Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Nema ji Koma Rêberiyê

Nema ji Koma Rêberiyê

Xûşk-birên delal:

Çawa hûn zanin, Kitêba Pîrozda gelek serhatiyên meriva nivîsar in. Gelek ji wan xizmetkarên Xwedê bûn, ewana jî rastî çetinaya dihatin çawa em. Hestên wan xût mîna yên me bûn (Aqûb 5:17). Hinek ji wana hela hê dilteng dibûn ji bo çetinaya û xemgîniya. Hinekî jî dilteng dibûn, çimkî neferên wan û xûşk-birên wane ruhanî dilê wan dêşandin. Lê hinekên din dilteng dibûn ji bo gunê xwe û ji bo wê yekê ku xwe sûcdar dikirin.

Ji bo wan dereca hine xizmetkar ji Yehowa dûr ketin. Lê gelo wana Yehowa bi temamî bîr kir? Na. Geleka ji wan xwe mîna zebûrbêj texmîn dikirin, ewî dua dikir: “Mîna peza undabûyî ez xalifîm, qûlê Xwe bigere, ez emirêd Te bîr nakim” (Zebûr 119:176). Gelo hestên wî cûreyî tu jî ser xwe texmîn dikî?

Yehowa tu car bîr nake wan xizmetkara, yên ku dûr ketine ji keriyên pezên wî. Lê dewsê Yehowa gazî wan dike û bona wê yekê bawermendên din dide xebatê. Bîne bîra xwe çawa Yehowa alî xizmetkarê xwe Îbo kir, yê ku rastî gelek qeziya hat. Ew aliyê matêriyalîda zirarê ket, merivên xweyî nêzîk unda kir û nexweşiya giran stand. Xêncî wê yekê, ew meriv yên ku gerekê dilbînî bidana wî, wana dilê wî pê gotinên tûj êşandin. Rast e, carna fikirên nerast bal wî pêşda dihat in, lê ewî dîsa jî pişta xwe neda Yehowa (Îbo 1:22; 2:10). Çawa Yehowa alî Îbo kir, wekî dîsa ruhanîda bişide?

Yehowa alî Îbo kir bi saya hevalê wî Elîhû. Çaxê Îbo derheqa kul-derdên xwe gilî dikir, Elîhû pêşiyê guh dida wî û paşê jî xeber dida. Gelo ewî çi digot? Gelo ewî Îbo neheq dikir? Yan jî seva ku fikirên wî rast ke, wî dida şermê? Gelo Elîhû xwe ser Îbora digirt? Tu car na! Elîhû pê qewata ruhê Xwedêyî pîroz, gote Îbo: “A vay, ez jî mîna te qûlê Xwedê me, ez jî ji heriyêva hatim ava kirin”. Paşê ewî Îbo da bawerkirinê: “A vay, toqîna min te bêzar nake û pestandina min li te giran nayê” (Îbo 33:6, 7). Elîhû ber dilê Îboda hat rojên wîye çetinda, ne ku derdê wî diha giran kir, ewî bi nermî şîreta usa da, ku Îbora lazim bû.

Çaxê me ev broşûr dinivîsî, me dixwest, wekî ruhekî mîna ruhê Elîhû vê broşûrêda be. Serîda me rind guh da wan xûşk-bira, yên ku ji Yehowa dûr ketine, û em derheqa dereca û hestên wan kûr fikirîn (Metelok 18:13). Paşê me dîna xwe da Kitêba Pîroz û me dua dikir û difikirî ser wê yekê, ku çawa Yehowa alîkarî dida xizmetkarên xwe wedê berê, çaxê ewana rastî çetinayên mîna yên me dihatin. Û axiriyê vê broşûrêda me meselên ji Kitêba Pîroz û derecên xûşk-bira beramberî hev kir. Em bi dil û can te hêlan dikin vê broşûrê lêkolîn bikî. Em dixwazin hizkirina xwe tera îzbat kin.

Koma Rêberiyê ya Şedên Yehowa