Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

PARA 3

Xeyd; “Heger Gazinê Yekî li Hindava Yekîda Hebe”

Xeyd; “Heger Gazinê Yekî li Hindava Yekîda Hebe”

“Xûşkeke ji civata me şer avîte min, yançi min perê wê diziye. Çaxê xûşk-birên civatê derheqa wê yekê pêhesiyan, hineka aliyê wê girtin, lê hineka jî aliyê min. Hine wede şûnda ewê xûşkê gote min, wekî pêhesiyaye ku min nediziye. Rast e ewê baxşandin ji min xwest, lê ez usa dilbirîndar bûm, wekî dişirmîş dibûm, ku ezê tu car nikaribim bibaxşînime wê” (Lînda).

GELO qe te êşa wî cûreyî ser xwe texmîn kiriye, çawa Lîndayê? Yazix, carna kirê hine xûşk-bira dikare usa dilê hineka bêşîne, wekî ew ruhanîda sist bin. Lê gelo tu rastî tiştekî usa hatî?

Gelo Kesek Dikare “Hizkirina Xwedê Ser Me Sar ke”?

Rast e Mesîhî gerekê hevdu hiz bikin, lê carna mera dikare çetin be bibaxşînin wan xûşk-bira, yên ku dilê me êşandine (Yûhenna 13:34, 35). Hergê ji xûşk-bira kesekî me bide xeydandinê, ew yek êşeke giran dike dilê me û em dilteng dibin (Zebûr 55:12).

Bi rastî Kitêba Pîroz dide kifşê, wekî carna wê “gazinê yekî li hindava yekîda hebe” (Kolosî 3:13). Lê çaxê tişteke usa tê serê me, ew dikare bona me bibe cêribandineke mezin. Wî çaxî wê çi alî me bike? Werên em sê prînsîpên Kitêba Pîroz şêwir kin:

Bavê meyî ezmana hemû tiştî zane. Yehowa her tiştî divîne, hela hê jî çaxê hindava meda xwe nerast didine kifşê, ji bo çi jî em dilteng dibin (Îbranî 4:13). Yehowa jî ber xwe dikeve çaxê divîne, wekî em dilteng dibin (Îşaya 63:9). Ew tu car îzinê nade, wekî “derd-kul, telî-tengî” yên ku dikarin ji xûşk-birên me pêşda bên, “hizkirina Xwedê ser me sar ke” (Romayî 8:35, 38, 39). Em jî gerekê çev bidine Yehowa û îzinê nedin, wekî kesek yan tiştek heleqetiya me tevî wî xirab ke!

Baxşandin nayê hesabê piştgiriya xirabiyê bikin. Çaxê em kesekî dibaxşînin, ew nayê hesabê, wekî em neheqiya wî kêm dikin, wî heq derdixin, yan piştgiriya xirabiyê dikin. Bîr neke, Yehowa tu car piştgiriya guna nake, lê ew dibaxşîne, hergê meniya baxşandinê heye (Zebûr 103:12, 13; Hebaqûq 1:13). Yehowa me hêlan dike baxşandinêda çev bidine wî. Ew “heta-hetayê kînê najo” (Zebûr 103:9; Metta 6:14).

Çaxê em dibaxşînin, ew yek karê mera tîne. Çi cûreyî? Bide ber çevê xwe dereceke usa. Mesele, te kevirekî du kîloyê girtiye destê xwe û destê xwe dirêj kiriye. Dibeke tera çetin nîbe hine wede usa bigirî. Lê hergê tu dixwazî hê zêde wede bigirî, gelo tuyê çiqas wede teyax kî? Çend deqa, sihetekê, yan hê zêde? Bêşik wê destê te biweste! Rast e, giraniya kevir nayê guhastinê, lê tu çiqas dirêj digirî, haqas tera hê çetin dibe. Ewê yekê em usa jî dikarin bêjin derheqa xeydê. Em çiqas hê zêde xeydê dilê xweda xwey dikin, hela hê ya biçûk jî, haqas hê zêde em ziyanê didine xwe. Lema jî Yehowa me hêlan dike, wekî em hev bibaxşînin. Bi rastî jî, çaxê em xeydê dilê xweda xwey nakin, ew yek kar e bona me (Metelok 11:17).

Çaxê em xeydê dilê xweda xwey nakin, ew yek kar e bone me

“Min usa Texmîn Dikir, Tê Bêjî Xwexa Yehowa Tevî Min Xeber Dida”

Çi alî Lîndayê kir, xeydê ji dilê xwe derxe? Ewê Kitêba Pîroz lêkolîn kir derheqa wê yekê, çira lazim e bibaxşînin (Zebûr 130:3, 4). Dilê Lîndayê nerm bû, çaxê ewê xwend ew fikir, ku hergê em hazir in bibaxşînin, Yehowa jî wê bibaxşîne me (Efesî 4:32–5:2). Ew fikir gelek ser wê hukum bû, lema jî ewê got: “Min usa texmîn dikir, tê bêjî xwexa Yehowa tevî min xeber dida”.

Axiriyê Lîndayê karibû xeydê ji dilê xwe derxe. Ewê bi dil û can baxşande wê xûşkê û niha ewana bûne hevalê hev. Lîndayê diha bi xîret berdewam kir Yehowara xizmet ke. Dudilî nebe, wekî Yehowa dixwaze alî te jî bike.