DERS 20
Xeberdana Xwe Kêrhatî Xilaz ke
(Waîz 12:13, 14)
FIKIRÊN SEREKE: Xeberdana xwe usa xilaz ke, wekî guhdar hêlan bin bidine xebatê ev tiştên ku ewana ji te pêhesiyan.
EVÊ YEKÊ ÇAWA BIKIN:
-
Xeberdana xweye xilaziyê tevî têma sereke girêde. Fikirên sereke û têmayê, xilaziyêda kin biwekilîne.
-
Guhdarên xwe hêlan ke. Guhdarên xwera nîşan ke, wekî ewana çi gerekê bikin û çima. Usa xeber de ku meriyara bê kifşê, wekî tu xeberdana xweda dudilî nînî û ku ew yek ferz e.
-
Xeberdana xilaziyê kin û hêsa temam ke. Xilaziya xeberdana xwe fikirên teze weneke.