Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERS 2

Xeberdana Tebyetî

Xeberdana Tebyetî

(2 Korintî 2:17)

FIKIRÊN SEREKE: Tebyetî û ji dil usa xeber de, ku bê kifşê wekî tu bona têmayê û guhdara difikirî.

EVÊ YEKÊ ÇAWA BIKIN:

  • Dua ke û rind xwe hazir ke. Dua bike ku Xwedê alî te bike, wekî rind dîna xwe bidî ewê elametiyê ku derbaz dikî. Bîra xweda xwey ke ew fikirên sereke, yên ku tu gerekê derbaz kî. Bi giliyê xwe fikira derbaz ke; nelazim e wekî tu hine gilî-gotina yan xebera ji edebyeta biwekilînî.

  • Ji dil xeber de. Bifikire, ku çima guhdarên tera lazim e evê elametiyê bibihên. Dîna xwe bide guhdara. Hingê cûrê xeberdana te, xwegirtin û beşera te, wê eyan ke hevalhizî û dilremiya te.

  • Guhdara binihêre. Hergê layîqî mihala we ye li çevê wan binihêre. Çaxê tu gotara xwe dibêjî, wê baş be car-cara dîna xwe bidî ser merivekî.