DERS 13
Kara Gotara Xwe Nîşan ke
(Metelok 3:21)
FIKIRÊN SEREKE: Alî guhdarên xwe bike wekî ewana fem bikin, ku çawa têma te li ser jîyîna wan hukum dike, û çi cûreyî ew bona wan kêrhatî ye.
EVÊ YEKÊ ÇAWA BIKIN:
-
Derheqa guhdarên xwe bifikire. Bifikire hela çima guhdarên tera ev têma lazim e, û xût çi dikare alî wan bike.
-
Wedê têma xwe, guhdarara nîşan ke, wekî ewana çi gerekê bikin. Hema ji destpêka gotara te, guhdar gerekê têderxin, ku ev hema ew e çi ku wanara lazim e. Çaxê tu her fikireke sereke şirowedikî, nîşan ke ku çawa evê bidine xebatê. Usa xeber de, wekî guhdarara femdarî be, tu çi dixwazî bêjî.