DERS 10
Guhastina Deng
(Metta 10:27)
FIKIRÊN SEREKE: Fikir û êmosiya zelal bide kifşê bi guhastina bilindbûn û nimizbûna dengê xwe, usa jî li gora dereca û leziyê, dengê xwe biguhêze.
EVÊ YEKÊ ÇAWA BIKIN:
-
Bilindbûn û nimizbûna dengê xwe biguhêze. Gava tu dixwazî fikirên sereke bidî kifşê û guhdarên xwe hêlan kî, wekî tiştekî bikin, hevekî dengê xwe bilind ke, û hingê jî çaxê tu giliyê sûcdarkirinê dixûnî. Lê hergê tu giliyê tirs û berxwaketinê dixûnî, wê baş be dengê xwe hinekî nimiz kî.
-
Li gora dereca, dengê xwe biguhêze. Hergê zimanê weda layîq e, dikarî dengê xwe hevekî bilind kî seva êmosiya bidî kifşê. Car-cara em dikarin usa jî dengê xwe hevekî bilind kin, çaxê derheqa tiştekî mezin dibêjin yan jî dirêjaya tiştekî didine kifşê. Lê çaxê tu derheqa derd-kula xeber didî, hevekî hêdî xeber de.
-
Leziya dengê xwe biguhêze. Hevekî bi lez xeber de çaxê tu derheqa tiştên eciz xeber didî. Lê hevekî hêdî xeber de, çaxê dixwazî tiştekî ferz bêjî.