Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

PARA 5

Vegere cem “Şivan û Seviyê Ruhê Xwe”

Vegere cem “Şivan û Seviyê Ruhê Xwe”

Diqewime tera jî nas in ew çetinayî, derheqa kîjana wê broşûrêda tê gotinê? Hergê erê, tu tenê nînî. Xizmetkarên Yehowaye amin, yên wedê berê û yên wedê me jî, rastî wê yekê hatine. Yehowa alî wan kiriye, û ewê usa jî alî te bike.

Hergê tu safî kî vegerî cem Yehowa, ewê timê piştgiriya te bike

BAWER BE, hergê tu safî kî vegerî cem Yehowa, ewê timê piştgiriya te bike. Ewê alî te bike xemên te sivik bin, êş ji dilê te derê, dilrihet bî û bi îsafa temiz pêşda herî. Û wî çaxî xwestina te, ku tevî xûşk-bira Yehowara xizmet kî, dikare dîsa pêşda bê. Derecên te jî dikarin mîna derecên Mesîhiyên qirna yekê bin, kîjanara Petrûs nivîsî: “Hûn mîna pezêd xalifî bûn, lê niha hûn li Şivan û Seviyê ruhê xwe vegeriyane” (1 Petrûs 2:25).

Safîkirina lape baş ew e, ku vegerine cem Yehowa. Gelo çira? Çimkî usa tuyê dilê Yehowa şa kî (Metelok 27:11). Çawa em zanin hestên Yehowa hene, û ew bêtalaş nîne hindava wê yekê, ça em xwe didine kifşê. Usa jî em zanin, wekî Yehowa zorê me nake, ku wî hiz bikin û wîra xizmet kin (Qanûna Ducarî 30:19, 20). Zandarekî Kitêba Pîroz usa got: “Derê dilê meriva ne ku dervava vedibe, lê hindurva vedibe”. Çaxê dilê me bi hizkirina helal hindava Yehowa tije dibe, wî çaxî em xwexa derê dilê xwe vedikin. Gava em usa dikin, em Yehowara pêşkêşeke qîmet didin, dêmek aminiya xwe, ya ku şabûneke mezin dike dilê wî. Bi rastî jî tu tişt nikare şabûneke usa mezin mera bîne, ça ew yek ku bi temamiya dilê xwe Yehowara xizmet kin, yê ku hêjayî wê yekê ye (Karên Şandiya 20:35; Eyantî 4:11).

Xêncî wê yekê, çaxê tu dîsa vegerî xizmetiya xwe, tuyê hewcetiya xweye ruhanî razî kî (Metta 5:3). Çi cûreyî? Meriv nav temamiya dinyayêda pirseke usa didin: “Çira em dijîn?” Ewana hewcê wê yekê ne, ku bistînin caba pirsên usa, yên ku emirva girêdayî ne. Ew hewcetî Yehowa kiriye dilqê wan. Û ewî me usa efirandiye, wekî xizmetkirina wîra rihetiyê mera tîne. Tu tişt beramberî wê şabûnê nabe, ya ku em ser xwe texmîn dikin, çaxê bi hizkirinê Yehowara xizmet dikin (Zebûr 63:1-5).

Hîvî dikin, bîr neke derheqa wê yekê, ku Yehowa dixwaze, wekî tu paşda vegerî cem wî. Lê çima tu dikarî wê yekêda dudilî nebî? Bifikire: Ew broşûr bi saya gelek duakirina hatiye sazkirinê. Diqewime te ew broşûr ji rûspiya stand yan ji Mesîhiyên din. Xwestina te hebû bixûnî, te xwend û ew yek dilê te girt. Ew her tişt îzbat dike, wekî Yehowa te bîr nekiriye. Lê ew bi dilgermiyê te hêlan dike, dîsa vegerî cem wî (Yûhenna 6:44).

Ew fikir, ku Yehowa tu car berxên xweye undabûyî bîr nake, me dilgerm dike. Hema ew yek xûşka bi navê Donna ser xwe texmîn kiriye, ew dibêje: “Ez hêdî-hêdî ji Yehowa dûr ketim, lê ez hertim difikirîm derheqa xeberên ji Zebûr 139:23, 24: ‘Min enene ke, Xudano, dilê min zanibe, min bicêribîne û fikirêd min bizanibe. Dîna xwe bidê, xa ez ne rîya xirabda me, rîya heta-hetayêda rêberîya min bike’. Min texmîn dikir, wekî ev dinya bona min xerîb e. Min tu car xwe vê dinyayêda rihet texmîn nedikir û min fem dikir, wekî ciyê min teşkîleta Yehowada ye. Min zanibû, wekî Yehowa ez nehîştime, lema jî minra lazim bû bivînim ew rê, ya ku dibe berbi . Û ez şa me, wekî min ew rê dît!”

“Min zanibû, wekî Yehowa ez nehîştime, lema jî minra lazim bû bivînim ew rê, ya ku dibe berbi

Em bi dil û can dua dikin, wekî tu dîsa jî “şabûniya Xudan” bivînî (Nehemiya 8:10). Tuyê tu car poşman nebî, wekî vegeriyayî cem Yehowa.