Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERS 19

Bigihîne Dilê Meriva

Bigihîne Dilê Meriva

(Metelok 3:1)

FIKIRÊN SEREKE: Alî guhdara bike, wekî ewana fem bikin qîmetê giliyên te û bikaribin li gora wê yekê pêk bînin.

EVÊ YEKÊ ÇAWA BIKIN:

  • Alî guhdarên xwe bike, wekî xwe bicêribînin. Pirsên usa bide guhdara wekî alî wan bikî, ser hestên xwe bifikirin.

  • Guhdarên xwe hêlan ke. Guhdarên xwe hêlan ke, wekî ewana têderxin ku bi çi nêtê kirên baş dikin. Alî wan bike, wekî hizkirina hindava Yehowa, xûşk-bira û hînkirinên Kitêba Pîroz wana hêlan ke, tiştên qenc bikin. Bixebite ku tevî guhdarên xwe şêwir kî. Bi gotara xwe meriya nede şermê lê bira ewana xwe hêlankirî texmîn kin û bixwazin hê zêde bona Yehowa bikin.

  • Dîna meriya bide ser Yehowa. Bide kifşê ku ça hînkirinên Kitêba Pîroz, prînsîp û temiyên Xwedê eyan dikin xeyset-hunurên wî û hizkirina wî hindava meda. Xwestina guhdarên xwe pêşda bîne, ku derheqa xeysetên Yehowa lêkolîn kin û dilê wî şa kin.