Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERS 17

Femdarî Xeber de

Femdarî Xeber de

(1 Korintî 14:9)

FIKIRÊN SEREKE: Alî guhdarên xwe bike, wekî giliyê te fem bikin.

EVÊ YEKÊ ÇAWA BIKIN:

  • Têma xwe rind lêkolîn ke. Fikirên têma xwe zelal fem bike, seva bikaribî hêsa û bi giliyê xwe şirowekî.

  • Bide xebatê cimlên kin û gilî-gotinên hêsa. Rast e îzin e cimlên dirêj bidî xebatê, lê bona fikirên sereke eyan kî, wê baş be gilî-gotin û cimlên kin bidî xebatê.

  • Gilî-gotinên nenas şiroveke. Hergê dibe, têma xweda kêm bide xebatê gilî-gotinên nenas. Lê gava tu mecbûr î derheqa gilî-gotineke nenas, yan merivekî ji Kitêba Pîroz, yan jî edetê berê xeber dî, wê baş be wan hemû tişta şirovekî.