Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERS 18

Guhdarên Xwe Hilde Hesab

Guhdarên Xwe Hilde Hesab

(1 Korintî 9:19-23)

FIKIRÊN SEREKE: Guhdarên xwe hêlan ke, wekî ewana wedê têma te bifikirin, û texmîn kin, ku tiştekî kêrhatî seva xwe pêdihesin.

EVÊ YEKÊ ÇAWA BIKIN:

  • Şêwir ke ew tiştên ku guhdarên te îda zanin. Dewsa ku tenê biwekilînî tiştên ku guhdarên te îda pêşda bihîstine, alî wan bike wekî ser têma te bi nihêrandina teze binihêrin.

  • Lêkolîn ke û bifikire. Hergê dibe, tu dikarî nava têma xweda tişt û qewimandinên usa bêjî, çi ku rind nas nînin, seva ku fikirên sereke zelal kî. Kûr bifikire, hela têma te, çawa girêdayî ye tevî wan îzbatkirina, ku tu dixwazî bêjî yan biwekilînî.

  • Nîşan ke, ku kara têma te çida ne. Şiroweke, wekî çawa fikirên ji Kitêba Pîroz dikarin jîyîna her rojîda alî guhdarên te bikin. Şêwir ke derheqa hine derece, nihêrandin û kirên usa, kîjan ku bona guhdarên te ferz in.