Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERS 11

Bi Dil û Can Xeber De

Bi Dil û Can Xeber De

(Romayî 12:11)

FIKIRÊN SEREKE: Bi dil-can xeber de, û usa guhdarên xwe hêlan ke, wekî hewasa wan pêşda bê.

EVÊ YEKÊ ÇAWA BIKIN:

  • Bi Dil Hazir be. Pêşiya ku pê têma xwe derêyî, kûr bifikire derheqa wê yekê, ku elametiya te çida ferz e. Rind xwe hazir ke, têmayê lêkolîn ke, û usa wê tera hêsa be, bi dil xeber dî.

  • Derheqa guhdarên xwe bifikire. Bifikire, wekî çawa ew elametiya ku tuyê bixûnî yan hîn kî, dikare meriyara karê bîne. Têma xwe usa şiroweke, ku razîbûna guhdarên te hindava vê yekê daha pêşda bê.

  • Hestên xwe têmayêda eyan ke. Bi dil û can xeber de. Seva bikaribî hestên xwe têmayêda eyan kî, wê baş be wedê xeberdanê destê xwe usa bivî bînî, ku ev tebyetî be û beşera xwe jî layîq bide kifşê.