hergê berxeke wî riya xwe şaş kiriye, ew derheqa wê yekê zane. Ew berxa xwe digere û gava dibîne, şa dibe (Metta 18:12-14). Yehowa derheqa xizmetkarên xweyî amin dibêje: “Hûn mîhên [berxên] min” in (Hezeqêl 34:31). Û yek ji wan berxa tu yî.

Çaxê berxa Yehowa unda dibe, Ew hesab nake, wekî hêvî tune. Ew şa dibe çaxê wî dibîne

“Mîna Berê Rojên Me Nû Bike!”

Gelo çira Yehowa te digere û teglîf dike, wekî tu paşda vegerî? Çimkî dixwaze, wekî tu bextewar bî. Ew soz dide pezên xwe “wê bibin baranên berdariyê” (Hezeqêl 34:26). Û ew sozê wî boş-betal nîne. Diqewime te gelek car ew yek ser xwe texmîn kiriye.

Bîne bîra xwe, gava tu cara pêşiyê derheqa Yehowa pêhesiyayî. Mesele, te çi texmîn kir, çaxê derheqa navê Yehowa û nêtên wî pêhesiyayî? Tê bîra te şabûneke çiqas mezin bû, çaxê tu ser civata mezin tevî xûşk-bira yektiyêda bûyî? Çaxê te mizgîniya xêrê bela dikir wan merivara, yên ku hewas pêşda anîn, gelo te rihetî û şabûn texmîn nedikir?

Tu dîsa jî dikarî ewê şabûnê texmîn kî. Xizmetkarên Xwedê wedê berê dua dikirin: “Me vegerîne xwe, ya Xudan û emê bizivirin; mîna berê, rojên me nû bike!” (Lûrînên Yêremya 5:21). Yehowa caba duayê cimetê da, ewana vegeriyane bal wî û şabûneke mezin xizmetiyêda standin (Nehemiya 8:17). Yehowa wê alî te jî bike ewê şabûna xwe vegerînî.

Lê carna nehêsa ye vegerine cem Yehowa. Lema jî were şêwir kin çi çetinayî dikarin pêşda bên û ça wana safî kin.