Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

PARA 2

Xemgînî; “Em Her Aliyava Telî-Tengiyada Ne”

Xemgînî; “Em Her Aliyava Telî-Tengiyada Ne”

“Ez û mêrê xwe paşî 25 salên zewacê, hev qetiyan. Zarên min ji Xwedê dûr ketin. Min nexweşîke giran stand û ez ketime dêprêsiyayê. Min tirê dinya ser minda hilşiya û qidûmê min tune bû tiştekî bikim. Min terka civatê da, û axiriyê ruhanîda sist bûm” (Cûn).

XEMGÎNÎ; her kes dikare xemgîn be, hela hê xizmetkarên Xwedê jî. Zebûrbêj nivîsî: “Xemên min zêde dibûn” (Zebûr 94:19, DT). Îsa got, wekî rojên axiriyê wê diha çetin be Yehowara xizmet kin, ji bo “xemêd vê dinyayêva girêdayî” (Lûqa 21:34). Lê derheqa te çi dikarin bêjin? Gelo tu ji bo çetinayên perava, malbetêva yan sihet-qewatêva girêdayî, ber xwe dikevî? Lê Yehowa ça dikare alî te bike, wekî wan çetinayada teyax kî?

“Zorayiya Qewatê Ji Xwedê” ye

Tenê bi saya qewata xwe, em nikarin nav çetinayada teyax kin. Pawlosê şandî nivîsî: “Em bi her awayî di tengahiyêda ne, . . . em heyirî dimînin . . . em li erdê hatine xistin”. Pawlos usa jî dibêje: “Lê em ne perçiqî ne, . . . em ne bêhêvî ne, . . . em ne helakbûyî ne”. Gelo çi alî me dike sebir kin? Zorayiya qewatê ku ji Xwedayê Himzor e, dêmek ji Yehowa (2 Korintî 4:7-9, ÎM).

Bîne bîra xwe, wekî çawa berê Xwedê “zorayiya qewatê” dida te. Gelo usa qewimî ye, wekî paşî gotarê, razîbûna te hindava Yehowa seva hizkirina wîye amin, diha kûr bûye? Çaxê te merivara derheqa sozê Yehowa hindava Cinetê gilî dikir, gelo wî çaxî baweriya te hê qewî nedibû? Çaxê em têne civatê û usa jî çaxê derheqa baweriya xwe merivara gilî dikin, em qewatê distînin, ya ku alî me dike sebir kin wedê çetinaya û xemgîniya. Usa em rihetiya dil distînin, seva ku berdewam kin bi şabûnê Yehowara xizmet kin.

“Tem kin û Bizanibin ku Xudan Ça Qenc e!”

Dibeke tu texmîn dikî, wekî gelek şixul stûyê teda ne. Mesele, Yehowa ji me dewa dike, berê pêşin Padşatiya Xwedê bigerin, û şixulên ruhanîva bi xîret mijûl bin (Metta 6:33; Lûqa 13:24). Lê çi bikin hergê miqabilîbûn, sihet-qewata nebaş, yan çetinayên malbetêda, qewatê ji me distînin? Diqewime xebata te wede û qewatê tera nahêle, wekî seva civatê xerc kî? Ew yek, ku şixulê te gelek in, lê wede û qewata te hindik e, dikare te dilteng ke. Dibek tu usa bifikirî, wekî Yehowa ji te haqasî dixwaze, çi ku ji qewata te der e.

Yehowa me fem dike. Ew tu car haqas ji me dewa nake, çiqas ku em nikarin bikin. Û ew zane, wekî mera wede lazim e, seva ku em aliyê fîzîkî û êmosiyalîda qenc bin (Zebûr 103:13, 14).

Bîne bîra xwe, ku Yehowa xem dikir bona Êlyas pêxember. Çaxê Êlyas dilteng bû û ditirsiya, ew revî beriyê. Gelo ji bo wê yekê Yehowa wî sûcdar kir û ji wî dewa kir, wekî ew paşda vegere û xizmetiya xwe berdewam ke? Na. Du cara Yehowa melek şand, wekî ew bi nermî Êlyas hişyar ke û nan bide wî. Hela hê paşî 40 rojî jî Êlyas dîsa ber xwe diket û ditirsiya. Yehowa ça alî wî kir? Ya pêşin, Yehowa Êlyas da bawerkirinê, wekî ew dikare wî xwey ke. Ya duda, Yehowa bi dengê nerm û nimiz dilbînî da wî. Û axiriyê Yehowa gote wî, wekî ew tenê nemaye, çimkî dîsa bi hezara meriv, wîra bi aminiyê xizmet dikin. Zûtirekê Êlyas pêxember destpêkir bi xîret Yehowara xizmet ke (1 Padşatî 19:1-19). Ew yek çi me hîn dike? Çaxê Êlyas ji bo çetinaya dilteng dibû, Yehowa bi sebir û dilşewatiyê alî wî dikir. Yehowa nehatiye guhastinê. Ew bona me jî usa xem dike.

Çaxê safî dikî, wekî hê zêde Yehowara xizmet kî, derecên xwe hilde hesab. Çiqas te berê dikir, beramberî xizmetiya xweye niha neke. Mesele, hergê ew meriv kîjan lecmeydanêda direve, çend meha yan sala nareve, paşê wê nikaribe pêra-pêra mîna berê bireve. Pêşiyê ew xwera nêtên biçûk datîne, kîjan alî wî dikin qewat û sebirê pêşda bîne. Mesîhî jî mîna wan in, yên ku lecmeydanêda direvin. Ewana jî xwera nêtên usa datînin, kîjan ku seva wan rêalî ye (1 Korintî 9:24-27). Wê baş be, hergê tu jî nêteke usa daynî pêşiya xwe, ya ku rêalî ye, wekî bînî sêrî. Mesele, tu dikarî xwera nêtê daynî, wekî herî civata. Ji Yehowa alîkariyê bixwaze, wekî nêtên xwe bînî sêrî. Çaxê tu ruhanîda qewî bî, tuyê “tem” kî û bizanibî Yehowa ça qenc e (Zebûr 34:8). Bîr neke, wekî Yehowa her tişt, çi ku tu bi hizkirinê seva wî dikî, qîmet dike (Lûqa 21:1-4).

Yehowa tu car haqas ji me dewa nake, çi ku ji qewata me der e

“Minra Hema Ew yek Lazim Bû”

Yehowa ça qewat da Cûn, wekî vegere cem wî? Ew gilî dike: “Min her gav Yehowara dua dikir, wekî ew alîkariyê bide min. Bûka min minra got, wekî şeherê meda civata mezin wê derbaz be. Min safî kir hema rojekî herime civatê. Min şabûneke pir mezin stand, wekî dîsa nav cimeta Yehowada bûm! Minra hema ew yek lazim bû. Niha ez dîsa jî bi şabûnê Yehowara xizmet dikim, û niha îda jîyîna min bi nêt e. Niha ez diha rind fem dikim, wekî ez çiqas hewcê xûşk-bira û alîkariya wan bûm. Ez gelek şa me, wekî dereng nîbû vegerime cem Yehowa”.