Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERS 14

Fikirên Sereke Bide Kifşê

Fikirên Sereke Bide Kifşê

(Îbranî 8:1)

FIKIRÊN SEREKE: Alî guhdarên xwe bike wekî dîna wan ser têma te be, û zelal ke wekî çawa her fikireke sereke, têma teva girêdayî ye.

EVÊ YEKÊ ÇAWA BIKIN:

  • Nêtê dayne pêşiya xwe. Gotara xwe usa hazir ke, wekî guhdar tiştekî teze bikaribin xwera bivînin, qewî bin û hêlan bin. Îzbat be wekî tuyê hemû fikirên sereke usa şirowekî, ku bigihîjî nêta xwe.

  • Dîna guhdara bide li ser têma gotara xwe. Wedê gotara xwe, dîna guhdara bide li ser têma sereke. Bona vê yekê tu dikarî biwekilînî giliyê sereke yê vê têmayê, yan jî sînonîma bidî xebatê.

  • Fikirên xweyî sereke zelal ke û hêsa ke. Bijbêre tenê fikirên sereke, kîjan ku têma teva girêdayî ne. Bi vê yekê tuyê bikaribî wedê xweyî kifşkirîda, hînkirina xwe kêrhatî kî. Çend fikirên sereke zelal bide kifşê, paûzayê bike orta fikirên sereke û hêsa ji fikirekî derbazî ser fikira din be.