DERS 12
Bi Dilgermî û Nerm Xeber de
(1 Têsalonîkî 2:7, 8)
FIKIRÊN SEREKE: Bi dilgermî tevî guhdarên xwe xeber de û wanara bide kifşê, wekî tu bona wan xem dikî û dixwazî alî wan bikî.
EVÊ YEKÊ ÇAWA BIKIN:
-
Derheqa guhdarên xwe bifikire. Problêmên guhdarên xwe hilde hesab û usa dilê xwe hazir ke. Xwe dayne dewsa guhdara û hestên wan fem bike.
-
Giliyê layîq bijbêre. Bixebite ku êmosiyên baş derbazî guhdarên xwe kî, berdilê wanda bêyî û wana qewî kî. Xwe ji wan gilî-gotina dûr bigire, kîjan ku dikarin guhdara bidine xeyîdandinê. Mesele, tiştên nebaş nebêje derheqa merivên, ku Yehowa bawer nakin û yên ku xwe li hebandina xwe digirin.
-
Xemgîniya xwe bide kifşê. Bi dengê xweyî nerm, û xwegirtina layîq, bide kifşê, wekî tu bi rastî jî bona meriya xem dikî. Bixebite ku beşera te timê xweş be.